Jinek, hunermendek, şoreşgerek: Hozan Mizgîn

Portreler
Gulan 10 / 2016


 

 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Wê, bi melhefa xwe mîkrofon girt, êşa jinan bir dengê û bû nûnera herî girîn a hunera şoreşger. Hozan Serhat bi gotinên ‘Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng’ ew bibîranî.  Xwedî dengê ku li lûtkeyên çiyan deng da Hozan Mizgîn, ev 24 salin ji gihiştiye şehadetê. Stranên Mizginî hîna ji bo zarokên Kurdan tê lorandin, ji bo jinên ciwan jî dibe qêrîna azadiyê.
 
Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi xeta hunera şoreşger ya temsîl dikir, bû nûnera kevneşopiyek girîn û ev 24 sale jiyana xwe ji dest daye. Di 1962’an de li Êlihê ji dayik bû û piştî darbeya  1980’ê tevlî tevgera azadiya Kurd bû. Di 1983’an de li Ewropayê di pêşketin û rêxistibûna hunerê de kedek mezin da û di xebatên avakirina hunerkomê de cih girt. Piştre berê xwe da çiyan û di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Her çiqas di ser şehadeta wê de 24 sal derbas bibe jî, bi taybet stranên wê yên ‘lo hevalo’, ‘hawar gundîno’ hîna li ser zimanan digerin. Hozan Mizgîn di rêça hunermendeke ku wekê wê li dijî rolên li jinê hatine ferzkirin têkoşiya, diçe. Stranên wê guhdarî dikir û distiriya.  Mizgin stranên Ayşe Şanê guhdar dikir û digot. Mizgîn her wihabi stranên ku Hozan Serhad nivîsîn yên wekê ‘Mizgina Çeleng, xwedî nav û deng’ di mêjiyan de ma.
 
‘Êşên jinên kurd vedigot’
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hozan Mizgîn bi van gotinan vedigot: “Ew keçikek ku PKK’ê afirandibû.  Di temenê biçûk te beşdarî me bû.  Keçikek ku layiqê PKK’ê bû.  Keçikeke li gorî pîvanên PKK’ê bû.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Alî Haydar Kaytan ku Mizgîn di 1981’ê de nas kir , Mizgîn wiha vegot: “ Jinek bû, hunermendek bû û şoreşgerek bû.  Nûnera dema herî bi êş ya dîroka jinên Kurd bû. Mirov dikarin wê wek zaneya êşan bidin nasîn. Êşa jinên kurd, zext û zilma li ser jinên Kurd bi awayekî xurt temsîl dikir. Ew jinek şoreşger, hunermendek, mîlîtana partiyê û gerîlayek bû.  Ev her sê taybet jî di kesayeta xwe de şênber dikir. Wateya vê eve ku keseyek giştî di rastiya xwe de şênber kiribû. Hinek bi rehetî dikarin wisa bêjin: Şoreşgerî, hunermendî û gerîlatî ji hev cudane. Zemîna gerîlatiyê çiya, ya hunermendiyê jî bajare.  Hevala Mizgîn bi rastî jî nîşan daye ku ev nêzîkatî ne raste, ev di zemîna hunera xwe de nîşan da. Bi hemû qadên têkoşînê re eleqeder bû û xebitî.  Di her şoreşgerekî de dibê ku aliyê hunerî hebe. Di vî alî de Hevala Mizgîn bi terza xwe ya hunera şoreşger yek ji kesên herî bi nirx ya têkoşîna me ye.  Jina azad, şoreşgerî û huner di kesayeta xwe de şênber kir.
 
‘Dikarî îqna bike’
 
Mizgîn aku her tim dixwend agahiyên xwe bi malbatê re parve dikir. Xwişka wê Şukran Akşe di roportaja xwe de Mizgînê wiha vedibêje: “Wê demê xebatek mezin hebû. Beriya darbeya 12’ê îlonê gele heval hatin girtin. Lêgerîna wan jî hebû.  Ji ber jî salekî tevî ku li bajar bû nehat malê. Axaftinên Egît, tiştên ku dixwest ragîhandina, her tim Mizgînê dianî û dibir. Egît deşîfre bibû.  Îhtîmala girtina wî zêde bû.  Mizgînê dikarî îqna bikira.  Mizgîn jin bû û bi her alî re diket îrtîbatê. Xwişka min girêdayê ola xwe bû. Ji ber vê ji bo ku bi aliyê oldar re bikeve diyalogê serê xwe digirt. Her tim melhefa sipî li serê wê bû. Ji bo deşîfre nebe her tim xwe digirt û wisa derdiket derve.
 
‘Ezê li gerîla strana me bêjim’
 
Şukran di berdewamiya axaftina xwe de got: “Dengê wê pir xweş bû û her tim stran digot. Dema stran digot, ji min re digot. Digot ez dibêjim, tijî li pey min bêje. Digot vana di hişê xwe de bigire, jibîr neke. Mizgîn beriya gerîla bibe, ji bo Newrozê stranek çêkiribû.  Min jî her tim mudaxale dikir, min got ev der nebûye, vê bikê.  Her carê digot, xwişkê ka wê hevokê bide min ez pereyê te didim. Henek dikir. Her tim digot ev strana me herduyane. Digot ezê strana me li gerîla bêjim.”
 
‘Teslîmê leşkeran nebû’ 
 
Mizgîn beriya jiyana xwe ji dest bide, li mala xwe digere û ji dayika xwe re dibêje, min bêriya te kiriye. Mizgîn di telefonê de dibêj ‘dayê min pir bêriya we kiriye, bi taybet jî bêriya te kiriye. Were ez te bibînim. Lê malbata wê xwe negîhandibû, Mizgîn jiyana xwe ji dest dide. Şukran wiha got: “Em bi mirina wê bawer nebûn. Mizgin bo xebatekê şandibûn Tetwanê. Bi mecburî li malekî ma. Şandin malbatekê. Kesê wê datîne malê, piştre îxbar dike.  Xaniyekî du kat bû, her der girtibû. Cihê revê jî tinebû.  Bi sedan leşkerî dora wê girtin, lê ew teslîm nebû. Xwe bi çalakiyek fedayî îmha kir.”
 
(hu)