Binevş Gabar a Nisêbînê li hember koletiyê bêmirinbû

Portreler
Hezîran 01 / 2016


 

 
Filiz Zeyrek/JINHA
 
EDENE - Dayika endama YPS-JIN Filiz Yagiz (Binevş Gabar) a ku li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin Zubeyde Yagiz diyar kir ku Binevş li hember pergala ku kolekirinê ser jinan ferzdike tevlî refên azadiyêbû.
 
Dayika endama YPS-JIN Filiz Yagiz (Binevş Gabar) a ku li Nisêbînê ji aliyê hêzên dewletê ve hatî qetilkirin Zubeyde Yagiz a 47 salî ew vegot. Zubeyde da zanîn ku Binevş hîna di zarokatiya xwe de li hember pergala mêran a serdest ku koletiyê ser jinan ferzdike xwedî helwestbû. Zubeyde destnîşan kir ku Binevş bi wê helwesta xwe beşdarî nava refên azadiyêbû û got; "Ez bi keça xwe serbilindim. Ezê her dem li têkoşîna keça xwe xwedî derkevim."
 
'Hîna di temenek biçuk de berê xwe da rêya tevgera kurdan'
 
Malbata Binevş a ku di salên 90'an de ji ber tindiya dewletê ya sepandina pergala cerdevaniyê ji gundê Cinata yê navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçî Edenê dike û rastî zoriyên jiyana metrepolan tên. Binevş a ku di nava malbatek xwediyê 8 zarokan de weke zaroka herî biçuk li Edenê di şevek zivistanê de çavên xwe li jiyanê vedike û malbat navê Filiz lê dikin. Zubeyde bilêv kir ku dema Binevş diçu dibistana seretayî tevgera kurdan nasdike û di nava xebatê de cîh digire û wiha domand: "Binevşa min hîn di temenê biçuk de weke mezinan li hember bêmaniyên dihatin kirin li ber xwe da, di nava xebatan de cîh girt û hemû tax kiribû heyîranê xwe. Tindiya ser jinê ne dipejirand ji bo wê jî di nava xebatên siyasî de her tim di nava hewildanan de bû. Paşê jî di nava Navenda Çanda Mezîpotamya (NÇM) ê de tevlî xebatên çand, muzîk û perwerda zimanê dayîkê dibe. Li gel temenê xwe yê biçuk jî serketinên mezin bidestxist. Bi qasî 3 salan dibiniya NÇM'ê de xebitî. Di çalakiyên cuda û Newrozan de derket dikê û sitran got. Em hemû heyîranê deng û sekna wê bûn û bi wê serbilindbûn."
  
'Tişta layêqê xwe kir'
 
Zubeyde wiha berdewam kir: "Yên Binevş nasdikirin gelek jê hezdikirin. Der û cîranên me jî gelek jê hezdikirin. Binevşê dilê kesê nedihêla û bi her kesê re dikeniya. Li gel wê germbûna xwe jî xwediyê seknek cidîbû. Bi xwişk û birayên xwe re gelek başbû. Ji bo min û bavê xwe jî gelek rêzdarbû. Xwediyê seknek bibiriyarbû. Her çendî me gotibana neke jî cardin tişta dixwest dikir. Her çendî ji bo min zor be jî ez bi wê serbilindim. Ya layêqê xwe kir. Em bi wê û têkoşîna wê serbilindin."
 
'Li Nisêbînê vînek mezin nîşanda'
 
Zubeyde anî ziman ku Binevş li Nisêbînê vînek mezin nîşanda û wiha dom kir: "Xebera şihadeta Binevşa min a weke sekvan peyîwirgirtibû ji bo me hat. Dema ku agahiya şihadeta wê hat ez jî weke her dayikekê êşiyam, xemgîn û belavbûm. Ma kî dixwaze tiştek wiha bi serê wan bê. Yên mirinê layêqê zarokên me dibînin kor bibin. Bila nelet li wan û şerê dane despêkirin be, çî ji me dixwazin. Ma hîna têrnembûne ji mirinê, rondik û lorînên dayikan."
 
'Li gel bedenên zarokên me yên parçebûyî jî em dibêjin aştî'
 
Zubeyde destnîşan kir ku kurdên aştiyê dixwazin her tim bedelê wê qetilkirina zarokên xwe dîtine û wiha pêde çu: "Her ku em dibêjin aştî wekehevî ew me dikuje. Li gel bedenên zarokên me yên parçebûyî jî em dibêjin aştî û bila kes nemire. Li Sur, Nisêbîn, Şirnex û di jêrzemînên Cizîrê de bi sedan mirov şewitandin. Ne jin, ne zarok û ne pîr nehêlan... Di çavên wan de her kes teroristin û li gorî wan mirin maf kirine."
 
'Ev ji DAİŞ'ê jî xiratirin'
 
Zubeyde diyar kir ku her roj bi ser mala wan de digirtin û ji 8 zarokên wê 4 girtin binçavan û wiha domand: "Her roj ser mala me de digirtin û aramî di mala me de nehêlabûn. Her çar zarokên min ên binçavkirî, girtin û avêtin girtîgehê. Êdî ez şaşwazbûm ku ezê biçim hevdîtina kê. Zaroka min a biçuk 12 salî xistin hucrê û mişk xistin hucra ku têdebû. Dê deruniya wê zarokê çawanbibe. Heta tehmûla wan ji konê şînê re jî nîne, hatin em derbkirin û kon jî rakirin birin. Em ê ji hişmendiya ku ji miriyan re jî rêzdarî nîne çî kêvî bikin? Di êrîşa ser taziyê de xaltiya Binevş jî birîndarkirin û êrîşî jinan kirin. Ev ji DAIŞ'ê jî xiratirin, tiştek mirovî bi wan re nîne. Lê bila vê ji bîr nekin, emê ticarî dest ji têkoşîna xwe ya ku em rast dizanin gav paşde ne avêjin. Dê ticarî nikarin çavên me bitirsînin, di dawiyê de emê aştiyê bînin vî welatî, lorîn û rondikên çavê dayîkan bidin sekinandin."
   
(zt)