Bêrîvan, wê di qêrîna azadiyê ya jinan de biqîre

Portreler
Îlon 07 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN – Şervana YPJ’ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) ku di pêngava azadkirina Mînbîcê de cih girt û got ‘Rabin ser piyan têbikoşin, ev serkeftin wê ya me be’ gihişt nemiriyê, navê xwe li dîroka bajarê qedîm da nivîsî û wê di qêrîna azadiya jinan de her tim hebe.
 
Şervana YPJ’ê Bêrîvan Bartu (Hîra Solîn) ku dilê wê bi evîna azadiyê şewitî, li Mînbîcê nemir bû. Bêrîvan di 1989’ab de li gundê Xumar a Şaxa Wanê hat dinê. Dayika wê Leylî Bartu keça xwe vegot. Leylî keça xwe vegot û diyar kir ku ger hun bixwazin kesekî nas bikin li sekna wê ya jiyanê binêrin.
 
‘Dewletê li her derê zilm li me kir’
 
Malbat di salên 90’î de ji gundê Xumar a Şaxê koçî Tarsûs a Mêrsînê dike û li vir jî rastî zext û îşkenceya hêzên dewletê tê. Leylî zexta hatiye kirin vegot û got ji wê demê de hîna êşa îşkenceyan li bedena wane. Leylî da zanîn ku hêzên dewletê her tim bi ser mala wan de digirt û wiha berdewam kir: “Me li wir jî zilm dît. Her tim bi ser mala me de digirtin. Îşkence li me dikirin.Ez ducanî bûm. Ez ji şaneşînê avêtim. 10 rojan ji ber darbeyên min girtî zaroka min bê tevger ma. Min got belkî zarok miriye.Me pirsgirêkên mezin jiyan. Hevjînê min xistin binçavan. Me demek dirêj ji hevjînê min agahî negirt. Me di 1996’an de dîsa koçî Wanê kir.”
 
‘Nediket bin serdestiya mêr’
 
Leylî got Bêrîvan keça wê ya herî mezin ya ji 7 keçên wê ye û got: “Dema Bêrîvan çû 17 salî bû. keçek bi biryar û serbilind bû. Ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin. Bi cidiyetek mezin nêz dibû. Karê xwe pir baş dikir. Gelek jîr bû. girêdayê kesî nedijiya. Digot jin dikarin mafê xwe biparêzin, xwedî hêzin.” 
 
‘Wê rojê cuda xweşik bû’
 
Leylî da zanîn ku keça wê roja ku çûye cuda xweşik bûye û wiha got: “Cilên xweş li xwe kiribû. wê rojê derketibû derve ji xwe re eşofman û pêlavên sporê girtibû. Ji min re got dayê ez diçim cem hevala xwe. Carek din venegeriya.Ez bi rojan derketim çiyayê gund. Min got belkî ez şopa wê bibînim.” 
 
‘Ji ber DAIŞ têk bir ez kêfxweşim’
 
Leylî wiha pê de çû: “Bêrîvan piştî hefteyekê li me geriya û got ‘ dayê ez li cihekî bi ewleme, min mereq nekin’.4 sal di ser de derbas bû min agahî wekê din jê negirt. Bêrîvan çûye Kobanê û li wir li dijî DAIŞ’ê şer kiriye. Her tim li me digeriya digot ‘azadiya Kurdistanê nêze .’ Ez bi keça xwe serbilindim. Ji ber keça min kesên derdora me ji me re rêzdar bûn.”
 
‘Wijdana min vê zilmê qebûl nake’
 
Meta wê Gulbahat Komî jî got ew bi Bêrîvanê re wek heval bûye û got: “Bêrîvan pir di bin bandora xwişka min de ma. Xwişka min gerîlaya HPG’ê bû. Xwişka min di 2005’an de hat Amedê, hatin girtin. Bêrîvanê jî got ez çeka meta xwe li erdê nahêlim. Dîsa ciwan li pey panzêran hatibûn kişandin. Bêrîvan gelek di bin bandora vê de ma. Digot ‘wijdana min qebûl nake.’ Rojekê ez çûm mala wan. Me çay vexwar. Cilên xwe yê herî jê hez dikir da min. Min got çima ti didî mîn. Got ezê biçim. Min ew cidî nedigirt. Roja çû hat mala me ez maçî kirim. Dema ji derî derket got min jibîr nekin.
 
‘Li dijî zilma DAIŞ’ê şer kir’
 
Xaltiya wê Nurten Bartu jî bi gotina ‘bila ji Bêrîvanê re helal be’ dest pê kir û got: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek mezin da meşandin. Ez bi cesareta wê serbilindim. Dewletê bi DAIŞ’ê re hevkarî kir. Bêrîvan li me digeriya û got ‘rabin ser çiyan û têbikoşin. Serkeftin ya me ye.” 
 
(htk-db/hu)