Jinên pênûsa Şîlanê dewr girtin, nivîsandinê berdewam dikin

Portreler
Tîrmeh 21 / 2016


 

 
JINHA
 
NAVENDA NÛÇEYAN- Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin, di ser mirina wî de 10 sal derbas bû.  xeyala herî mezin a Şîlanê toreke nûçeyan a jinan ava bike û rojnamegerên jin yên xeyalên Şîlanê bi avakirina JINHA’yê pêk anîn, pênûsa Şîlan Arasê, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz li erdê nehiştin û vê têkoşînê berdewam dikin.
 
Şîlan Aras yek ji rojnamegera azad a jin ku a kevneşopiya çapemeniya azad bû.  Şîlanê beşeke mezina jiyana xebata xwe di çapemeniyê de derbas kir û bi evîneke mezin girêdayê pîşeya xwe bû. Vê evîna wê ew heta Ermenîstanê, piştre heta Iraq û Rojhilat bir.  Şîlan bi armanca ku întîxarên jinan yên li Urmiyê û Mahabadê zêde bûne lêkolîn bike şû Rojhilat û ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve di kemînê de hat qetilkirin.  Têkoşîna Şîlanê ji rojnamegerên jin yên Kurd re dibe ronahî.
 
'Navê xwe li dîroka rojnamegeriya Kurd nivîsî’ ku navê xwe li dîroka rojnamegeriya Kurd ya kevneşopiya çapemeniya azad nivîsî, ji bo li ser Întîxarên jinan lêkolînê bike di 23’ê Tîrmeha 2006’an de li Îranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Şîlan di
 
Ayfer Serçe (Şîlan Aras) di 1974’an de li Wêranşara Rihayê hat dinê û di salên xwe yên lîseyê de di radyoya bi navê Karacadag de xebitî. Piştre ji bo dersxanê çû Edene û Mersînê û di pêvajoya dersxaneyê de dibistaneke bilind ya du salan qezenc kir. Şîlan ji bo qeydê diçe cihê xwe lê dibîne ku ew cih ne li gorî wê ye û dest jê berdide û vedigere.
 
Bi salan di çapemeniya Kurd de xebitî
 
Piştre derbasî beşa Îşletmeyê ya Zanîngeha Çukurovayê bû. li vir du salan xwend û piştre di 1998’an de beşdarî têkoşîna jinan a Kud dibe.  Şîlan bi salan di çapemeniya Kurd de dixebite û di serê sala 2000’î de di Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de dixebite. MHA di 2005’an de tê girtin û piştre Ajansa Nûçeyan a Firatê de dest bi weşanê kir.  Şîranê nûçegîhaniya ANF’ê ya Ermenîstanê kir.  Sê salan li wir ma û derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû.   Şîlanê pişt ji bo lêkolîna întîxarên jinan lêkolîn bike çû Mahabat û Urmiyeyê.
 
'Li Îranê hat qetilkirin’
Şîlanê piştî lêkolîna xwe ya 3 hefteyan di navbera 19-23’ê Tîrmeha 2006’an de li herêma Kelareş a sînorê Tirkiye-Îranê ji aliyê artêşa Îranê ve di kemînê de hat qetilkirin. Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas dîroka mirina Şîlanê wek 23’ê Tîrmeha 2006’an derbas dike. Hinek çavkanî jî dibêjin 19’ê Tîrmehê.
 
Di avabûna tora nûçeyên jinan de bi israr bû
 
Şîlanê ku bi evînek mezin pîşeya xwe dikir, ji çapemenî-weşana jinê jî pêş bikeve  û tora nûçeyan a jinan  ava bibe bi israr bû. Di ser qetilkirina nûçegîhana ANF’ê Şîlan de 10 sal derbas bû. Nayê zanîn ku ka çi bi cenazeyê wê hatiye. Tevî ku 10 sal derbas bûye jî rejîma Îranê ti daxuyanî neda.  Tevî hemû hewldanên malbata wê  bangên parêzvanên mafê mirovan rejîmê cenazeya Şîlanê neda.
 
Xeyalên Şîlanê pêk hatin
 
Xeyala herî mezin a Şîlanê avakirina ajanseke nûçeyan a jinan bû. Ev xeyala wê bi JINHA’yê pêk hat. JINHA’yê di 8’ê Adara 2012’an de  bi dirûşmeya ‘Em zimanê çapemeniyê diguherin.  Piştî me wê çapemeniya cîhanê ne wek berê be’ dest bi jiyana weşana xwe kir.  Hemû xebatkarên wê jinin.  Her nûçeyên xwe bi nêrîna jinê çêdike. Pênûsa Şîlan Arasê, Denîz Firat, Gurbetellî Ersoz li erdê nehiştin û vê têkoşînê berdewam dikin.
 
(mg\hu)