'Ez bûm dayika hezaran, Rojîn jî bû keça dehzaran'

Portreler
Cotmeh 04 / 2016



 
Hikmet Tunç/JINHA


WAN – Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gevda) 4 sal berê ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Dayika wê Bahar wê rojê vedibêje û wiha got: “Min fêm kir ku ne ez tenê dayika Rojînê mam û ne jî Rojîn keça min. Ez bûm dayika hezaran, Rojîn bû keça dehzaran.”



Sureyya Aslan (Rojîn Gevda) di 1978’an de li gundê Hindirûnîs a Feraşîna Elkê ya Şirnexê hat dinê. Rojîn di biçûkatiya xwe de rastî zextên dewletê hat û malbata wê di 1989’an de koçî Wanê dike. Di salên 90’î de Rojîn berê xwe dide çiyan. Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Sureyya ku bi salan li çiyan ma di 2012’an de li Geliyê Doskî ya Geverê di 4’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Sureyeyê ji aliyê hevalên wê ve li Geliyê Doskî hatibû definkirin û malbata wê cenaze anîn li Şehîdgeha Mehmet Goyî û Rojîn Gevda definkirin.



‘Ti xeyalek bûy Çarçela’



Sureyyayê di rojnivîskek xwe ya Çarçela de hesreta xwe ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha anîbû ziman: “Xwezî Rêber Apo ti jî li vir bûna. Me bi sekna te ya heybet dem derbas kiriba. Ti ji bom in xeyalek bûy Çarçela, hem ji bo min û hem jî ji bo hevalên gihiştine şehadetê. Me jiyan û rêhevaltî ji Rêber Apo hîn kir. Jiyanek hebe ew jî bi Rêber Apo pêkane.”



Teslîmê qirkirinê nebû



Hevala wê ya têkoşînê Emîne Erciyesê ji bo Sureyayê wiha gotibû: “Hevala Rojîn rihê berxwedan û azadiyê ji kokên dîrokê girtibû. Ya ku ew kişan PKK’ê jî ev bû. dîtina PKK’ê ya Rojîn hevalê ji ber vê yekê ne zehmet bû. di zarokatiya wê de pîvanên wê yên azadiyê tûj bûn. Di salên hevala Rojîn tevlî bû de rêbazên hevale li dijî gelê Kurd hebûn. Lê hevala Rojîn di temenê biçûk de teslîmê qirkirinê nebû.”



‘Çiya ji min baştir li keça min mêze kir’



Dayika wê Bahar Aslanê got piştî keça wê tevlî PKK’ê bûye şûnde di 2007’an de ew dîtiye û got: “Dema min ew dît ez gelek giriyam. Ez serbilind bûm. Çiya gelek baş li keça min mêze kiribû. Sankî Rojîn li çiya hatibû dinê. Piştî salan şûnde mine w dîtibû. Keça min ya biçûk mezin bibû. Ez digiriyam lê ew bi serbilindî ligel min runişt. Digot dayê negirî ez li vir ne tenê me.”



‘Ez hîna berxwe didim’



Baharê got keça xwe birîndar dîtiye û got wekê ku j imin re bêje ‘binêre ez hîna berxwe didim’ bi kêf bû û wiha got: “Derfet çênebû ku ez bi keça xwe re bijîm. 20 sal emreke. Kenê keça min neguherî bû. fizîka wê di her wêneyê wê de diguherî.”



Baharê diyar kir ku agahiya mirina keça xwe ji televîzyonê girtiye û got: “Her kesî agahî bihist hat cenazeya wê. Min fêm kir ku ne ez tenê dayika Rojînê me û ne jî ew keça min tenê ye. Ez bibûm dayika hezaran, Rojîn bibû keça hezaran.”



Hevala wê ya zarokatiyê Ayşe Aslanê jî got: “Li zozanan dema me bi hev re derbas bû. em lîstikan dilîsitn. Me xeyal dikirin. Em carna dibûn gerîla, carna dizewicîn. Rojîn jinek bi cesaret bû. Rojîn di dilê hezaran de bû leheng.



Birayê wê Mehmet Alî jî got xwişka wê gelek bi cesaret û aktîf bûye û got di lîstikan de Rojîn her tim bi ser dike. 



(ng/hu)