ROJEVA 05'Ê KANÛNA 2016'AN

11:23


*Di encama opersyonên qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên HDP û DBP’ê pêk hatin, ji bo gelek şaredariyên DBP’î qayyûm hat tayînkirin.

*Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê, start da xebatên xwe û serokê komîsyonê parêzer Rabîa Ozgokçe diyar kir ku ew hedef dikin ku bibin nokteye yekemîn ya serlêdanê a jinan.

*Xwendekarên Ragîhandinê yên Zanîgeha Anadolu ya Eskîşehîrê li dijî zextên demên dawî yên li welat ‘Civaka Çapemeniya Rexnegir’ ava kirin. xwendekaran da zanîn ku wê bi civakê re bibin dengê her aliyê civakê û plan dikin ku mafê gotinê bidin xwendekarên zanîngehê.

*Endamên Jin yên Piştevaniya Mor ji bo malbatên hatine mexdurkirin kampanyayek bi dirûşmeya ‘Em xwe digihînin kesên hewcedar’ dan destpêkirin û bang kirin ku kampanya bê mezin kirin û zarok bên germkirin.

*Jinên gundê Qeremox ya Kantona Kobanê bertek nîşanî lêkirina dîwarê şermê û girtina siyasetmedarên kurd dan û gotin ew ê heya dawiyê li hember êrîşan li ber xwe bidin.