Portre

Li çiyayên jê hez dikir mezinbû û bû xudawend

19/8/2016

Malbata Şervana YJA-Starê Guler Yarici (Zinarin Întikam) a ku li çiyayên jê hezdikir mezinbûyî ew wiha vegotin: “Di hişê me de tenê kenê Guler û dilê wê yê mezin maye.”

Jînda navê sekna li dijî zîhniyeta serdest ya mêr e..

18/8/2016

Jîndayê li dijî zîhniyeta serdets ya mêr azadiya jinê li çiyan dît û di rêya azadiyê de xwe ji nûve heyî kir. Jînda di heman demê de navê sekna li dijî zîhniyeta serdest ya mêre.

Berxwedana ji Rozerînê heta Jiyanê mezin bûye

17/8/2016

Jiyan yek ji jinên xurt yên berxwedana rêveberiyên xweser ya Sûrê bû. Jiyanê, piştî ku xwişka wê Rozerînê jiyana xwe ji dets da got ‘Xwişka min şehîd ket, divê ez tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigirin. Ji ber vê ez tevlî têkoşîna çekdarî dibim.” Jiyanê bi berxwedana Sûrê têkoşîna xwe tacîdar kir.

'Ez evîndarê welat û çiyayê xwe me’

16/8/2016

Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) li dijî rol ali jinê hatiye danîn û zilma dewletê bi gotinên ‘Êdî jinên Kurdistanê bi zorê nekare bê zewicandin û wê rastî newekheviyê neyên’ berê xwe da qadê gerîla. Dayika Mizgînê, Saniye Aratemurê keça xwe vegot.

Dilê mezin yê xeyala wê ya azadiyê mezin: Arzu Bîlmez

16/8/2016

Gerîlaya YJA Starê Arzu Bîlmez (Zîlan Cudî) ku li xaka ku hat dinê rastî zext û zilma dewletê hat, li ser vê berê xwe da çiya. Di 1’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Arzuyê ji bo jinan wesyet kiribû û gotibû ‘ min bi tilîliyan defin bikin.’

Îtîraza Ayşeyê li dijî zext û zilmê hebû

14/8/2016

Ayşe Îşçî (Havîn Feraşîn) ya di salên 90’î de li Botanê hat dinê zext û zilmê re rû bir û hat. Dayika Ayşeyê Halîmeyê got: “Ayşe şehîd ket lê keçek min ya din çêbû. Hemû gerîla zarokin minin.”

'Dayikê ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet’

13/8/2016

Endama YPS-JIN’ê Hazal Aslan (Feraşîn Sîdar) ku li pey xwe nameya ‘Dayê min mereq neke, ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet’ hişt û di berxwedana rêveberiya xweser ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê Hazal wiha vegot: “Ew ji bo malbata me çavkaniya rûmetê bû.”

Di xeyalê her kesî de kena Leyla ya efsûnî ma...

13/8/2016

Evîndara jiyana azad jina serbilind Leyla Okalîn. Ji temenê biçûk bi lêgerîna xwe yê azadiyê re hember pergala serdestiyê serî hildide û li çiyayên Kurdistanê wek kûlîlkan dipişkûve. Leyla di 5'ê Tirmeha 2016'an de li herema Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana hêza dewlata tirk de bi 5 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. Cenazeya Leylayê ji aliyê sedan jinên têkoşer ve hate oxirkirin û di xeyalê her kesî de kenê Leylayê efsûnî ma...

Berîvan Kandemîr a li dijî pergalê koletî red kir

12/8/2016

Dayika Berîvan Kandemîr ya PKK’î k udi encama êrîşa hewayî ya Heftanînê de jiyana xwe ji dest da, Kîşmîş Kandemîrê keça xwe vegot û diyar kir ku ew bi keça xwe serbilinde û wê xwedî li têkoşîna wê derkeve. Kîşmîşê got: “Di temenê biçûk de xistibû serê xwe ku bibe gerîla. Bi dilê xwe yê biçûk girîngiya têkoşîna azadiya jinê vegot.”

Bi kelecan, hezkirin û hêviya xwe ya ti car têk neçûye, Eda…

10/8/2016

Edaya li navçeya Baglar a Amedê di temenê xwe yê biçûk de cop, gaza îsotê û zextên polîsan nas kir, li aliyê din jî bi berxwedana li dijî zextan mezin bû. Edaya bi kelecan û kenê xwe dihat nasîn, hêviya xwe ya ku ti car nediqedya ji kolanên Baglarê bir Cizîrê.

Baxçeyê ku Surmiyê çandî bê xwedî ma

07/8/2016

Surmî Înce (55) ya ku di 18'ê Tîrmehê de li bajaroka Xirvatê ya navçeya Colemêrgê dema taştê ji bo zarokên xwe yên palê dibir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Cîran û malbata Surmî, qala jiyan û evîndariya wê ya xwezayê kirin.

Denîz Firat rojnameger, şervan û jinek şopdarê heqîqetê bû

06/8/2016

Şopdarê heqîqetê, gerîla û rojnamevan Denîz Firat. Denîz li qontarên çiya û şivanrêkan ji bo rastî ji gel re raghîne di nava şer de cih digre û wiha dibêje, " Li van kendavan li dengê Bêrîtanê digerim, jinên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku wê ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan nepejirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de."

Pervîna li Cizîrê nemir bû, emanetê Amedê ye

05/8/2016

Endama YPS-JIN’ê Pervîn Taşçi ku gotibû ‘Yek têlik porê min biminîne jî divê hun min bi coş li Amedê defin bikin’, wesyeta wê hat cih. Pervînê di nav nemirên berxwedana rêveberiyên xweser ya Cizîrê de cihê xwe girt. Malbata wê ew li xaka Amedê ku pir jê hez dikir, defin kir.

Ji zarokên Botanê yên evîndar Mizgîn

04/8/2016

Yek ji jinên bê tirs û serbilind ya Botanê Mizgîn Tonga. Ew jî wek her zarokek Botanê bi evîna ‘kesk,sor û zerê’ mezin bû. li Cizîrê 78 rojan berxwe da û di duyemîn bodruma hovîtiyê de hat qetilkirin û parçeyên bedena wê ji aliyê dayika wê hatin definkirin. Dayika wê got: “Ez vê dewletê ti car efû nakim.”

Evin Karaçelik hêza jinê jindar kiriye

28/7/2016

Bavê Evin Karaçelik a HPG yî ku li Elkeya Şirnexê di êrîşên hewayî de jiyana xwe jidest dayî gotibû: 'Fizika te ya gerilabunê nîne.' Evînê jî li hemberî sepandinên pergalê got: 'Hunê bibînin' û beşdarî nava refên PKK'ê bu. Dayika Evîn Asya Karaçelik got: "Keça min qet li hemberî mêran serî nedanî." Xwişka wê jî diyar kir ku Evînê hêz û hilberîna jinan di kesayeta xwe de jindar dikir.

Xwedavenda rûyê wê wek heyvê: Rojinda Ruken

22/7/2016

Şervana YJA-Starê Rojînda Ruken (Kader Erenç) li herêma Şemzînanê bi 5 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevala wê Jiyan Tekoşînê ve hat vegotin û wiha got: "Ew Xwedavenda rûyê wê wek heyvê bû. Rojîndayê ev tişt ji me re gotin: Yên xeyalên wan hene qezenc dikin.' Belê yên xeyalên wan hebin dikarin wek Rojîndayê evîndarê van çiya bin.

Jinên pênûsa Şîlanê dewr girtin, nivîsandinê berdewam dikin

21/7/2016

Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin, di ser mirina wî de 10 sal derbas bû. xeyala herî mezin a Şîlanê toreke nûçeyan a jinan ava bike û rojnamegerên jin yên xeyalên Şîlanê bi avakirina JINHA’yê pêk anîn, pênûsa Şîlan Arasê, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz li erdê nehiştin û vê têkoşînê berdewam dikin.

Lorînên nîvî de mayî di rêya azadiyê de temam kir

18/7/2016

Dayika Kader Rua (Avaşîn Erîş) a HPG yî ku di şerê li navçeya Şaxê ya Wanê di 28’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dayî Gulîstan Rua diyar kir ku ew dayika herî serbilinde û got: “Ez dayika keçek bi cesaret a li peyi xeyalê xwe çuyî me. Keça min giha xeyalên xwe, lorinên nîvî mayî di rêya azadiyê de temam kir.”

Ji berdewama navekê ber bi tilîliyên berxwedanê ve ne Zîlan Kurt

15/7/2016

Li Wanê di serdegirtina malan de dema ku hêzên dewletê derdora malê girt û banga "teslîmbibe" kirin. Endama YPS’ê Zîlan Kurt berxwedanek mezin nîşan da û got: “Navê min Zîlan e. Ez rêhevala Arîn Mîrkan û Zîlam im. Ez teslîmî we nabim.” Dayika Zîlan ê diyar kir ku ku keça wê bi tilîliyan dawî li jiyana xwe anî û wiha got: "Ya herî hêzê dide min, ewe ku keça min teslîm nebû, heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da."

'Ez ji berxwedanê hez dikim û rêya berxwedanê tercîh dikim’

11/7/2016

Terfa Çoko (Tekoşîn Dersîm) ku got ‘Ez rêya berxwedanê hildibijêrim û ji berxwedanê hez dikim’ û beşdarî şoreşa Rojava bû, salel berê di operasyonên ‘Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo’ ya li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin de, li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.