'Tekoşîn peyîwira me jinan a bingehîne'

Portreler
Nîsan 15 / 2016


 

 
Sarya Gozuoglu / JINHA
 
ÇEWLÎK – Ji jinên di demboriyê de li hember sazumaniya feodal jiyana xwe guhertî û hêza xwe ya cewherî derxistî holê gulsum Gureş diyar kir ku bi tekoşînê re ew ketiye ferqa zoriyên jinan di nava feodalîzmê de û wiha got: "Divê bi her awayî tindî û şideta ser jinan bê zanîn. Jinên rastî ti zoriyan nehatibe jî divê ji bo jinên dinê tekoşînê bikin, ji ber ku tekoşîn peyîwira me ya bingehîne. Di jiyana jinê de tekoşîn ji nan û avê zêdetir pêwîste." 
 
Li her devera cîhanê jin xwediyê jiyanek taybet û tekoşînekê ne. Gulsum Gureş a 56 salî li Çewlikê dijî di her awayê jiyana xwe de sekna jinek bihêz derxistiye holê û yek ji jinên tekoşîn kirî şêweyê jiyana xwe ye. Gulsum dema 13 salî bûye bi zorê li gel lawê mamê wê hatiye zewicandin. Gulsum di jiyana xwe de travmaya herî mezin dema ku hîna li kolanan di nava zarokan de dilîst bi zorê hatî zewicandin jiyan kiriye. Gulsum di tevahî jiyana xwe de tekoşîn kiriye û hêza jinan wiha tîne ziman: "Jiyan zor bû, lê ez jî jinek hêsan nebûm."
 
'Ez ne di ferqa hêza xwe debûm ji ber ez wiha hînkiribûm'
 
Gulsum, da zanîn ku heya bîst saliyê ew ne di ferqa hêza xwe de bûye û wiha domand: "Dema ku malbata min ez zewicandim hîna 13 salîbûm. Wê demê ez nedifikirîm ku jinek hem jî keçek di nava malbatê de xwediyê mafê gotinê be. Ez ne di ferqa hêza jinan debûm, ji ber ez wiha hînkiribûm." Gulsum destnîşan kir ku berî daweta wê ew li nava kolanê dilîst û wiha berdewam kir: "Piştî dawetê ez nû bi xwe hesiyam, min bawernedikir û xwe li deverek biyanî hîs dikir. Ji xwe berî zewacê ez diçum dibistanê, xwendekarek serketîbûm û daxwaza min a herî mezin qedandina dibistanêbû; lê malbatê destur neda xwendina min û bi zorê ez zewicandim. Ji xwe ez di nava malbatek feodal de mezinbûm, ji derveyî gotina mezinê malbatê me nedikarî tevigerin."
 
'Ez zarokbûm lê weke jinekê li min dinêrîn'
 
Gulsum destnîşan kir ku hevjînê wê pir ji wê mezintirbûye û piştî zewiciye di nava malbatek mezin de neçar maye jiyan bike û wiha dom kir: "Di nava malbatek mezin de hîna zarokbûm bi carekê re neçar mam weke jinek mezin jiyan bikim. Hîna ez zarokbûm, lê newek zarok weke jinek gihayî êdî li min dinêrîn. Keçek min çêbû, hîn keça min yek salî bû hevserê min jiyana xwe jidestda. Ji bo min wê demê jiyan despêkir."
 
'Divê min ji bo xwe û keça xwe tiştin bikira'
 
Gulsum bilêv kir ku di hişmendiya civakê de dema hevjînê jinekê dimire divê ew jin di malê de bê girtin, kêm bipeyîve û wiha pêde çu: "Li gund 4 mehan min bi malbata hevserê xwe re jiyan kir. Paşê ez derbazî gel malbata xwebûm. Di malê de runiştin ne li gorî minbû. Divê min ji bo xwe û keça xwe tiştin bikira. Paşê ez derbazî Çewlikê bûm û min keça xwe mezin kir. Şertên jiyanê gelek zorbûn, min gelek zorî kişand heta rastî tacîzê jî hatim. Tindiyek wiha li ser me hebû. Min nedikarî kincên dixwazim li xwe bikim her dem ez baldar dibûm."
 
'Bi berxwedanê jiyan hinek dinê hêsanbû' 
 
Gulsum anî ziman ku li Çewlikê ser jinan tindî pir zêdeye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Bajarek xwediyê nêrînek tenge û tindiya civakî gelek zêdeye. Li vêderê jin ne ji bo xwe ji bo civakê dijîn, bi her awayî jiyanek tenk heye. Ez neçar mam li hemberî van tekoşînekê pêşbixim, piştî wê jiyan hinek dinê hêsanbû. Ez bi tena serê xwe bihêzim, pêdiviya min bi kesê nebû û min bi tena serê xwe li ber xwe da. Jiyan gelek zorbû, lê ez jî jinek hêsan nebûm, min li ber xwe da û ez li hember zoriyan neketim. Ez xebitîm û ez ji ti karan nerevîm."
 
'Êdî hişmendiya civakê çiqas a mêran be jî êdî ez dizanim bihêzim'
 
Gulsum diyar kir ku wê li hember hemû zoriyan li ber xwe daye û wiha got: "Êdî çiqas hişmendiya civakê mêranebe jî ez bi hêz bûme. Dema ku min dest bi xebatê kir, li Çewlikê jinên dixebitî nebûn. Min bi çêkirina xwarinê dest bi kar kir. Min pêplînk dişiştin û li zarokan dinêrî, ez di kooperatîfan de xebitîm. Mêran jî xebitîna jinekê di nava xwe de bi hêsanî ne pejirandin. Wê demê baweriya min bi ti mêrên pêre dixebitîm nebû, lê baweriya min bi min hebû. Ji bo wê min gav paşde neda."
 
'Divê jin hemû cureyên şidetê bizanin û têbigihin'
 
Gulsum destnîşan kir ku divê ti jin li hember tindiya mêran serî neçemîne û wiha domand: "Divê jin tekoşîna xwe bilind bikin. Jin dikare bi her awayî çî karê bide pêşiya xwe bike, lê ji ber tindiya civakê xwe paşde dihêle. Divê jin hemû cureyên tindiyan bizanin û baş têbigihin. Jinên ku bi ti zoriyan re ru bi ru nemayîn jî divê ji bo jinên dinê tekoşînê bidin, ev peyîwira me ya jinbûnê ye. Di encamê de di nava jiyanê de tekoşîn ji nan û avê ji bo jinan pêwîstire."
 
'Tenê rêya çareseriyê rêxistinbûna jinane'
 
Gulsum bilêv kir ku di xwezaya jinan de hêz û vîn heye û wiha berdewam kir: "Çewlik li gorî navendên dinê pir cudaye, jinên ciwan pir tindiya malbatê dibînin. Tenê rêya çareseriyê rêxistinbûna jinane. Divê jin bi rêxistin û hêzbin, yan jî dê her dem weke kole jiyana xwe berdewam bikin. Ji bo wê jî pêwîstî bi tekoşînê heye. Divê jin di aliyê siyasî, aborî û civakî de tekoşînê bilind bikin."
 
(zt)