Bêrîvan Qelender: Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêl wê jî bidin

Portreler
Gulan 26 / 2016



 
Fîdan Rêzan/JINHA
 
EFRÎN - Şervana YPJ'ê Bêrîvan Qelender, bi têkoşîn û berxwedana xwe ji tevahî jinên cîhanê re bûye mînaka jiyanê. Bêrîvana ku di ferqa lêgerîna xwe yê azadiyê de bû, wiha gotibû, "Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêl wê jî bidin."
 
Bêrîvan Qelender bi nasnavê Xemgîn Nûcan di sala 1989'an li navçeya Mobataya Efrînê ji dayik bûye. Bêrîvan ligel ku di temenek biçûk de hatibû zewicandin û zarokek wê heye, bi dest pê kirina şoreşa Rojava re di sala 2011'an de tevlî nava hêzên YPJ'ê dibe. Her çiqas Meryem Mihemed bi nasnav Silava wek yekemîn şervana YPJ'ê jiyana xwe ji dest daye hatibe raghandin jî, Bêrîvan di 27'ê Gulana 2013'an de ligel du hevalên xwe li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê di encamê pevçûna ligel komên çekdar de jiyana xwe ji dest dide. Ji ber cenazeyê Bêrîvanê û herdu hevalên ligel di destê komê çekdar de mabûn, ne hatibû eşkere kirin û Silava wek yekemîn şervana YPJ'ê a jiyana xwe jidest dayi hat raghandin. Di navbera Bêrîvan û Silava de tenê rojek hebû. Bêrîvan di 27'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, Silava jî di 28'ê Gulana 2013'an de jiyana xwe ji dest dide.
 
'Dixwest di şopa xwîşka xwe de bimeşe'
 
Dayîka Bêrîvan Fatma Hemada diyar kir ku Bêrîvan ji zaroktiya xwe ve xwedî seknek bi rêgez bû û wiha got, "Keça min di zaroktiya xwe de jî cûda bû. Wek her zarokekê nebû. Hezkirin û rêza wê ji herkesê re bal dikişand. Lê min derheqê wê xeteyeke mezin kir ku ez niha bi vê poşmaniyê dijîm. Min keça xwe Bêrîvan bi xwarziyê xwe re di temenê 14 salî de zewicand, ev yek şaştiyeke mezin bû. Xaltîka wê gelek zilm û zorî li ser dida meşandin. Ev yek jî bû sedem ku piştî du salan ew û hevjînê xwe hev berdin. Wê demê Bêrîvan vegeriya malê. Dema Bêrîvan vegeriya malê, em bi şaştiya xwe ya ku me di derheqê wê de kiribû hesiyan. Xwişka wê ya mezin Şeristan di salên 90'de beşdarî refên PKK'ê bibû. Bêrîvan jî herdem dixwest ji bo doza gelê xwe li ser şopa xwişka xwe û hemû têkoşerên azadiyê bimeşe û rêya wan bidomîne. Bêrîvan bi tevlîbûna xwe ya ji YPG'ê re karî xewna xwe ya bi salan pêk bîne."
 
'Bêrîvan her soza xwe ya têkoşînê nû dikir'
 
Birayê Bêrîvanê Hesen Qelender da zanîn ku hestên welatparêzî û îsara têkoşîna Bêrîvanê di azadiyê de ku ji zaroktiyê ve destpê dike û wiha domand, "Bêrîvan jineke her dem ji bo parastina welatê xwe xwedî nêrîn bû, bi vîn û hezkirina ji welat re bi berxwedanî tevlî pekrewanên şoreşa Rojava bû. Bêrîvan her dem soza xwe ya têkoşînê nû dikir û her car ji ya din bi îsrartir bû. Di berxwedaniya Şêx Meqsûd li dijî êrîşên komên çekdar tevlî nav pakrewanan bû. Berxwedana wê mînakek ji hemû jinên Rojava re."
 
'Bêrîvan ji bo parastina welatê xwe her tişt kir berdêl'
 
Xwişka Bêrîvanê Ayhan Qelender derbarê têkoşîna Bêrîvanê de wiha got, "Ez bi xwişka xwe serbilind im, Bêrîvan ji bo parastina welatê xwe her tişt kir berdêl. Lê mixabin bi destê wan kesên ku qaşo xwe wekî kurd hesab dikin, jiyana xwe ji dest da. Wê dîrok wan kesên xayîn lanet bike. Wê hêzên parastina gel ew ê tolê hildin. Heya ku şervanên mîna Bêrîvan û hevalên wê hebin wê ev hêz planên xwe nikaribin pêk bînin." Birayê Bêrîvan Mihemed Qelender jî wiha got, "Bêrîvan di sekn û têkoşîna xwe de balkêş bû. Tevlî gelek qadên şer bû û bi hevalên xwe re serkeftinên ne ji rêzê pêk anîn."
 
'Ez ê bi çeka dayîka xwe şer bikim'
 
Kurê Bêrîvanê Mihemed Qadir qala girîngiya têkoşîna dayîka xwe kir û wiha got, "Ez gelekî xemgîn bûm dema ku dayîka min jiyana xwe ji dest da. Lê ez dizanim ji bo min û zarokên Rojavayê Kurdistanê biparêze, wê xwe feda kir. Ji bo wê yekê ez ti caran çeka dayîka xwe li erdê nahêlim. Dema ez mezin bibim ez ê li hemberî dijmin bi çeka dayîka xwe şer bikin."
 
'Hêza tevahî jinan di dilê xwe de hildigirt'
 
Hevala Bêrîvanê Kîfah Salih jî bilêv kir ku Bêrîvan bi heskirina jiyanê, dijî û wiha berdewam kir, "Bêrîvan jinek bi hêz û bêtirs bû. Her dem alîkariya hevalên xwe dikir. Bêrîvan di jiyana xwe de gelek zehmetî û êş kişandiye, lê tevî wê jî li hember kevneşopiyên civakê yên şaş berxewdaneke mezin da nîşandan. Di sala 2011'an de bi vîn û îsrareke xurt tevlîbûna xwe ji YPG'ê re da çêkirin. Bêrîvan hêza tevahî jinan di dilê xwe de hildigirt. Bi wê hêzê parastina xwe û welatê xwe kir." Hevala Bêrîvanê Roza Elî jî wiha got, "Bêrîvan mînaka jina bihêz e. Pêwîste hemû jin rêya wê bidomînin. Bêrîvan digot 'Jinên ku dexwaza azadiyê dikin, divê berdêlê wê jî bidin. Ji bo me hemû jinan jî cihê serbilindî û serfiraziyê ye. Ji bo wê rêya gihandina hêvî û xweziyên me, xwedîderketina li têkoşîna Bêrîvanan e."
 
(hs/rc)