Portre

Di şopa Gurbetelli de rojnamegerek jin Deniz Fırat

07/8/2015

Divê her kesê hovitiya çeteyan ya li ser gel, jin û zarokan zanibana. Bi dengê jinekê û qemereya wê... Despêkê êrîşên DAIŞ'ê ser Mexmurê Deniz Firat ji bo hemu cihanê ragihand. Deniz li xeta Gurbeteli Ersoz û rojnamegerên jin yên di oxira heqîqetê de jiyana xwe jidest dayî xwedi derket û li gel hemu jinên rojnameger şopandina nûçeyan dewam dike.

Çavê Bûşra yên şîn wê hêviyan her zindî bigre...

04/8/2015

Îro rojbûna xwendekara Zanîngeha Stenbolê Bûşra Mete ya ku di qetilama Pîrsûsê de jiyana xwe ji dest daye ye. Eger bi destê hêzên tarî ne hatiba qetilkirin îro wê ketiba temenê xwe yê 22 salî. Bûşra wê dîsan bi çavên xwe yên şîn meydanê bixîne û mizgîniya hêviyan bide me.

Bedriye Akti: Li gundê xwe şoreş pêk anî

03/8/2015

Gerîllaya YJA Starê Bedriye Aktî (Roza Garzan) li hember polîtîkayên dewletê a asîmlekirinê derket û berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Bedriye di 13'ê Tebaxa 2012'an de li navçeya Lîcê ya Amedê de di encama pêvçûna bi leşkerên tirk re jiyana xwe ji dest da. Dayîka Roza Garzan Besriye Aktî anî ziman ku Roza di gunde pêşengiya ciwanan dikir û got: "Dema ku keça min tevlî gerîlla bû gelek ciwan jê bandor bûn û ew jî tevlîbûn."

Piştî Melekê...

28/7/2015

Melek Erkek (Hîvda Avareş) a YPJ yî rojekê rabû serê xwişka xwe ya biçuk şeh kir û ket rê. Dayîka Melek ya ku di berxwedana Kobanê ya weke "Parêzvanê vîna mirovahiyê" tê zanîn û li wê jiyana xwe ji dest dayî behsa wê kir.

Kevoka Serêkaniyê Bêrîtan..

27/7/2015

Şervana YPJ'ê Bêrîtan Hemo (Tekoşîn Welat) ya di şerê Rawiya de jiyana xwe ji dest dabû li Serêkanî dayik û xwîşka wê behsa jiyana wê û tevlîbûna wê kirin.

Şopa Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî a domdar...

19/5/2015

Dayîka Şervana YPJ'ê Şeyma Selvî bi nas nav Bêrîtan Axîn a ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dayî Nadiye Selvî di derbarê berxwedana Kobanê de wiha got: "Ez ji zarokên me yên ku li Kobanê li berxwe didin, bawerim dê aşîtiyê bînin. Ezê jî di şopa keça xwe de biçim û hemû erkên dikevin ser milê min ezê bi cih bînim."

Piştî Hozana çiyan Mizgîn 23 sal…

11/5/2015

Piştî Hozan Mizgîn ya ku hevalê wê Hozan Serhet bi navê "Mizgîna çeleng, xwediyê nav û deng" bi sitiranekê ew bi bîraniyî 23 sal derbasbû. Hîna besteyên Fermandar Mizgîn yên ser hevalê wê Fermandar Egîd ji bo zarokên kurdan yên di dergoşan de weke nînî û ji bo keçên ciwan jî bûye qêrîna azadiyê.

Rahşan rastiya berxwedana jina kurd ya li eniya parastinê ye

07/5/2015

Rahşan Elî El-Ehmed ya ku di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ser Asayîşa Jinan a Hesekê de di pêş de cihê xwe girtî bi fedekariyek mezin şer kir û jiyana xwe ji dest da. Xwişka Rahşan Îman Ehmed di derbarê jiyan û berxwedana Rahşan de wiha dibêje: "Her dem xwesteka Rahşan çuna eniya berxwedanê bû."

Ji serhildana li dijî axatiyê heta şahidiya berxwedana dîrokî...

01/1/1970

Dayika Kumru Îlhem a 95 salî ya li Cizîrê gelek tişt jiyaye. Dayika Kumru ewil li hemberî sîstema axatiyê serî rakiriye û bûye ji şahidên dîroka berxwedanê ya Kurdistanê, ji salên 90 heta niha di dezgehên îşkencexaneyan de gelek pêkanînên nemirovî dîtiye. Dayika Kumru li hemberî qatlîamên Hêzên dewletê yên niha jî bi gotina "Ji bo 4 xendekan bigirin hatin lê evqas mirov kuştin" berteka xwe anî ziman.