Nameya Reyhan Cabbarî ya dawî: Dayê negrî û guhdar bike...

Portreler
Cotmeh 29 / 2016


 

 
JINHA 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Reyhan Cabbarî berî du sal di meha cotmehê de ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Reyhan di nameya xwe ya ku ji dayika xwe re nivîsi de wiha digot "Tenê xwestekek min ji te heye dayê. Negrî û guhdar bike.Ev dûnya ji me heznekir û ez ji vê qaderê naxwazim. Min li bin axê vî welatî de veneşêre... Ez naxwazim tu cilên reş li xwe bikî. Bila ba min bigre û biçe..."
 
Li hember dîroka pergala desthilatdariya mêr ya ku dixwaze hebûn û hêza jin biçewsîne, jin her serî hildaye û dîrokên xwe bi îsyanan neqişandine. Yek ji van jinên îsyankar Reyhan Cabbarî ye. Reyhan di 19'e saliya de li hember tecavûzkarê xwe parastina xwe ya rawe pêk anibû. Di sala 2009'an de hat girtin, 5 sal her ku derdiket pêşberî dozgeriyê digot 'min parastina xwe ya rewa pêk aniye' lê belê hişmendiya ku bi pergala desthilatdariya Îranê mezinbûye bawer nekir. Reyhan ji ber ku tecavûzkarê xwe kuşt, hat darvekirin. Ligel ku jin li her çar aliyê cîhanê ji bo Reyhanê ket tevgerê jî rejîma Îranê di cotmeha 2014'an de bi dar ve kir.
 
Reyhan ji ber hat girtin di roja yekem de li hember şîdet û pergala desthilatdariyê porî xwe birî û berî bê dar ve kirin nameya ku ji dayika xwe re nivîsiye wek mîrateyek ji tevahî jinan hêşt. Rehhan bi gotina "Ev dûnya tu car ji me heznekir...Ev welatê ku te bi heskirina wê ez mezinkirim tu dem me nepejrand" û bi van hevokan di nameya xwe de qala derazê bê edelet dike: 
 
"Dayika mina hêja şolîh 
 
Iro min bihîst ku dora min hat ku ez beramberê qenarçiyan bi sekinim. Ez gelek têşim ku, te bi xwe ji min re ne got kû, ez gihame rupela dawîyê, ji pirtûka jiyana xwe. Ma ti jî ne bi min reyî, gerek dikir ku, min zanî ba? Ti zanê ku niha çiqas şermdikim û li ber xwe dikevim. Ji êş û liyaniyên ku min ji te re çêkirî. Çima te derfetek ne da min ku ez destê te û yê bavê xwe, maç bikim? 
 
Cihanê hişte ku ez bijîm heta temenê 19'an. Heya ku ew şeva xerab û reş hat. Di wê şeva ku gerek dikir ez hatibam kuştin. Wê canê min di qorziyek kolanên bajêr de hatiba avêtin û piştî çend rojan wê polîsan bang kiriban te da ku ti biçê bîroya bijîşkên şeriyî û teyê li wir cenazê min nas bikra û zanî ba ku keça te hatibû tecawiz kirin . Yê kûjer wê ne hatiba naskirin. Ji ber ku me ne bi qasî wan pere yan jî hêz heye. Ji bo vê teyê jiyana xwe tev bi êş û arzaran derbaskiriba û ev êş wê biba sedema ku ti zû biçûya li ser dilovanîya xwe û li wir wê her tişt bi dawî bi ba.
 
Bes dîsa jî û piştî wê derba mezin jî ,çîrok bi temamî hat guhertin. Canê min di qorzîkî de ne hat avêtin. Ez birim zindana Evîn . Di odê yekane de. Zindana ku wek tirba ku li şehrayî. Bes ti baş dizanê ku mirin ne dawîya jiyanê ye.
 
Dîya min a delal ; te ez hîn kiribûm ku dema yek ji me tê vê cihanê di bê ku fêrî dersan bi bê û tecrûban bigrê û berpirsiyartiyê her xudê danekî dikevê li ser milê kesayêtên din. Tê bîra min ku te carekî ji min re gotibû 'dema insan bixwazê ku nirxekî wî hebê gerek dikê ku gelek xwe bêşînê , ked û hewildanekî mezin bidê , ku gerek bikê jî wê jiyana xwe jî bi qorbana vî nirxî bikê'. Te ez hîn kiribûm ku dema ez biçim dibistanê gerek dike ku ez kêrî xwe hebim û ez beramberê zehmetî û nexweşîyan jinekî xurt bim. Tê bîra te çiqas li ser şêwazê jiyanê me hişk disekiniya . 
 
Tecrûba te rast bû. Lê belê dema ev bûyer çêbû tiştê ku te ez hîn kiribûm û yê min ku di jiyanê de girtî, têra min nekir. Dema ez pêşwazî dadgehê kirim, ez weka ku kujerek derxistim pêş û gunehbarek bê rehm. Min rondik ne barand. Min destê xwe direjî kesekî ne kir. Ez di hindirê xwede jî ne giriyam. Ji ber ku baweriya min bi zangonan hebû. Ku wê edeletê bi meşînin. 
 
Lê mixabin ez beramberê sûcekî din hatim. Ew jî ku ez bê xemim di beramber ê buyer ê de. Nêzîkbûnê min ji mêran re wek ku ez nêzîkî heyîwanan dibim hate şirovekirin. Yê dadrêz jî li xwe zehmet ne kir ku bi çavekî rastiyê li bûyerê binêrê. Ku di dema bûyerê de û ji bo ku ez xwe biparizim tenê neyînokên min yê dirêj û gelek hişk û tûj hebûn.
 
Ew kesên ku li benda edaletê ji dadrêzan dikin çiqas bi hêvîn e! Piçek dudilî jî ne ket dilê wî de ku bizanibê destên min ne hişkin wek destên leyîstokvanên kolmvanan. Ev welatê ku te heskirina wê di dilê min de çandî, ti cara ez ne xwestim . Ji ber ku dema ez di bin lêdanên dadpirsan de bûm, digrîyam gotin û sixêfên herî ne baş min dibhîst. Min kesek li derdora xwe ne dît ku destekê bidê kolên min. Dema min li ser xwe nîşana dawî ya xweşkbûnê rakir û min pora xwe kurkir. Ez hatim xelat kirin bi 11 rojan zindan di zindanê yekane de.
 
Dayika mina hêja şolîh
 
Hêvîdikim ku ti negrî dema ku ti niha van gotinan dibihîzê. Di roja yekê de dema ku yê polîs ez ceza kirim. Ji ber neyînokên min bû. Min femkir ku xweşik bûn û bedew bûn ne ewqas tê daxwazkirin û ne tiştekî balkêş e. Di vî demî de, ne bedewbûna pergalan û ne jî bedewbûna raman û xwestekan û ne jî nivîsên destan yên xweşik û ne jî xweşik bûna çavan û dîtinan, ne jî xweşbûna dengê bedew…
 
Dayîka mina hêja; ramanên min hatin guhertin. Tu ne perpirsiyarê vê yî. Gotinên min bi dawî nabin. Min nivîsên xwe tevahî daye kesekî. Dema ku ez werim bi darvekirin. Bê ku ti bizanibê û amede bibê. Wê bide te. Min gelek nivîs ji te re hiştine. Nivîsên ku min bi destên xwe ji te re nivîsandine. Da ku bibin bîranînên min gel te.
 
Lê belê berî ku ez bimrim, ez tiştekî tenê ji te dixwazîm. Gerek tu vî xwestekî bi tevahî hêza xwe û bi her awahî ji min re pêk bînî. Bi rastî ev tişt ew e ya ku tenê ez ji vê dûniyayê û ji we û ji welatê xwe dixwazim .
 
Dayîka mina dilovan tişta herî giring di jiyana min de ew e ku ez na xwazim di bin axê de bi rizim û bihin bi min bikevê. Ez na xwazim çav û dilê min yên ciwan bibin toz û ax. Ji bo vê rica û hêviyên min ew e ku hun her tiştî amede bikin. Dema ku min darve bikin , hun dilê min û gurcîskên min û çavên min û hestiyên min û her endamekî min ku were çandin, ji dûrî canê min. Hûn diyarî bidin mirovên ku pêwîstiyên wan bi van endaman hebin. Ez naxwazim yê ku endamê min bigihiyê navê min bi zanibê û ne baxek gul ji min re bikirê û ne jî ji min re diaa bike. 
 
Bi rastî naxwazim ku tirbeka min hebê ku tu timî were ser. Tê biqehrê û tê bigrî. Ez naxwazim ku ti cilên reş wergirînê. Hewilbide ku ti rojên minê zehmet ji bîr bikê û min bide bayekî xort ta ku min dûr bibê. 
 
Vê cihanê ji min hesnekir. Ez teslîmê qederê nabim. Mirinê hemêz dikim , ji ber ku di dadgeha yezdan de ez ê dadpirs û dadrêz û dadrêzên dadgeha bilind di welat de gunehbar bikim û kesên kû dema ku ez şiyar li min didan. Tevahî şêwazên ku min pê aciz bikin û bêşînin kar di anin... Di cîhana din de ez û te em ê derdoran gunehbar bikin û wê ji dervên me bibin gunehbar. Ka bihile em bibînin, ka xudê çi dixwazê. Ez ji te hesdikim
 
(fk/rc)