Portre

Nurellaya li dijî şîdeta mêr ya sîstematîk serî hilda

08/7/2016

Nurellaya li Alsancakê bi şewqeyê xwe yê bi kulîlk û porê xwe yê hunandin dimeşe, bi salane li cadeyê fala tarotê dinêre. Çîroka esas ya Nurellayê jî ji serhildana li dijî şîdeta sîstematîk ya bi mêrê ku bi zorê pê re zewicî, avakirina jiyana xwe ya nû destpê dike.

Evîndariya şoreşê ya ji Sêwasê heta Mînbîsê dirêj dibe

07/7/2016

şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş ji bo xeyala xwe ya jiyanek ku mêtîngerî û zayendperestî tê de tine pêk bîne derket rê, ku hevalên wê jê re dibêjin Sêvê, wiha gotibû: “Şoreşa Rojava şoreşeke ku dikarim xwe ji nûve biafirinim. Ez jî wek jinek şoreşger, ji bo dest bidim şoreşa Rojava li virim.”

Zeryan Amed ya bi porê xwe stêr belav kir

02/7/2016

Şervana xwedavend ya tevgera azadiyê ku bi şev kolanên berxwedanê ronî kir Zeryan Amed (Ayşe Kaçar) niha 29 saliye û tevlî karwanên nemiran bûye. Bi şev bû star û ji Amedê Botanê temaşe dike.

Piştî Eylemê: Cesareta wê teşeyê jiyankirinê bû

01/7/2016

Şervana Hêza Azadiya Jinê Eylem Ataş di pevçûna pêngava azadkirina Mînbîcê de jiyana xwe ji dest da. Ji salên lîseyê û şûnde Eylemê di çalakiyan de cih girt. Hevala Eylemê Burçak Gorel got: “Di nav vê zîhniyeta ku şikurkirin li me aşî kiriye,cesaret û bêtehemuliliya wê teşeyê jiyankirinê bû.”

Xwişkên li Madimakê hatin qetilkirin: Asuman û Yasemîn

01/7/2016

Dayika Asuman û Yasemîna ku 23 sal berê li Otela Madimak a Sêwasê hatin qetilkirin, Yeter Sivrî axivî û got: “Ew dikarin kelepçê li destê me bixin lê ti car nekarin li zimanê me bixin. Heta dawiya jiyana xwe ezê têkoşîna zarokên xwe bimeşînim. Di dîroka me de şewitandina mirovan tine. Bedenên 23 sal berê li Sêwasê şewitandin îro li bodromên Cizîrê zêde dikin.

Xeyala Newroz li Zagrosan dijî

30/6/2016

Şervana YPJ'ê Newroz Zagros, her çiqas berî Çiyayên Zagrosê bibîne jiyana xwe ji dest dabe jî, stranên ku li Kobanê digot, li ser zimanê tevahî jinane.

Ciwanên Madîmaqê yên ‘sor bûn’ qet mezin nebûn

30/6/2016

Serkan Dogan yek ji kesên li Otela Madimaqê hat qetilkirinê bû. Dayika Serkan, Pakîze Dogan êşa 23 salan vegot û wiha got: “Serkan her tim wek 19 salî ma. Mezin nebû. Nehiştin ew mezin bibin. Miradê wan di çavên wan de ma. Sûcê me çi bû, semah bû gelo? Roj bi roj em ji ber komkujiyê heman êşê dikişînin.

Bedena xwedavend ya rihê fedayî: Zîlan

28/6/2016

Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiya fedayî pêk anî û bi çalakiya xwe li cîhanê deng da û bû sembola berxwedana jinên Kurd.

Zeryanê mîrateya berxwedanê ji hemû jinan re hişt

27/6/2016

Ayşegul Kaçar (Zerya Denîz Amed) yek ji berxwedêrên rêveberiyên xwe serser bû. Ayşegul Kaçar (Zeryan Denîz Amed) ku li Şirnedê wek Yildiz Cudî dihat dasîn mîrateya berxwedanê ji hemû jinan re bi gotina ‘Jin zêdetir nêzî pergala xweseriya demokratîke. Baweriya jinê ya bi vê pergalê zêdetire. Em hewl didin vê zêdetir mezin bikin.’ hişt.

Berxwedanvana dilê Botanê ya mezin: Şîrîn Kartal

25/6/2016

Şîrîn Kartal li Şirnexê piştî ku li ber Midûriyeta Daristanan a Bajar 2 cenaze bi rojan li kolanê hate rawestanin gelek bi bandor bû û di nava berxwedanê de cih girt li pey xwe temeneke biçûk berxwedêriyeke mezin hişt.

Gotina dawî ya Derya Karahan: Zilm li ku derê be ez li wirim

24/6/2016

Yek ji kesên li Cizîrê dîrok nivîsî Derya Karahan (Axîn Mahîr Dîcle) bû. Deryaya ku ji berxwedaneke demdirêj dihat, di mewziya dawî ya berxwedana Cizîrê de cih girt. Deryayê got: “Ez ji bo runiştinê nehatim vir. Li ku zilm hebe ji bo li wir cih bigirim hatim.” Peyama wê di berxwedana Cizîrê de li dijî polîtîkaya zilm û komkujiyê raweste da.

Ji rojnivîska Şehrîbanê: Çi dibe bila bibe wê jin qezenc bike

24/6/2016

Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku li Şirnexê hat qetilkirin, ji aliyê heval û malbata wê ve hat vekirin. Malbat û hevalên wê diyar kirin ku divê hemû jin xwedî li mîrateya Şehrîbanê ku di têkoşîna jinê de hiştiye, ervein. Şehrîbanê ji bo têkoşîna jinê digot ‘Çi dibe bila bibe wê jin qezenc bike. azadî ne tenê li çiyan, divê li her qadê jiyanê jin azad be.”

'Dayê ger mirim li ser gora min tilîlî bikişîne’

23/6/2016

Melek Erkek ya YPJ’ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bavê wê Recep Erkek ve hat vegotin. Recep got Melekê ji dayika xwe re gotiye ; “Ez dizanim wê şehîd bikim. Ger ez şehîd bikevim li ser gora min tilîlî bikişîne.” Di cenazeya Melekê de dayika wê wesyeta keça xwe anî cih û bi rumet, hesretek mezin bi zimanên xwe tilîlî kişand.

Li kolanê bi firotina boxayan bû xwedî kargeriyê

21/6/2016

Velat Çelebî Balkaya di axaftina me ya yekem de got ez xwedî kargeriyê me. Me pirsî ti çawa bûye xwedî kargeriyê. Got; ‘min li malê poxaça çêdikir û difirot, piştre min kafe vekir’. Em çûn kafeya Velatê ya li Çîgliyê. Navê cafeyê navê keça wê ye yanî ‘Denîz Kafe’ ye. Ji bo roportajê bide me gazî keça xwe ya mezin û hevjînê xwe kiribû. Dema ew bi kafeyê re eleqeder dibûn, wê jî çîroka xwe û avakirina kafeyê vegot.

Di têkoşîna azadya jinê de rêbertiya şîn bûye: Clara Zetkîn

20/6/2016

Rêbera şer û kedê Clara Zetkîn, ala têkoşînê dewrê jinên li pey xwe kir û got ‘li her derê ku jiyan hebe dixwazim şer bikim’.Jinên ku ev gotin bi Clarayê da gotin, mafên wan yên jiyan, xebat û şerkirinê çêbû. Jinan bi soza ku ji Clarayê girtin li her derê jiyanê şer dikin.

Jineke ku zarokatî, ciwantî û dayikatiya wê ji dest hatiye girtin

16/6/2016

Fatma Polat ya 75 salî ku di temenê zarokatiyê de hat zewicandin, jia liyê hevjîn û malbata wî ve bi salan rastî şîdetê hat. Fatmaya ku ji bo zarokên xwe çû cihên dûr xebitî, ji ber bi Kurdî axivî rastî şîdeta psîkolojîk û newekheviyê hat.

Jina li dijî tankan bi hêvî ber xwe da: Şehrîban Altunişik

16/6/2016

Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku li Şirnexê li dijî her cureyê êrîşên çekdarî yên giran berxwe da û bajar terk nekir, nîşan da ku hêvî çekek ji tanqê mezintire. Şehrîbanê di peyama xwe ya dawî de got bi moralê ku ji hêza xwe ya berxwedanê girtine, tax bi tax, kolan bi kolan bûne parçeyek berxwedanê û bajarê xwe terk nakin. Her wiha di peyama xwe de gotibû wê bibin şopdarê Fatma, Sêvê, Pakîze û gelekên din.

Navê serhildana li dij xeta îxanetê: Sema Yuce

16/6/2016

Keça serhildêr ya Araratê Sema Yuce, bi çalakiya xwe ya agirê Newrozê kul i dijî xeta îxanetê gûr kir, nemir bû. Dayika wê Zennure Yuce Got çalakiya ku keça wê bi îradey xwe pêk aniye ji gel û jinan re pêşengî kiriye.

'Jiyanek di lêgerîna azadî û heqîqetê de …'

15/6/2016

Jiyan Yilmaz ya di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, wek navê xwe bibû navê jiyanê li kolanên teng yên Sûrê. Cenazeyê Jiyanê 3 meh şûnde ji goristana bê kesanhat girtin û ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Xwişka Jiyanê got: “lêgerînerên heqîqet û azaiyê ne bêkesin.”

Ji serhildana li dijî axatiyê heta şahidiya berxwedana dîrokî...

10/6/2016

Dayika Kumru Îlhem a 95 salî ya li Cizîrê gelek tişt jiyaye. Dayika Kumru ewil li hemberî sîstema axatiyê serî rakiriye û bûye ji şahidên dîroka berxwedanê ya Kurdistanê, ji salên 90 heta niha di dezgehên îşkencexaneyan de gelek pêkanînên nemirovî dîtiye. Dayika Kumru li hemberî qatlîamên Hêzên dewletê yên niha jî bi gotina "Ji bo 4 xendekan bigirin hatin lê evqas mirov kuştin" berteka xwe anî ziman.