Portre

Sîbel Yalçina li dijî teslîmiyetê destan nivîsî

10/6/2016

21 sal berê Sîbel Yalçin li Okmeydani bi polîsan re ket pevçûnê û di 18 saliya xwe de mirin têk bir û li banga teslimiyetê bersiva ‘Hun teslîm bibin’ da û hişan de cihê xwe girt. 21’emîn salvegera qetilkirina Sîbel Yalçin ku li dijî teslimiyetê berxwe da û bû destan. Gotinên Sîbelê yên ku beriya bê qetilkirinê wiha bû: “We li ku dîtiye ku em teslîm bûne.”

'Bi kelecaneke mezin em berbi gundê xwe Herîdanê ketibûn rê’

08/6/2016

Rozerîn jinek ciwan ya 17 salî. Wêneyan dikişîne, helbestan dixwîne, wêneyan xêz dike. Ji helbesta Nazim Hîkmet ya ‘Têkildarî jiyanêde’ bi bandor bibû. Ji ber vê ji Sûrê dûr nema. Di projeyek xwe de behsa rêwitiyeke berbi gundê xwe Herîdan, ku 5 meh şûnde li rêwitiya bê dawî hat oxikirinê, dike. Dayia wê Fahriyet got: “Oxir be keça min ti êdî aydê van deranî, ti emanetê gundê xwe ye. Ez mafê xwe li te helal dikim. Şehîda Kurdistanê, keça Kurdistanê.”

'Hevala Arjîn ya por sipî …'

03/6/2016

Fatma Demîr ya YJA STAR’ê xeyala xwe ya herî mezin di 23 saliya xwe de pêk anîn û ew ‘Hevala Arjîn ya por sipî’ a her kesî bû. Fatmayê 15 salên xwe da têkoşîn azadiyê û dema di bombebara Qadê Parastina Medya de jiyana xwe dest da, gelek tişt li pey xwe hişt.

Binevş Gabar a Nisêbînê li hember koletiyê bêmirinbû

01/6/2016

Dayika endama YPS-JIN Filiz Yagiz (Binevş Gabar) a ku li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin Zubeyde Yagiz diyar kir ku Binevş li hember pergala ku kolekirinê ser jinan ferzdike tevlî refên azadiyêbû.

Têkoşîna ji Elmanyayê dirêjî Kurdistanê bû: Uta Schneîderbanger

30/5/2016

Şoreşgera Enternasyonel Uta Schneiderbanger, di temenê xwe yê ciwan de Teolojiya Azadiyê nas kir û bi bandara vê re bi prensîbên xwe jiyaye, di tevgera dagirker de cih girtiye, femînîsteke lezbiyen ya li dijî girtiyên siyasî û civakî eleqe nîşandaye bû. Utayê çiyayê azadiyê wek heqîqet nîşan daye û têkoşîna wê ji Elmanyayê heta Rojhilata Navîn dirêj dibû.

Amarayên nû hatin dinê, piştî Ekînê di berxwedana Kurdistanê de ne

29/5/2016

Ekîn Ceren Dogruak (Amara) ya PKK’î li Herêma Federal a Kurdistanê di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da bû. Di jiyana xwe ya ku kurt berdewam kir de hemû xweşikahî hewandin û di heman demê de barekî mezin da ser milê xwe û berdewam kir. Dayikê wê Hulya û bavê wê Nusret Dogruak, diyar kirin ku têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya Ekîn Cerenê îro li Kurdistanê bi berxwedanên rêveberiyên xwser didomin.

Kûlîlka Çiyayê Kurmênc Meryem Mihemed

27/5/2016

Şervan û fermandarên YPJ'ê bi armanca rasthatina salvegera bîranîna Endama Konseya Leşkerî ya YPG û YPJ'ê Meryem Mihemd nirxandin kirin.

Sonay, Nucan, Roza, efsûneke ku xwe li Sûran da hîskirin…

27/5/2016

Ew Rozaya Kanasî ya Sûra wek bajarê herî zêde li hember zilmê berxwe dayê bû. Şoreşgeriya ku di rê xwe de bicih kir, li ku derê agir hebûya diçû wir. Sonay Engîn (Nucan Malatya) kedkara mucîzeya li Kobanê hatiye afirandinê bû û piştre berê xwe da Sûra Amedê. Bi berxwedana xwe ya 103 rojan bû efsûnî û navê xwe li Sûrên Amedê heta bêdawiyê got.

Arjın a ku azadî di stran û stêran de didît

27/5/2016

Arjin Çem a ku azadî di çiyayan de didît digot: "Di nava gerila de herî zêde ez ji sohbetên li ber kozên agir dibiniya roniya sitêr û heyvê de bandordibim. Her tim hestek wiha bi min re çêdike; azadiya rasteqîn eve." Arjin di 28'ê Gulanê de li Tendurekê çavê xwe li jiyanê girt û tevlî sitêrkanbû.

Îradeyek ji çelîk Hediye Kulter: Parçe parçe bikin jî…

27/5/2016

Hediye Kulter ya dema ji Şirnexê derdiket bi 5 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da hîna 16 salî bû. Hediyeyê li pey xwe îradeyek ji çelîk û gotinên ‘Min soz da partiyê. Min parçe parçe jî bikin ez ji soza xwe venagerim. Ezê ligel hevalên xwe bim.’hişt.

Bêrîvan Qelender: Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêl wê jî bidin

26/5/2016

Şervana YPJ'ê Bêrîvan Qelender, bi têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînaka jiyanê. Bêrîvana ku di ferqa lêgerîna xwe yê azadiyê de bû, wiha gotibû, "Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêl wê jî bidin."

Li pey Pinara ku bi barana Gulanê re çû…

24/5/2016

Pinara di şeva xwe ya dawî de got ‘bîhna guleyê xwe li bedena min pêça’ û ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin, bebika biçûk Avşîn ji stranên kurdî yên dayika wê bêpar hişt.

'Xeyala herî mezin a Asyayê Kurdistana azad bû’

16/5/2016

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku li Cizîrê di bodruma hovîtiyê de got ‘ez dayikim, ez nekarim zarokên xwe berdim’ û heta dawiya jiyana xwe têkoşiya û bu sembola berxwedana rêveberiya xweser a Botanê, ji aliyê jinan ve hat vegotin. Jinan diyar kir ku xeyala wê ya herî mezin Kurdistana azad bûû got: “Asyayê îspat kir ku jinên Botanê pêşengiya civakê û siyasetê dike. Bi Asyayê re jinên Botanê ji şoreşê re pêşengîkir. Asyayê malbat û zarokên xwe hişt, lê hemû zarokên Kurdistanê hembêz kir.” Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel di bodroma hovitiyê de hat qetilkirin û bû sembola berxwedana rêveberiya xweser, ji aliyê hevalên wê yên jin ve hat vegotin.

Jinek, hunermendek, şoreşgerek: Hozan Mizgîn

10/5/2016

Wê, bi melhefa xwe mîkrofon girt, êşa jinan bir dengê û bû nûnera herî girîn a hunera şoreşger. Hozan Serhat bi gotinên ‘Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng’ ew bibîranî. Xwedî dengê ku li lûtkeyên çiyan deng da Hozan Mizgîn, ev 24 salin ji gihiştiye şehadetê. Stranên Mizginî hîna ji bo zarokên Kurdan tê lorandin, ji bo jinên ciwan jî dibe qêrîna azadiyê.

Jinên Rojhilat: Şîrîn ji bo me sembola berxwedanê ye

08/5/2016

Jinên Rojhlatê Kurdistanê di derbarê têkoşîna Şîrîn Elemhulî de wiha gotin: "Şîrîn Elemhulî bi têkoşîna xwe bû nimuneya jiyana azad û tu car ji zilmê re serî nizim nekir."

Sîdar di 19. saliya xwe de ber bi nemirinê ve meşiya

07/5/2016

Endama YPS-JIN Sîdar Ziyanek ku got ‘ez ne xayînim, ez bernamdim’ û li Nisêbînê jiyana xwe ji dest da, di 19’ê rojbûna wê de ji aliyê jinan ve tê vegotin. Dotmama Sîdarê, Hanim Çelîk got: “Xeyalên wê parêzertî bû. Lê di nav evqas bê edeletiyê de ne parîzerî, li qadên rêveberiya xweser şervanî tercîh kir.

‘Nuda gihişt heqîqet û xweşikahiya ku lê digeriya’

06/5/2016

Hamdiye Onen (Nuda Karker) ya YJA STAR’î ku jiyana xwe bi lêgerîna heqîqetê derbas kir, di 8’ê Gulana 2011’an de li Dêrsîmê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Xwişka wê Melîha ku du sal şûnde xwe gîhand cenazeyê wê, wiha got: “Xeyalên xwişka min yên di lêgerîna heqîqet û xweşikahiyê de rast bûn. Xwe gîhand heqîqet û xweşikahiyê.”

Xudawenda dildara berxwedanê Rojevin

25/4/2016

Malbata Endama YPS-JIN Evindar Kiliçarslan (Rojevin Garzan) ya ku li Geverê di êrîşên hêzên dewletê de jiyana xwe jidest dayî bi gotina wê ya 'Xudawenda dildara berxwedanê' dest bi nasandina wê kirin. Malbatê diyar kirin ku Rojevin zarokek heskiriya xwezayêbû. Malbatê da zanîn ku Rojevin li dijî mirina mirovan bû lê ji bo parastina gelê xwe çek hilgirt.

Duygu Asena ku têkoşîna xwebûyînê dide...

19/4/2016

Rojnameger-nivîskar û jina femînîst Duygu Asena, bi têkoşîna xwe yê li hember jiyanê tê nasîn. Duygu bi gotina, "Hûn ji min fêm nakin, ez têkoşîna xwebûyînê didim. Dixwazim bi navê xwe bêm bîranîn. Ji mêran tenê hêviyê min dostbûyîne. Dostbûn jî bi rêz û wekheviyê pêk tê. Li şûna ku wekhevî nînbe herdu jî li holê nînin" li pay xwe têkoşîna jiyanê hêşt.

'Tekoşîn peyîwira me jinan a bingehîne'

15/4/2016

Ji jinên di demboriyê de li hember sazumaniya feodal jiyana xwe guhertî û hêza xwe ya cewherî derxistî holê gulsum Gureş diyar kir ku bi tekoşînê re ew ketiye ferqa zoriyên jinan di nava feodalîzmê de û wiha got: "Divê bi her awayî tindî û şideta ser jinan bê zanîn. Jinên rastî ti zoriyan nehatibe jî divê ji bo jinên dinê tekoşînê bikin, ji ber ku tekoşîn peyîwira me ya bingehîne. Di jiyana jinê de tekoşîn ji nan û avê zêdetir pêwîste."