Kûlîlka Çiyayê Kurmênc Meryem Mihemed

Portreler
Gulan 27 / 2016


 

 
Fîdan Rêzan-Rebîa Êto/JINHA
 
EFRÎN/KOBANÊ - Şervan û fermandarên YPJ'ê bi armanca rasthatina salvegera bîranîna Endama Konseya Leşkerî ya YPG û YPJ'ê Meryem Mihemd nirxandin kirin.
 
Endama Konseya Leşkerî ya YPG û YPJ'ê Meryem Mihemed bi nasnav (Silava) xezala çiyayê Kirmênc. Di sala 1991'an de li gundê Elemdara ya navçeya Racoyê Efrîn di nava malbatek welat parêz de ji dayîk bûye. Silava yek ji şervanên yekemîn ku cihê xwe di nava tabûrên yekem ên YPJ’ê ya bi navê “Şehîd Rûken” de girt û ji bo fermandariya tabûreke YPG’ê li navçeya Recoyê hate erkdarkirin. Silava, di 28’ê Gulana 2013’an de li bajarê Efrînê li derdora Çiyayê Kurmênc di encama şerekî bi komên çete re tevlî 4 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dide. Silava wek yekemîn şehîda jin a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tê pejrandin. 
 
Di 4'ê Nîsana 2013'an de 1. konferansa YPJ'ê hate li dar xistin. Jinên ciwan ên Rojavayê Kurdistanê bi vê konferansê re gavek dîrokî avêtin. Di Konferansê de Silava amede bû. Silava qala pirsgirêkê jinên ciwan û girîngiya xebatê dikir û digot, "Em dîrokek ji nûve dinvîsin. Divê em hêjmara xwe yê parastinê ji 50'î hezar zêdetir bikin li Rojava. Jin di nava civakê de û bi taybet li Efrînê rastî zehmetiyên mezin tên. Di bin bandora şerê taybet de dijîn. Gelek jinên ku tevlî YPJ'ê dibin xwe ji nûve avadikin û bi rêxistin dikin, lê bi hezaran jin ji me dûrin. Divê em tevahî jinan bigrin nava xwe û rêxistin bikin. Berpirsyariyek me yê mezin heye. Eger bawerî bi hêz bibe wê rêxistinbûn û berpirsyarî jî mezin be. Divê jin li ser vî axî hebûna xwe diyar bike."
 
'Di kesayeta Silava da rihê şoreşê hebû'  
 
Fermandara YPJ`ê Aryen Efrîn jî sekin û pêşengtiya Silava di nava YPJ'ê de nirxand û wiha axivî, "Di kesayetê Silava de, ruhê şoreşê hebû û bi wê kelecanê jiyan dikir. Silava bi ruhê şoreşê xwe avda.Ji boyî mezin kirin û li pêşxistina artêşa jin ked dida. Silava di dest pêka sala 2013'an de beşdarî dewra perwerda YPG`ê a li herêma Efrînê bibû. Di perwerdê de di asta rêvebira dewrê de ciyê xwe girti. Silava di perwerdê û jiyanê de ji tevahî hevalên xwe re dibû mînak bi sekna xwe. Perwerde ji boyî wê weke nan û avê girîngi bû. Ji ber xwe birçiyê perwerdê didît. Heval Silava tenê ne bi sekina xwe ya jiyanê di heman demê de bi şêwazên xwe jî û bi têkiliyên xwe yên bi hevalan re dibû nimûne. Piştî demekê hevalan pêşiniyar kirin ku bibe mecilisa YXK`ê. Bi hêza xwe ciwanan li dora xwe komdikir û gelek ciwan bi sekna Silava bandor bûn û beşdarî nava YPG û YPJ'ê bûn.”
 
'Silava sembola YPJ'ê ye'
 
Aryen di dewam gotinên xwe da bal kişande ser damezirandina YPJ`ê û wiha pêda çû.“Di dest pêka şoreşê da heya niha jin bi awayek aktîf di qadên şerda cihê xwe digrin û bi lehengî şer dikin. Beriya ku YPJ'ê were dameziran din jî jinên ciwan di qadên pêş de cihê xwe digirtin û bi lehengî şerdikirin. Lê ji boyî em bibûna artêş pêwîstiya me bi hêzekî rêxistin kirî ya jinan hebû. Piştî ku rêhevala me Silava û Bêrîvan jiyan xwe ji dest dan bi sedan jin beşdarî nava refên YPJ`ê bûn. Bi hêjimarek zêde a jina û bi lehengiya heval Silava û gelek hevalên weke wê me karî em xwe weke Yekîneyên Parastina Jin îlan bikin. Ji boyî wê jî em soza serkeftinê didin van hevalên xwe ku em ê bi pêşengitiya jinan di Rojavayê Kurdistanê de şoreşê bigihînin serkeftinê.”
 
'Silava xwedî kesayetek bi moral û bawerî bû'
 
Rêhevala Silava Amara Rojhilat bi boneya salvegera bîranîna wê hestên xwe parve kir. Amara bal kişande ser coş û morala Silava a di jiyanê de û wiha got, “Ez û Silava demên pir kurti man gel hev, lê di jiyana min da cihekî pir taybet da avakirin. Silava xwedî kesayetiyek bi moral û bawerî bû. Dema mirovan li sekina Silava mêze dikir, hêz digirt. Ji boyî min kesayetiya wê cihê moral, bawerî û mizgîniya serkeftinê bû. Heval Silava bi coşa xwe ya jiyanê ji mirovanra dibû mînak û di hemû qadên jiyanê de, şerde li pêşbû û bi baweriya ku wê rojekî li Rojava artêşa jin ava bibe şer dikir.”  
 
“Jinên ciwan wê bibin pêşengên şoreşê”
 
Li ser navê Saziya Malbatê Şehîdan a Kantona Kobanê Şaziya Îbirahîm jî got gava dibêjin Silava lehengiya jin tê bîra wan û wiha pêde çû, "Silava hîn dema zarok xeyala wêbû ye ku bibe bijîşk. Jê pirsin ku tu çima dixwazî bibî bijîşk, wiha bersiva xwe dide 'ji boyî ez bikaribim nexweşiyên mirovan derman bikim” lê bi rastî jî Silava ne tenê nexweşiyên herêmekî, birînên 40 milyon Kurdî derman kir.
 
(kom/rc)