Daxwaza azadî û xwegîhandina heqîqetê ya Destanê

Portreler
Tebax 27 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN –  Sidika Yildiz ku  qeder û nivîsa li ser eniyê ji xwe re nekir, bar, li hember hemû zilmên li ser jinê, li ser bîranîna Ekîn Wanê şer kir û li wir bibû destan.
 
Lêgerîna azadiyê Sidika Yildiz (Destan Rustem) di temenê biçûk de  rolên li jinê hatibû ferzkirin lêpirsîn kir û  hesreta xwe ya azadiyê li çiyan bêdawî kir. Sidika  di pevçûna  li Dêrsîmê ku ji bo bîranîna Ekîn Wan ya YJA Starê hatibû destpêkirin de jiyana xwe ji dest da.  Ekîn wan di 10’ê Tebaxê de hatibû qetilkirin û 17 roj şûnde yanî di 27’ê Tebaxa 2015’an de Sidikayê jî jiyana xwe ji dest da.  Sidika li gundê Xaçkan a Elbaka Wanê hat dinê.  Sidika xwedî keseyek serhildêr bû.  Sidika  ferzkirinên civakê qebûl nekir û li dijî gotinên wekê ‘ nivîsa eniyê, qederê’ bi bertek bû.
 
‘Hêvî ji serkeftinê bi nirxtire’
 
Xwişka wê Munevver Yildizê, behsa Sidikayê kir û wiha got: “Ez wê pîroz dikim. Xwezî ez wek wê bûma. Sidika li dijî zîhniyeta paşverû serî hilda.  Sidika di serdemek şaş de hatiye dinê.” Muneverê nivîs û wêneyên ku Sidikayê xêz kiribû da gel hev û got: “Hêvî ji serkeftinê bi nirxtire.”
 
 'Dema hespa wê mir, wê şîr girê da’
 
Muneverê  got ji ber çavkaniya debara wan bazirganî bû, hesp xwedî dikirin û wiha pê de çû: “Sidika her tim li hespan siwar dibû.  Hespek wê hebû. Lê siwar dibû û direvand.  Wê demê hemû cîhan dibû ya wê. Deqeyek wê hespa xwe nedisekinî.  Rojekê birayê min hespa wê bir mazotê.  Di sînor de leşkerên Îranê gulebaran dikin.  hespa Sidikayê jî dibe hedef.  Sidikayê xwest biçe sînor hespa xwe bibîne lê ji ber ewlehiyê me nehişt. Lê rojekê ew bi hevalên xwe re diçe sînor hespa xwe dibîne û bi saetan digirî.”
 
‘Birîna jina Kurd kewand’
 
Muneverê wiha got: “Xeyala Sidikayê doktorî bû.  lê berê xwe da çiyayê azad. Yanî di esasê de birîna kangrenî bûye ya jina Kurd kewand.  Belkî xeyalên xwe li nexweşxaneyek fermî pêk neanî lê di dibistana jiyanê de birîna dayikên Kurd kewand.”
 
‘Lî dij pergala feodel serî hilda’
 
Muneverê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Elbaqê mafê afatinê ya jinê tine. Me ev wek qeder didît. Lê Sidika ne wisa bû.  piştî bavê min jiyana xwe ji dest da, birayê min bi raye bû.  Em ji gotina wî dernediketin. Rojekê gazî Sidikayê kir, Sidika neçû. Ji me re got ‘Ez ti car terza jiyana we qebûl nakim’.”
 
Muneverê got: “Roja çû ji dayika xwe re got ez diçim dibistanê û carek din agahî jê nehat girtin.  Salek piştî çûyîna xwe her tim name şand. Çend wêne şandibû.  Di nameya xwe ya dawî de gotibû ‘nameyên min û rojnivîskên min veşêrin.’ Di nameyên xwe de gotibû ‘wê rojek azadî bê ser vê xakê û emê hemû bi hevre bin.” 
 
(htk/ng/hu)