Jinên Rojhilat: Şîrîn ji bo me sembola berxwedanê ye

Portreler
Gulan 08 / 2016


 

 
Şengar Biradost/JINHA
 
SİLÊMANÎ - Jinên Rojhlatê Kurdistanê di derbarê têkoşîna Şîrîn Elemhulî de wiha gotin: "Şîrîn Elemhulî bi têkoşîna xwe bû nimuneya jiyana azad û tu car ji zilmê re serî nizim nekir."
 
Şîrîn Elemhulî di sala 1981'an de li gundê Dêmqişlaq ê bajarê Mako yê Rojilatê Kurdistanê hatiye dinê. Di 26'ê Gulana sala 2008'an de li bajarê Tahranê ji aliyê pasdarên Îranê ve tê binçav kirin. Di 19'ê Cotmeha sala 2009'an de li 15. Dadgeha Şuraya Şoreş a bajarê Tahranê tê darezandin û ji ber têkiliya wê ya bi Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) ê re cezaiyê darvekirinê didinê. Di 9'ê Gulana sala 2010'an de li Girtîgeha Evîn a Tahranê li gel 4 hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan hat darvekirin. Jinên Rojhilatê Kuridistanê yên ku Şîrîn ji bo xwe weke mînaka berxwedanê dibînin di derbarê Şîrîn û cesareta wê ya li hember celadên deshilatan de nirxandin kirin. 
 
'Emê bi bilindkirina têkoşînê dawî li darvekirinan bînin'
 
Bêrîtan Cwanro di serî de Şîrîn û hevalên wê bi bîranî û got: "Di kesayeta Şîrîn û hevalên wê de ez tevahî şehîdên rêya azadiyê bibîrtînim. Heval Şîrîn di girtîgeha 'Evîn' de berxwedaniyek mezin kir. Beriya ku bên darvekirin her cureyên îskenceyê li wan kirin. Ev hem di nameyên wan de, hem jî piştî ku ew darvekirin, hevalên wan li ser wan nivîsîn. Lê ew tu car teslîmî zilmê nebun. Şîrîn Elemehulî bû sembola berxwedanî û tekoşînê. Dema Şîrîn hat girtin, xwandin û nivîsandina wê nebû, di bin hemû zehmetyan de xwe fêrî nivîsandinê kir. Şîrîn ji parêzerên xwe re gotibû; 'Ezê heya zanîngehê bixwîm ji bo ku dersa Hiquq bidim we û parêzvaniya kesên mafê wan tên xwarin bikim." 
 
Bêrîtan bandora Şîrîn Elemhulî li ser jinên Rojhilatê Kurdsitanê jî wiha anî ziman: "Têkoşîna jinan li Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj gavên mezin davêje. Peyama min ji bo jin û ciwanên Rojhilat heye. Ez ji jinan dixwazim êdî li cihê xwe nesekinin. Bila rabin êdî vê zilmê qebûl nekin, emê bi bilindkirina têkoşînê li xeyalên hemû hevalên xwe yên hatine darvekirin xwedî derkevin. Banga min ji bo ciwananên Rojhilat ewe ku rêka rumatê bigrin. Ji bo ku em nimûneyên wek Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Alî Heyderiyan û Mehdî Îsamiyan bi afrînin."
 
Şîrîn; Du sucê min hene yek kurdbûn ya din jî jin bûn e
 
Dayê Nîştîman jî destnîşnan kir ku 9'ê Gulanê roja koma qehremanên wan ên Rojhilat hatine darvekirin û wiha berdewam kir: "9'ê Gulanê roja darvekirna komek qehremanên Rojhlatê Kurdistanê ye. Em careke din vê rojê şermezar dikin. Gunehê mamosta Ferhad tenê ew bû ku ji xwendevanên xwe re digot: 'Mafê weye hun zimanê daykê bi xwînin û binvîsin.' Ferhad Wekîlî jî bi heman awayî tenê ji ber kû kurdbû welat parêzbû darve kirin. Şîrîn Elemhulî jinek zîrek û bi cesaret bû. Dema Şîrîn di girtîgehê de bû pir caran berpirsên Rijêmê jê re gotbûn; Tobe bike emê te efû bikin,' Şîrîn gotbû; 'Ezê ji çi tobe bikim? Min sucek nekiriye. Tenê 2 sucên min hene, yek Kurdbûn ya din jî jinbûne.'"
 
Dayê Nîştîman balkişand ser erşên ku li her çar aliyê Kurdistanê tên kirin û weha domand: "Li Rojhilatê Kurdistanê herkesek mafê xwe bi xwaze tê darvekirin. Rejîm ji bo kurdan bê bandor bike bi her awayî di nava hewildanan dene. Rejîm li hember cwanan û rumata rasteqîne. Li Bakurê Kurdistanê jî bi awayek hovane komkujiyan ser gel dikin. Li Rojava jî heman hêz di xwazin vîna azad a gelan tune bikin. Herweha li Başur jî jiyana welatiyan li ber tinebûnê ye. Em ji bo her çara aliyê Kurdistanê jî PKK'ê wek tekane hêviya rizgariyê dibînin. Ji ber xwediyê hêzekêye wek volkanê her tiştê nepak bi xwe re dişewtîne."
 
'Ez ji mirinê natirsim'
 
Ronahî Sine jî cesareta ku Şîrîn li hember deshilatan nîşan dayî bibîr xist û weha got: "Destpêkê em bejina xwe li hember tevahî şehîdan di tewînim. Rejîma Îranê ya ji hemu exlaqê mirovahiyê, zagon û pîvanên civakan bê par, di 9'ê Gulanê de 5 mirovên me yên têkoşer darvekirin. Ew heval ji bo me bun sembola berxwedanê. Dema Şîrîn hat dadgeh kirin zimanê farsî nedizanî. Di runiştinek 5 deqan de cezayê darvekirinê li wan hat birîn. Dema heval Şîrîn dibin ber sêdarê hewa gelek sarbû, ew difikire dema ji sermê bilerize dê zilimkar weke di tirse bizanin, ji bo wê jî koncên xwe yên germ li xwe dike û dibêje; 'Ez ji mirinê natirsim.' Ez ji jinên Rojihlat dixwazim ku Şirîn ji xwe re bikin sembol û ji ciwanan dixwazim Ferzad bikin pêşengê jiyana xwe û li ser xeta wan têkoşîn bikin. Bitaybet jî nabe êdî jin wê zilma deshilatdaran ser xwe qebul bikin."
 
Ronahî Sine dazanîn ku temenê rejêmê kêm maye û wiha dom kir: "Xiyanet ne tenê ewe ku yek li gel Erdogan yan gel rejîmê bi xebite. Pejirandina zilmê bi serê xwe xiyanete. Rejîm di dawya temenê xwe de ye, ji bo wê jî roj bi roj zilma ser gel zêtir dike. Dema ku ew têkoşer hatin darvekirin ez li Sine bum. Dema min dî kolanên bajêr bê dengin, her kes di şîna qehremanên xwe debûn, min fêm kir ku rejîm salên xwe yên dawiya temenê xwe dijî. Min hîs kir ku êdî her kes bêzare ji vê deshilatê."
 
(zt)