Zeryanê mîrateya berxwedanê ji hemû jinan re hişt

Portreler
Hezîran 27 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX – Ayşegul Kaçar (Zerya Denîz Amed) yek ji berxwedêrên rêveberiyên xwe serser bû.  Ayşegul Kaçar (Zeryan Denîz Amed) ku li Şirnedê wek Yildiz Cudî dihat dasîn mîrateya berxwedanê ji hemû jinan re bi gotina ‘Jin zêdetir nêzî pergala xweseriya demokratîke.  Baweriya jinê ya bi vê pergalê zêdetire. Em hewl didin vê zêdetir mezin bikin.’ hişt.
 
Li Şehrî-Nurê van rojan navê jinekê deng dide.  Navê Zeryanê ku her kolan bi berxwedanê bi teşe kir. Li Amedê dema hat dinê navê wê Ayşegul Kaçar bû. Dema beşdarî gerîla bû navê wê Zeryan Denîz Amed bû.  Lê li Şirnexê jî navê wê wek Yildiz tê zanîn.
 
Stêrka Botanê
 
Tê bawerkirin ku her kes dişibe navê xwe.  Ji ber vê jî  jinên Botanê dibêjin Yildiz wek stêrkên ezmanan diçirûske.  Ji ber vê ye ku  her kesên wê nas dikin, dibêjin gelo ev ji serdemên cuda maye an jî aydê roja îroyîne. Her kes dibêje ew ji heqîqetê bûye efsûnî.  Yek ji fermandara YPS-JIN’ê ya Şirnexê Zeryan di 28’ê Gulanê de bi çar hevalên xwe re li Şirnexê jiyana xwe ji dest da.Yên di kolanên ku ew meşiya de dimeşin, bi cesareta ku ji wê maye, dixwazin rêyên nû yên berxwedanê vebikin.
 
Li Şirnexê di rojên berxwedanê de li taxa Cumhuriyetê li ber mala Gel gengeşiye.  Jineke ku bi bejn û bala xwe cesaretê dide mirovan ji hember tê. Me jê re got em ji bo JINHA’yê roportajê dixwazin wê jî hema qebûl kir. Bi hevokên zelal û  herikbar kakilê ji me re derdixe.  Bi dengên xwe yê ku xîtabê her kesî dike, hevokên watedar ji devê wê derdiket.
 
‘Gelê Kurd di esasa rêveberiyên xweser de têkoşiya’ 
 
Ayşegula Amedê, Zeryana gerîla û Yidiza Şirnexê di roportaja k udi 24’ê Sibatê de dabû, berxwedana gelê kurd ya rêveberiyên xweser, êrîşên dewletê yên li dijî berxwedanê û pêkanînên komkujiyê wiha anîbû ziman: “Gelê Kurd îsal berxwedana xwe di esasa rêveberiyên xweser de pêş xist. Rêveberiyên xweser ku formulasyona xweseriya demokrate, armanc dike ku xwe bi rêve bibe.  Wateya wê ji bo gelê Kurd û Tirk çiye divê ev bê axaftin. Pergala serdest xwe wek netewe-dewlet bi rêve dibe û  çand, bawerî û gelên din qebûl nake.  Li dijî vê berxwe dide û bi şîdet êrîş dike.”
 
Pêşroja cîhanê di vê pergalê de ye
 
Zeryanê diyar kirin ku tevî polîtîkayên zextxwir yên dewleta kujer, pêşeroja mirovahiyê di rêveberiyên xweser û pergala konfederal de ye û wiha berdewam kir: “Dema mirov li hemû cîhanê dinêrin êdî însiyatîfên herêman dertên pêş. Li vê herêmê jî çand û zimanê gelan zindî dibe.  Miro vê li Amerîka, Hîndîstan û gelek deverên din jî dibînin.  Li hinek deveran wek federasyon, hinek deveran wek kantonal dertên pêş.  Em jî van wek daxwaza azadiyê dikarin bibin nasîn.”
 
‘Ev sekneke neteweyî ye’
 
Zeryana ku bi zana, bawerî û îrade axaftina xwe berdewam kir wiha pê de çû: “Îsal li bakurê Kurdistanê di şexsê Cizîr, Sîlopî, Nisêbîn, Dêrik, Kerboran û Şirnexê berxwedanên derketin holê gelek bi wate bûn. Divê em van çawa binirxînin? Ya yekem aliyekî van berxwedanan yê neteweyî heye. Aliyê vê yê neteweyî çiye? Êdî gelê Kurd dixwaze xwe bi ziman, nasname û çanda xwe bi rêve bibe. Ev seknek neteweyî ye. Bêguman ji bo xwe rêvebirinê jî hewcedariyên aborî, hiqûq, çandî û tenduristiyê heye. Civak dixwaze hewcedariyên xwe beyî zilm û keyfiyeta dewletê çareser bike.  Ev daxwazek xwezayiye. Ev jî laiyê wê yê neteweyî ye.”
 
‘Berxwedana me ji bo azaiya hemû gelane’
 
Zeryanê di berdewamiyê de wiha gotibû: “Gelê Kurd êdî perwerdehiyeke ku Kurdî têde tine naxwazin. Gelê Kurd dixwaze di saziyên tenduristiyê yên xwe de bên dermanirin. Gelê Kurd êdî naxwaze bi birçîbûnê bê terbyekirin.  Gelê Kurd êdî asîmîlasyonê naxwaze. Ev sekneke neteweyî ye. Rêveberiya navendî cudahiyên Tirkiyeyê înkar dike, tine dike. Yên vê qebûl nakin jî tên qetilkirin, bêdengkirin û girtin. Ji ber vê jî divê berxwedanên rêveberiya xweser wisa bên dîtin.Ji ber vê jî ev berxwedan jibo hemû gelane.
 
‘Jin zêdetir nêzî pregala xweseriya demokatîkin’
 
Ji ber vê jin zêdetir nêzî pergala xweseriya demokratîkin. Li aliyê din jinê zêdetir êş kişandiye, zîlm dîtiye.  Ji ber vê eleqeya jinê zêdetir li  YPS-JIN’ê heye.  Piştî avabûna YPS-JIN’ê îradeya jinê li vir xurtir bû. baweriya jinê bi vê pergalê zêdetire. Em hewl didin vê mezintir bikin.”
 
‘Zîhniyeta DAIŞ û AKP’ê wê têk biçe’
 
Zeryanê wiha dawî li roportaja xwe anî bû: “Belkî ev heta cihekê kiriye jî. Mînak gelek kes hatin qetilkirin, malên mirovan çûn. Xaniyên wan çûn. Hinek malbat bi tevahî hatin qetilkirin. Ev rêbaza şerekî taybete. Mînak DAIŞ’ê çawa xwe li Rojava wek têk naçe nîşan da, AKP jî hewl dide li Tirkiyeyê heman tiştî bike.  Lê çawa DAIŞ li Kobanê bi rihê fedayî yê Apoyî darbe girtiye, AKP jî wê vê aqûbetê bijî. Her du rewş pir dişibin hev. Em xwe li gorî şertên herî zor amade dikin. YPS û YPS-JIN ji vê re amade ye. Em soza vê didin gelê Kurd.”
 
(hu)