Sonay, Nucan, Roza, efsûneke ku xwe li Sûran da hîskirin…

Portreler
Gulan 27 / 2016



 
Şehrîban Aslan-Aysel Işik/JINHA
 
MELETÎ – Ew Rozaya Kanasî ya Sûra wek bajarê herî zêde li hember zilmê berxwe dayê bû.   Şoreşgeriya ku di rê xwe de bicih kir, li ku derê agir hebûya  diçû wir.  Sonay Engîn (Nucan Malatya) kedkara mucîzeya li Kobanê hatiye afirandinê bû û piştre berê xwe da Sûra Amedê.  Bi berxwedana xwe ya 103 rojan bû efsûnî û navê xwe li Sûrên Amedê heta bêdawiyê got.
 
Di 2’ê Kanûna 2015’an de  li Sûrê dîrokek dihat nivîsin.  Di nava dîwarên wê de destanek dihat nivîsin.  Mirov dema ji avahiyên bilind dinêrt, duman ji va Sûrê bilind dibûn.  Mereq û hêrsek ketibû dilê gelê Amedê. Meh derbas bû hîna ji nava dîwaran duman hildida.  Hêviyên ji bo Sûrê zêde dibin.  Kî hebûn, kê ev dîro dinivîsin.
 
Sonay engîn (Nucan Malatya) bi navekî din ‘Roza Kanasî’ wek efsûnekê hat bihistin. Rojnameya manşetên ‘Snîperek Sirp li Sûrê ye’ avêtibûn û êdî gelê Amedê dizanibû ku ev efsûn Sonaye.  Sonayê li Kobanê tirs xist dilê DAIŞ’ê.  Piştî berxwedana xwe ya Kobanê hat  Sûrê û berxwedan xwe meşand. 103 rojan berxwe da  û êdî çavê xwe girt û berbi rêwitiya bêdawî çû. Em berxwedana wê ya ku bû efsûn ji malbata wê ya li xaka jê ji dayikbû guhdar dikin.
Sonay adi 1978’an de li gundê Boyaca Jor a Yazihan a Meletiyê ji dayik bû.  Wek gelek zarokên Kurdistanê piştî dibistana seretayî xwend, ji ber pirsgirêkên aborî nekarî bixwîne.   Di temenê biçûk de tevî ku li gund bû beşdarî çalakî û bernameyan dibû. Sonaya ku ji odeya xwe gelek hez dikir ji bo xwe pêş bixîne her tim pirtûk dixwend.  Dîwarên odeya xwe bi alên PKK’ê û wêneyan xemilandibû.  Hevalên xwe jî li odeya xwe dikir mîvan.  Sonay zaroka biçûk a malbatê bû. Ji ber vê, wê li dê û bavê xwe dinihêrt. Dixwaze beşdarî PKK’ê bibe lê birayê wê di girtîgehê de ye û dibeje li bendê min bimîne, wê dê û bavê me vê heml nekin. Li ser vê Sonay benda birayê xwe dimîne.  Sonay piştre tê Amedê û 5 salan di Kovara Gelê Azad dixebite.
 
Bi dirûşmeyan hat oxirkirin
 
Sonay di 2009’an de beşdarî PKK’ê dibe. Piştre diçe Rojava û ji destpêka şoreşê de cih digire. Sonay piştî Kobanê tê Sûrê û di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dide.  Cenazeyê piştî mehan şûnde tê girtin. Ji gora dayika wê mînaka DNA’yê tê girtin û cenazeyê wê wisa tê teşhîskirin.  Malbata wê Sonay bir xaka ku lê hat dinê. Her kesî rondik barandin, hêrsa jinan zêde bû.  Sonay bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Sûrê’ hat definkirin.
 
‘Bi serbilindiya xwe cesaret da mirovan’
 
Her kes dibêje: “Gotin têr nakin ku Sonayê vebêje. Hun niha dipirsin, lê em nizanin em wê çawa îfade bikin. Sonay kesek cuda bû, dilê wê mezin bû.” Hevala wê ya zarokatiyê Emîne Bayar got: “Ez û Sonayê bi jinên ciwan yên gund re dihatin cem hev. Sonay kêfa me dianî cih.  Enerjiyeke wê ya pozîtîf hebû. Di nava hevalan de her tim serbilind bû.  Seknek wê ya bi rumet hebû. Ji ber wê jî cesaret dida mirovan.”
 
‘Ev rê tercîh kir û têkoşiya’
 
Sonaya ku li gund pêşengî dikir, zîncîr jî dişikand û ji jinên ciwan re dibû rê.  Emîneyê got qet tirsa wê tinebû û wiha berdewam kir: “Tevî ku derfet kêm bûn jî  xwe pêş dixist û hewl dida.  Dema çalakiya çêbûya ji me re pêşengî dikir. Berê jinek ciwan bi tena serê xwe nekarî biçe navenda Meletiyê. Dibû pirsgirêk. Gund ev bi Sonayê debas kir. Dema tiştek bibûya Sonay tenê diçû û şaşiyên gund dişikand. Sonay 14 salî bû ez ji gund veqetiyam. 8 sal şûnde min li kongreyê li Enqereyê Sonay dît.  Got ji mal veqetiyaye û di kovarê de dixebite. Got ew dixwaze ji bo gelê xwe tiştekî bike.  min got te dayika xwe çi kiriye, got tenê xwedî li dayika xwe derkevim, ev dibe ezezok, hemû dayikên Kurd dayika mine.  Sonayê ne tenê ji bo dayika xwe ji hemû dayikan hewl dida.”
 
‘Emê ala wê hildin’
 
Hevjîna birayê wê Gulay Engîn jî wiha got: “Gelek bîranînên min bi Sonay re hene.  Niha ji ber şehadeta wê nayê bîra min.  Şehadeta wê bandorek mezin li ser min kir.  Bi zarokên min re mezin bû.  xwedî seknek zelal bû.  Tiştek bikira serê xwe dest jê bernedida.  Biryarên wê zelal bûn.  Biryarek girtibû lê ji ber birayê xwe taloq kir.  Ji ber malbatê neçû. Piştî birayê wê hat ew çû. Xwe pir pêş xist.  Di asta fermandarekî de bû.  Emê li pişt têkoşîna wê bin. Emê ala wê hildin. Em li hember şehadeta wê rêzdarin.”
 
(hu)