Duygu Asena ku têkoşîna xwebûyînê dide...

Portreler
Nîsan 19 / 2016


 

 
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
 
STENBOL - Rojnameger-nivîskar û jina femînîst Duygu Asena, bi têkoşîna xwe yê li hember jiyanê tê nasîn. Duygu bi gotina, "Hûn ji min fêm nakin, ez têkoşîna xwebûyînê didim. Dixwazim bi navê xwe bêm bîranîn. Ji mêran tenê hêviyê min dostbûyîne. Dostbûn jî bi rêz û wekheviyê pêk tê. Li şûna ku wekhevî nînbe herdu jî li holê nînin" li pay xwe têkoşîna jiyanê hêşt.
 
Duygu Asena a ku têkoşîna xwebûyînê daye di 19'ê Nîsana 1946'an de li Stenbolê ji dayîk bûye. Duygu di nava jiyana xwe de têkoşîna xwe yê femînîst bi nivîsa pirtûkan neqş kiriye. Duygu a ku li Zanîngeha Stenbolê Beşa Pedagojî a Fakulteyê Wêje û Ozel Kız Kolejiyê qedandiye, du sal wek pedagog xebat kiriye. Duygu di sala 1972'an de li rojnameyê Hûrriyetê xebat daye meşandin û di sala 1976-78'an de jî li Ajansa Man nivîskariyê kiriye. Duygu di sala 1978'an de li Yayin Gelişimî dest bi xebatê dike. Duygu di nava jiyanê de her dem ji bo jinan nivîs kiriye û têkoşîn daye.
 
Di pirtûkên xwe de têkoşîna jinan neqişkir
 
Duygu piştî rojnamegertiyê pirtûka "Navê Jin tune ye" (Kadının Adı Yok) girt pênûsa xwe û bi vê pirtûkê navdar bû. Ji ber zîhnieta desthilatdariyê di sala 1998'an de bi îddîayê pirtûk mustehcene hat qedexe kirin. Duygu ji bo pirtûkê xwe jî du sal têkoşîn kir û di encamê têkoşînê de bi serket. Duygu piştî têkoşîna hiqûqî pirtûka Atif Yilmaz girt fîlmê. Pirtûka duyem yê Duygu "Evînî Tune ye" (Aslında Aşk da yok) bû. Pirtûka ku 36 car tê çapkirin, li Almanya, Hollanda û Yûnanistanê jî rastî eleqeyek mezin hat. Dûvre Duygu bi giranî pirtûkên xwe ser jinan nivîsî.  Duygu a ku ji bo mafê jinan têkoşîn kirî, di kovara Kadınca Dergiyê de nivîsên ku balê bikêşe ser şîdeta mêr nivîsiye. Duygu di encamê nexweşiyek û tedewiyek demdirêj de, di 27'ê Tîrmeha 2006'an de jiyana xwe ji dest dide. Têkoşîna Duygu piştî mirina wê jinan dewir girt.
 
(rc)