Li çiyayên jê hez dikir mezinbû û bû xudawend

Portreler
Tebax 19 / 2016


 

 
Nişmiye Guler/JINHA
 
AGÎRÎ – Malbata Şervana YJA-Starê Guler Yarici (Zinarin Întikam) a ku li çiyayên jê hezdikir mezinbûyî ew wiha vegotin: “Di hişê me de tenê kenê Guler û dilê wê yê mezin maye.”
 
Şervana YJA-Starê Guler Yarici (Zinarîn Întikam) a ku di navbera 18-30’ê Hezîranê de li bejahiya gundê Sîsê yê navçeya Lîceya Amedê di şerê li gel hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da. Guler li peyî xwe di hişê hemû heval û naskiriyên xwe de kenê xwe hêlaye. Guler di sala 1987’an de li gundê Ortulu yê navçeya Bazida Agiriyê di nava malbatek ji 14 kesan de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Guler weke navê xwe bi ruyê xwe yê ken û jîrbûna xwe ji aliyê derdorê ve dihat naskirin. Guler li Bazidê dest bi dibistana seretayî kir, hîn biçuk zilma dewletê naskir, li gel wî temenê xwe yê biçuk jî ji malbatê dur jiyan kir.
 
'Di hişê me de ruyê wê yê biken maye'
 
Guler bi heskirina xwe ya xwezayê û eşqa pirtûkxwendinê dihat nasîn. Di sala 1999’an dema ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dil tê girtin Guler li gel keçmamek xwe berê xwe dide rêya çiyayên jê hez dikir. Guler li çiyayên jê hez dikir mezinbû. Hem temenên Guler dema ku li kolanan dilîstin wê berê xwe dabû çiyayên azad. Dema ku bi salan wêneyê wê di destê malbatê de û li benda dîtina wêbûn, ew di nava têkoşîna jinan de derketibû zîrveyê, ji bo malbata xwe giyana berxwedanê hêla û giha xudawendan.
 
Guler a ku malbat wê weke “zaroka partiyê” binav dikin dema ku berê xwe da rêya çiyan hîna gelek biçukbû. Malbata Gulera temenbiçuka dilmezin ji dema ku ew tevlî nava partiyê bû heya niha nedîtine gotin: “Di hişê me de tenê kenê Guler û dilê wê yê mezin maye.”
 
Şervana YJA-Starê Guler Yarici (Zinarîn Întikam) a ku di navbera 18-30’ê Hezîranê de li bejahiya gundê Sîsê yê navçeya Lîceya Amedê di şerê HPG,YJA-Starê li gel hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da. 45 rojan cenazê Guler nedan malbatê, li gel serlêdanên malbatê di 12’ê tebaxê de dan. Malbatê li Bazida Agiriyê Guler ber bi bêdawiyê ve oxirkirin. Malbatê da zanîn ku we bi vîna ku Guler di temenek biçuk de nîşan dayî serbilindin. Malbatê destnîşan kir ku ew ê layêqê bîranîna keça xwe bimînin.
 
(zt)