Portre

Fermandara YPJ Sorxwîn Kobanê:Viyan xwedî hêz û vînek mezinbû

07/4/2016

Bi boneya 1. salvegera şervana YPJ'ê Viyan Peyman yê ku di berxwedana Serêkaniyê a li hember çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dayî, Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Kobanê nirxandin kir. Sorxwîn diyar kir ku Viyan di berxwedana Kobanê de bi çek û dengbêjiya xwe berxwedana jinan ji tevahî cîhanê re daye raghandin.

Jina ku tirsê têk biriye û bûye strana berxwedanê ye Jiyan

05/4/2016

Tuxleyê berxwedana 22 roj yê ku li Şirnexê hember êrîşên qirkirinê tê dayîn bi kedê jinan despêk hat dayîn. Gurbet Kaya (Jiyan Amara) mîrateyê ji Ekînan heya Asya dewirgirtibû û armanca wê a yekem têkbirina tirsê bû. Jiyana ku gotibû "Êdî em ne weke berê ne, me tirsa xwe têk biriye" li duv xwe hevalên ku stranên berxwedanê dibêjin hêşt.

Hayat mîna navê xwe coşa jiyanê bi herkesî re parvedikir

04/4/2016

Dayîka Endama YPS-JIN Hayat Orhan (Mizgîn Marînos) a ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Geverê jiyana xwe ji dest dayî Gûlê Orhan diyar kir ku keça wê heya kêliyê dawî coş û kelecanê li dora xwe belav dikir. Gûlê anî ziman ku keça wê jîr û rûkenbûye û ji bo têkoşîna wê jî got "Riya serfiraziyê ye."

Gotina dawiya dayîkekê ji bo keça wê: Ji te re oxir be keça mina bedew

31/3/2016

Dayîka Gerilaya YJA-STAR'ê Heybet Gungen a ku li pesarên Çiyayê Kato jiyana xwe jidest dayî Mevlude dema ku hînbûye keça wê tevlî nava refên PKK'ê bûye dibêje; "Ji te re oxir be keça mina bedew."

'Ew îdola mine'

28/3/2016

Dayîka Perihan Parlak (Bêrîvan Semsur) a ku di sala 2012'an de bejahiya gundê Olek a Xîzanê li gel 15 hevalên xwe jiyana xwe jidest dayî Zeynep Parlak vegot. Zeynep ji bo keça xwe Bêrîvan dibêje; "Ew îdola mine" û wiha dibêje; "Gora Bêrîvana min bûye weke ziyaretan ewqas mirov ziyaret dikin. Bêrîvan li gund yekem jina gerilaye. Ez bi wê û tekoşîna wê serbilindim."

Peyva Guler ya herî bi nirx 'Berxwedan' bû

27/3/2016

Hevala xwendekara zanîngeha Hacettepe Gûler Eroglu ya ku di jêrzemîna weheşeta Cizîrê hatî qetilkirin Şehrîban Zugurli qala wê kir û diyar kir ku bêdengbûn li hember kiryarên ser Kurdan tê wateya zilma herî mezine û got, "Ji Gûler peyva ku di hişê min de hêştî 'berxwedane'. Gûler her dem digot, 'berxwedan çarenûsa gelekî diyar dike'."

Esmer Koç: Mazlumê min çeka Zîlana min li erdê nehêla

26/3/2016

Dayîka Gulistana li Geliyê Tiyarê û Mazlumê li Kobanê di bêdawiyê de gihayîn hev Esmer Koç diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilinde û got: "Bi kimyasalê Gulistana min û hevalên wê qetilkirin. Kurê min Mazlum jî ji bo ku çeka xwişk û rêhevala wî Gulistan li erdê nemine rêya wê şopand. Mazlum rêya Gulistan û çeka wê ji bo xwe wekî mîrasek dît û çeka Gulistanê dewr girt."

Tekoşîna 70 salan û sembola berxwedana Farqînê: Hayriye

25/3/2016

Di 2'ê Cotmeha sala 2015'an de di qedexeya 4'an a ser Farqînê de Hayriye Hudaverdi ya 70 salî qetilkirin. Zarokên Hayriye û xizmên wê yên li peyî wê mayî diyar kirin ku dê tekoşîna wê berdewam bikin.

Dayîka Asya ya YPS-JIN yî: Em gel dimirin divê em aştiyê bînin

24/3/2016

Dayîka xwendekara zanîngehê Asya Taşçi (Mizgîn Nuda Koçer) a endama YPS-JIN ku li navçeya Sura Amedê jiyana xwe jidest dayî Mevlîde Taşçi got: "Emê ticarî vê hovîtiya dewleta Tirkiyê jibîrnekin. Em bûn şahidê hertiştî. Me ew hovîtî bi çavê xwedît, qetilkirin û bi kîmasalê şewitandin. Hemû cîhan bû şahid."

Heval Semaya Cizîra Botanê: Li hember komkujiyan bêdeng namînim

22/3/2016

"Heval Semaya" kolanên Cizîra Botan Bişeng Kolanç, di temenê xwe yê biçuk de berxwedanek mezin jiyan kir. Bîşeng berê li Rojava û paşê jî li Cizîrê beşdarî berxwedana mezin bû. Malbata Bîşengê diyar kir ku wan Bîşeng bi çîroka navê wê mezin kirine. Gotinên Bîşengê yên li peyî wê mayîn wihane; "Komkujiyek mezin heye. Ez li hemberî van komkujiyan bêdeng namînim. Hun jî bêdeng nemînin. Li wê sucê mirovahiyê tê kirin."

'Em ê têkoşîna Bîşeng bidin jiyandin'

18/3/2016

Bîşeng Çakir (Derya Botan) navê Bîşeng Anlik yê ku di sala 1992'an de ji aliyê hêzên dewletê ve li Newroza Şirnexê hatî binçavkirin û bi îşkenceyê hatî qetilkirin hilgirtiye û tevlî refên YPJ'ê bûye. Derya rûhê berxwedanê yê jinên Botanê hilda û di berxwedana hember çeteyên DAIŞ'ê de, di 2014'an de jiyana xwe ji dest da. Dayîka Bîşeng Bêrîvan Çakir jî diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Bîşeng derên û got ew navê neviyê xwe jî kiriye Bîşeng.

24 Sibatê: Dîroka bêdawî û berxwedanê ya Meryem

13/3/2016

Dayîka şervana YJA-Star Meryem Pamukçi (Nûda Arjîn) a ku li Hezexê ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetlkirin Ziynet Pamukçi diyar kir ku Meryem di 24'ê Sibatê de ji malê derketiye û piştî 8 sal di 24'ê Sibatê de bedena wê yê bê rûh hatiye malê û wiha got, "Meryem bi tilîlî û girtina ser govendê dihat nasîn. Keça min çewan serê govendê digirt di berxwedanê de jî heman bû."

Gûler Eroglu: Roja ku min kuştin min biryarê hatina Cizîrê da

12/3/2016

Gûler Eroglu berî ku tevlî berxwedana Cizîrê bibe û di jêrzemîna hovîtiyê de bê qetilkirin vîdeoyek de armanc û hestên xwe yê tevlîbûnê anîbû ziman.

Leyla Fîdan: Keçên min Fatma û Halîme ji bo min rûmetin

11/3/2016

Malbata Fîdan ku ji ber welatparêziya xwe ji salên 90'an heta niha rastî zordariya dewletê tê, dest ji têkoşîna xwe berna de. Ji malbatê Fatma Fîdan di sala 2013'an de tev li YPJ'ê, Helîme Fîdan jî tev li nav refên PKK'ê dibe. Dayîka du jinên têkoşer Leyla Fîdan diyar kir ku bi keçên xwe serbilind û rûmetdar e.

Ji Zeynep heya Cizîrê dewlet hemane

11/3/2016

Zeynep Durmaz jî weke mirovên di jerzêmîna Cizîrê de bedena wê jî li Çiyayê Nurhaqê şewitandin. Xwişka Zeynep Durmaz Hayriyê Durmaz got ku gava bedenên di jerzêmîna Cizîrê de hatin şewitandin bedena xwişka wê ya şewitî hatiye bira wê û diyar kir ku hişmendiya dewetê li hember kurda hemene.

Yasemîn û Fîdan du heval, du dost û du jinên Cizîrî bûn...

09/3/2016

Yasemîn Çikmaz û Fîdan Dadak herdu 16'e salî û xwendekarbûn, rêhevalê hev û du dilên ku evîndarê Cizîrê bûn. Bedena Yasemîn ji jêrzemîna wehşetê derket, lê yê Fîdana ku gelek jê hezdikir hîna ti agahî tune.

Gotina dawiya Nursel: Ez dixwazim di vê tekoşînê de şehîd bibim

29/2/2016

Nursel Dalmiş a di qatlîama Cizîrê de jiyana xwe ji dest da bi nîşeya "Li şûna mirinek bi temaşekirina zilmê, şehîdbûnek bi berxwedêrî xweşik e" ya di rojnivîska xwe de nivîsandiye ve li pey xwe neteslîmbûn, berxwedan û bawerî hişt.

Peyama dawiyê a Guler a li Cizîrê hat qetilkirin: Yekem car evqas azadim

28/2/2016

Ji sedan kesên li Cizîrê qetilkirin yek jê jî xwendekara zanîngehê Guler Erogluye. Berî bê qetilkirin bi dengê xwe tiştên dihatin jiyankirin qeyîdkir û ji bo malbata xwe şandî wiha gotiye: 'Yekem care ez xwe evqas azad hîs dikim.'

Li jina koçer a ku bêhna azadiyê ji dilê wê dihat xistin

27/2/2016

Kurê Fehîma Akit a ku di 7'ê çileyê de li Nisêbînê ji aliyê tîmên tayîbet ve hat qetilkirin Ali Yuce got: "Hesreta dayîka mina koçer çiyayên Kurdistanê bû. Gule li aliyê çepê yê bedena dayîka min a bêhna azadiyê jêdihat xistin. Ya dikeve ser milê me zarokên wê, bîranînên dayîka xwe, berxwedana ku mîras hêlaye dayîna jiyankirin û kolanên xwe neterikandine."

Ji heqîqetê ber bi efsaneyê, ji efsaneyê ber bi xwedawendiyê: Zahîde…

25/2/2016

Li Şirnexê jinek bê ku bêje şev û roj e digere. Li gorî jinan ‘meleka parstinê ye kî bibîne jê re dibe derman’ navê wê Zahîde ye. Bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di dîroka PKK’ê de yek ji fermandarên jin ên destpêkê ye. Di sala 1985’an de piştî ku bi îxanetekî li Botanê tê qetilkirin, ji wê rojê şûn ve dibe jineke Botanî. Ew “Xwedawenda jinên Botanê ye”.