Jinên Kobanê girtina siyasetmedarên kurd û lêkirina dîwarê şermê şermezar kir

11:44


KOBANÊ- Jinên gundê Qeremox ya Kantona Kobanê bertek nîşanî lêkirina dîwarê şermê û girtina siyasetmedarên kurd dan û gotin ew ê heya dawiyê li hember êrîşan li ber xwe bidin.

Gundê Qeremox bi kevirên xwe yên mezin, reş û bi xaniyên xwe yên kevnare tê nasîn. Qeremox 10 km. dikeve rojhilatê Kantona Kobanê û di navbera sînora rojava û bakûrê Kurdistanê de cih digre Paşê jê bar dikin û hinek din lê bi cih dibin. Navê Qeremox jî ji ber kevirên pir lê hatiye kirin. Welatiyên gund debara xwe bi bazirganiya sînor, çandinî û bi xwedîkirina sewalan pêk tînin. Dewleta tirk bi destpêkirina lêkirina dîwarê şermê re li gundê Qeremox jî dîwar bilind bûn. Jinên gund diyar kirin ku dewleta tirk bi lêkirina dîwarê re wê tu encam negere û êrîşên hember siyasetmedarên kurd bi tundî şermezarkirin.

'Erdogan her car berê çeteyên DAIŞ'ê dide cihekî'

Temra Sencar kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha got: "Erdogan bi lêkirina dîwarê şermê dixwaze kurdan ji hev qut bike. Lê ew xewna wî tu caran wê pêk neyê. Em ê tim bi hev re bin û li pişta hev bisekinin. Erdogan her car berê çeteyên DAIŞ' ê dide cihekî û bi vê yekê dixwaze planên xwe bi cih bîne. Li Kobanê bi saya berxwedana YPG'ê û YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê têk çûn. Niha jî berê wan daye Cerablûsê û êrîşên dijwar pêk tîne. Berê tang û topan jî daye Efrînê. Ne tenê li Rojava, li Bakur jî siyasetmedarên Kurd dîl digire û êrîşî gelê kurd dike. Lê ew bi van kiryaran tu caran nikare vîne me bişkîne. Em ê her dem li ser felsefeya Rêberê xwe bimeşin û li ber xwe bidin. Dilê me û bakur yek e. Weke ku wan canê xwe ji bo şoreşa Rojava feda kirin, em jî heya dawiyê piştgiriya xwe ji bo wan nîşan didin."

'Em bi saya fikirê Rêber Apo bi biratî dijîn'

Temrayê da zanîn ku gundê Qeremox beşek ji wê avahiyên kevinin û beşek ji wê jî nû hatiye avakirin û wiha domand: "Beşê kevin yê gund li kêleka gir e û yê nû jî li jorê ye. Welatiyên gund bi kêfxweşî bi hev re dijîn. Di hemû kar û xebatan de alîkariya hev dikin. Li gundê me 17 eşîr hene û hemû weke bira bi hev re dijîn. Em bi saya fikirê Rêber Apo bi biratî bi hev re dijin."

'Heya dawî em ê li hember êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin'

Eyîşê Ihsan (48) anî ziman ku ew zaroktiya xwe li gund derbas kiriye û wiha got: "Demên bihurî ermenî li gund dijiyan. Gundê me bi merxasiya xwe ya dîrokî tê nasîn. Dewleta Osmanî di dema xwe de êrîşî gundê me kirin. Dixwestin planên xwe li vir pêk bînin. Niha Erdogan bi lêkirina dîwarê şermê dixwaze planên xwe weke Osmaniyên berê bike dewrê. Lê bila baş bizane em ê li dijî van kiryarên wan li ber xwe bidin û tucaran rê nedin ku xaka me dagir bike."