Portre

Fermandar, wêjevan û sembola berxwedana jinên Kobanê: Şîlan Kobanê

28/11/2016

Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) pêşenga têkoşîna azadiyê, fermandar û di heman demê de wêjevanek jin bû. Di sala 1971'an de li Kobanê hatiye dinê û di 29'ê mijdara 2004'an de tevî 4 hevalên xwe li bajarê Mûsilê di encamê sûiqastek de tên qetilkirin. Şîlan bi gotina "Jinek Kobanê jî dikare azad bibe, ez dixwazim vê seknê bi biryarbûna xwe nîşan bidim" ji tevahî jinan re bûye riya ronahiyê û azadiyê.

Nameya Reyhan Cabbarî ya dawî: Dayê negrî û guhdar bike...

29/10/2016

Reyhan Cabbarî berî du sal di meha cotmehê de ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Reyhan di nameya xwe ya ku ji dayika xwe re nivîsi de wiha digot "Tenê xwestekek min ji te heye dayê. Negrî û guhdar bike.Ev dûnya ji me heznekir û ez ji vê qaderê naxwazim. Min li bin axê vî welatî de veneşêre... Ez naxwazim tu cilên reş li xwe bikî. Bila ba min bigre û biçe..."

Ronahiya çiyayên Kurdistanê Andrea Wolf

22/10/2016

Ronahiya çiyayên Kurdistanê a (Andrea Wolf) a ku bi gotina "Ji derveyî çiyayan ti rê ji bo me nehêlane” di binhişiyan de cihê xwe girtî bûye sembola têkoşîna entarnasyonalist. Ronahi ya ku ji bo azadiya hemû minrovahiyê têkoşiya bêdawîbû.

Evîn bi rûkenî û wêrektiya xwe di bîra her mirovek de ma

16/10/2016

Evîn Hesekê (Henadî Mihemed Hesen) her kes bi rûkeniyê ew naskiribû, ji ber bibû çavkaniya hêz û moralê di dilê hewirdora xwe de. Dayika wê Ixlas Yûsûf got: "Taybetmendiya wê ya herî balkêş cesareta wê bû. Serê min bi keça min bilinde. Ji ber ku keça min dema parastina welatê xwe dikir şehîd ket. Ev yek ji bo min rûmet û serbilindiye."

Şopdar û evîndara azadiyê: Bêrîtan Cûdî

09/10/2016

Şervana YPJ'ê ya dilgerim û bi coşa azadiyê mezin bûyî Cîhan Osman (Bêrîtan Cûdî) yekemîn jina ku ji bajarê Til Temirê tevlî têkoşînê bûye û di oxira azadiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Got 'mirovahî bi erdê re tê kaşkirin' û ket rê

09/10/2016

Şîrîn Kiliçalp ya di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da got 'Evqas êş tê kişandin, mirovahî bi erdê re tê kaşkirin, ji ber vê ez diçim mîtînga aştiyê' û ketibû rê. Xwişka Şîrînê, Seldayê got: "Tiştên li Haci Lokman Bîrlîk hatibû kirin bandorek mezin lê kiribû. ji ber vê biryara çûyînê da bû."

Gurbetelli Ersoz 22 sal berê gotibû: Ev agir dê we jî bişewitîne

06/10/2016

Berî 22 salan Gurbetelli Ersoz bi manşeta “Dê ev agir we jî bişewitîne” bersiv dabû yên ji wan tirsiyane û rojname bombakiribûn. Gurbetelli li hember tindî û girtinên ser wê berdewam dikirin di sala 1995’an de tevlî nava refên PKK’ê dibe û di 7’ê Cotmeha sala 1997’an de li çiyayên ‘lê dilê xwe nexişandî’ tevlî bêdawiyêbû.

Jînda Ronahî di şoreşa azadiyê de çirûska hêviyê ye

05/10/2016

Çirûska hêviyê Naîle Yûsif (Jînda Ronahî) piştî salên dirêj yên li çiyayên Kurdistanê, li Rojava di berxwedaniya li hember çeteyên El Nusra de li gundê Qestel Cindo jiyana xwe ji dest dide. Bi boneya salvegera bîranîna wê malbat nirxandin kirin.

Sembola rihê berxwedaniyê: Arîn Mîrkan

04/10/2016

Şervana heqîqetê û sembola berxwedaniyê Arîn Mîrkan, li Kobanê hember çeteyên DAIŞ'ê bi çalakiya xwe yê fedayî navê xwe li dîrokê neqişand û got ku "Jina kurd hîna gotina xwe yê dawiyê negotiye. Azadî bi xwestinê tenê pêk nayê."

'Ez bûm dayika hezaran, Rojîn jî bû keça dehzaran'

04/10/2016

Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gevda) 4 sal berê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayika wê Bahar wê rojê vedibêje û wiha got: “Min fêm kir ku ne ez tenê dayika Rojînê mam û ne jî Rojîn keça min. Ez bûm dayika hezaran, Rojîn bû keça dehzaran.”

Ronahî û lêgera heqîqetê ‘Leyla Rizgar’

02/10/2016

Di encama êrîşa ku di 16 Tebaxê de hêzên Esed li Hesekê pêk anîn de Şervana YPJ’ê Axîn Oncel (Leyla Rizgar) bû cangoriya Kurdistanê û jiyana xwe ji dest da. Axîn di temenê xwe yê bîçûk de li hemberî pergala desthilatdar têdikoşiya. Dayika Axînê Husnugulê diyar kir ku Axînê kêfxweşiya xwe jî û tengasiyên xwe jî bi sûrên Amedê re parve dikirin û got ku Arînê di roja xwe ya dawî de bîranina xwe ya dawî nemir kir.

Bûka Kurdistanê ya dilmezin Savuşka Adar

20/9/2016

Malbata Savuşka Adar (Gulcîhan Sonmez) a ku ji çiyayan hez dikir wiha gotin: "Armanca Gulcîhan ew bû ku bibe bûka Kurdistanê û heya dawiyê ber xwe bide. Armanca xwe bicih anî."

‘Bila çavê te li dû nemîne kurê min; Ez her tim di rêya te de me’

18/9/2016

Hanim Yavuzel ya ku kurê xwe Mehmet Yavuzel yê 23 salî ku endamê DBP PM’ê bû di bodruma Cizîrê de winda kir got: “Mehmet, Pakîze, Ferîde naqedin. Nekarin me biqedînin. Yek kesek jî bimîne wê têkoşîn bidome. Koza me jî bimîne wê vê dewletê bişewitîne. Li dijî zilma dewletê kesên ji xwe re dibêjin ez mirovim divê têbikoşe.”

Bêrîvan, wê di qêrîna azadiyê ya jinan de biqîre

07/9/2016

Şervana YPJ’ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de cih girt û got ‘Rabin ser piyan têbikoşin, ev serkeftin wê ya me be’ gihişt nemiriyê, navê xwe li dîroka bajarê qedîm da nivîsî û wê di qêrîna azadiya jinan de her tim hebe.

'Mervanek şehîd ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê'

05/9/2016

Mervan Kaya (Hayrî Durmuş) ya ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest daye piştî 6 mehan ji aliyê malbatê ve hat definkirin. Ligel êşên mezin Gulîstan Kaya bi kurê xwe ser bilinde û wiha got: "Di vê oxirê de Mervanek şehit ket lê bi hezaran Mervan ketin şûnê."

Bi berxwedana xwe gihişt Stêrkan: Şengal, Kobanê û Nisêbîn

03/9/2016

Nerîman Koçhan (Yildiz Gabar) piştî Şengal azad bû şûnde di şoreşa Kobanê de cih Girt û di berxwedana Nisêbînê de meşiya nemiriyê.

Navek wenda ya dîrokê, Lubnaya Kurbayî

28/8/2016

Lubnaya Kurtubayî tenê ye ji jinên ku dîroka wan ji aliyê mêran ve hatiye nivîsîn û cih nedaye serkeftinên wan e. Ew zanyareke ku pirtûkxaneya herî mezin a cîhanê vekiriye, matematîkvan, helbestkar û wergergervane.

Jiyanda li Mînbîcê di rûyê bi ken yê jinan de dijî

28/8/2016

Bêrîvan Cîn (Jiyanda Bîlgeş) ya YPJ'î di pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Berîvan ku bi hezkirinek mezin girêdayê çiya û azadiyê, li Mînbîcê di rûyê bi ken yê her jinê de dijî.

Daxwaza azadî û xwegîhandina heqîqetê ya Destanê

27/8/2016

Sidika Yildiz ku qeder û nivîsa li ser eniyê ji xwe re nekir, bar, li hember hemû zilmên li ser jinê, li ser bîranîna Ekîn Wanê şer kir û li wir bibû destan.

Delîla û dengê wê yê li lûtkeyên çiyan deng dide

24/8/2016

Delîlayê ku dengê xwe ji çiyan, çeman û giran derbasî kolan, qad û malan kir, hunera xwe bi têkoşîna xwe re kir yek. Delîlayê hestên xwe derbasî mîlyonan kesî kir. Delîla 9 sal berê îro jiyana xwe ji dest da û zarokên ku hatin dinê navê wê lê hat danîn, stranên wê li ser zimanan geriya.