Sîbel Yalçina li dijî teslîmiyetê destan nivîsî

Portreler
Hezîran 10 / 2016


 

 
JINHA
 
STENBOL- 21 sal berê  Sîbel Yalçin li Okmeydani bi polîsan re ket pevçûnê û di 18 saliya xwe de mirin têk bir û li banga teslimiyetê bersiva ‘Hun teslîm bibin’ da û hişan de cihê xwe girt. 21’emîn salvegera qetilkirina Sîbel Yalçin ku li dijî teslimiyetê berxwe da û bû destan.  Gotinên Sîbelê yên ku beriya bê qetilkirinê wiha bû: “We li ku dîtiye ku em teslîm bûne.”
 
Sîbel Yalçin ji bo êşa gelekî qîr bike di 16 saliya xwe de derket rê û di 18 saliya xwe de pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. 21 sal berê ji kesên ku ji wê re gotin teslîm bibe, got ‘We li ku dîtiye ku em teslîm bûne’ û bi vê qîrîna xwe di hişan de cihê xwe girt.  Sîbel ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin û dîsa ev gotin li ser zimanan hebû; “We li ku dîtiye ku em teslîm bûne. Hun teslîm bibin.”
 
Sîbel li taxeke xizan a Yenîbosna ya Stenbolê dijiya. Sîbel di 1977’an de li navçeya Dîvrîgî ya Sêwasê hat dinê. Di temenê ciwan de têkoşîna şoreşger nas kir.  Dîrokê 9’ê Hezîrana 1995’an nÎşan dida. Ji bo hevala xwe Ayşenur Şîmşek ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirinê, li ber avahiya DYP’ê ya Şîşliyê bi polîsan re ket pevçûnê. Piştî pevçûnê ket dorpêçê. Sîbelê beriya her tiştî got ez hevalê xwen xilas bikim. Ew ji bin dorpêçkirinê derxist.  Piştre li Okmeydani ket xaniyekê.  Yên hundirê malê derxist û ji bo teslîm nebe berxwe da.
 
Cenazeyê wê 5 rojan nehat dayîn
 
Banga teslîm bibe li taxê deng da û wê jî bersiva ‘we li ku dîtiye ku em teslîm bûne’. Sîbel tevî ku evqas ji temenê xwe dur bû, tarîtiya mirinê ji zûde qelaştibû.  Piştî jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê 5 rojan nedan. Li paçeya mala cenazeyê pankara ‘cenazeya me nadin’ hat daliqandidn û li kolanê ‘emê cenazeya xwe bigirin’ bilind dibûn. Ji bo cenazeya Sîbelê bê girtin çalakî mezindibû.  Dirûşmeyên ‘di 16 saliya xwe de berxwedêr, di 18 saliya xwe de leheng Sîbel Yalçin’ dihat berzkirin.  Mala cenazeyê vediguherî mala berxwedanê. Di 11-12’ê Hezîranê de jî çalakiyên şoreşgerÎ hatin kirin û cenazeyê Sîbelê dihat xwestin. Di 13’ê Hezîranê de li dijî dorpêçkirin û panzerên polîsan yên taxê barîkat hatin xurtkirin. Dawiyê de berxwedanê encam da.  Cenaze dan malbata Sîbelê. Di 16’ê Hezîrana 1995’an de cenaze hat girtin û bi dorpêça polîsan birin Malacemê ya Alîbeykoyê.  Tabuta wê li ala sor hat pêçan û bi hezaran kesî ew bi merasîmekê oxirkirin.
 
Destana Sîbel Yalçinê
 
Piştî ku Sîbel Yalçinê jiyana xwe ji dest da, helbestkar Nîhat Behram ji bo wê helbesta bi navê ‘Biqîrî êşa xwe ey gel’ nivîsî û Grup Yorum jî strana xwe ya bi navê ‘destana Sîbel Yalçin’ diyariyê wê kiribû.
 
(hu)