Lorînên nîvî de mayî di rêya azadiyê de temam kir

Portreler
Tîrmeh 18 / 2016


 

 
Hatice Kaya/JINHA
 
WAN – Dayika Kader Rua (Avaşîn Erîş) a HPG yî ku di şerê li navçeya Şaxê ya Wanê di 28’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dayî Gulîstan Rua diyar kir ku ew dayika herî serbilinde û got: “Ez dayika keçek bi cesaret a li peyi xeyalê xwe çuyî me. Keça min giha xeyalên xwe, lorinên nîvî mayî di rêya azadiyê de temam kir.”
 
Kader di 1989’an de li gundê Xumara navçeya Şaxa Wanê hatiye dinê. Kader dest bi dibistanê dike û heya dibistana navîn dixwîne. Ji ber zor û zehmetiyên gundi dest ji dibistanê berdide, lê dest ji lêkolînê bernade. Di gundê xwe de jî xebat dike. Roj bi roj evîna dilê Kaderê mazin dibe. Kader di salan 2010’an de li gundê xwe bi bawerî pey heqîqetê diçe. Dayika Kaderê Gulîstanê Rua da zanîn ku keça wê li peyi xeyalên xwe çuye û wiha got: “Bi saya keça min serê me bilinde. Di rêya  rûmetê de şehîd ket. Keça min bi PKK’ê û çiyayan keyfxweş bû. Em poşman nînin.”
 
‘Kader pey heqîqetê de çû’
 
Dayika Gulîstan li ser bedewbûn û baweriya Kaderê jî wiha axivî: “Kader jî wek hemû jinên li pey heqîqetê çûyîn xwediyê xeyalên mezinbû. Heya dilopa xwina xwe ya dawiyê li ber xwe da. Kader wek hemû jinên kurdistanê bi dengê xwe li ser lutkeyên çiyayên bilind di lorand û stranên wê yên nîvi mayî di rêya azadiyê de bidawi kir.”
 
Dayika Kader Gulîstan qala hêz û baweriya keça xwe kir û wiha domand: “Di nava civakê de gelek di hat hes kirin. Gelek jîr bû. Her çiqas karê giran kiriba jî tu caran aciz nedibû. Keça min gund mazin bû. Çawa ku mazin bû wê demê bû evîndara çiya û PKK’ê. Di nav PKK’ê de heqîqat dijî. Em tu caran poşmanê vî dozê nebûn û tu caran ji rêya xwe dernakevin.”
 
‘Kader zaroka Kurdistanê ye’
 
Dayika Gulîstan qala roja çûyîna keça xwe kir û wiha pê de çû: “Dema keça min tevlî refên PKK’ê bû wê deme meha remezanê bû. Wê rojê cilên xweşik xwe kiribû. Fitar ji bo me amade kir. Me bi hev re fitara xwe vekir. Piştra hevalên wê hatin heya derengiya şevê sihbetên xweş kir û piştî wê min keça xwe nedît. Kader her tim di nav malê de di got ku ’14 zarokê te hene û ez jî dê bibim zaroka Kurdistanê’ û gotina xwe kir bu zaroka Kurdistanê. Ez bi şehadeta Kaderê serbilindim. Keça min rêya serbilind û rûmetê de şehîdbû.”
 
Meta Kader Leyla Zana Rua jî behsa Kader û hêza wê kir û got: “Kader ji bo me gelek cuda bû. Kelecanek mazin dilê wê de hêbû. Hemû kes ê di got Kader ji bo refên PKK’ê başe. Ji ber ku ew hêz û baweriya wê dida ruyê wê. Roja PKK naskirî wê demê bû evîndara PKK’ê.” Leyla berdewamiya axaftina xwe de wiha domand: “Kader her tim strana Awazên Çîya di got, lê di nîvî de dihişt. Min jê re di got çima tu stranê nîvî de dihêlê. Kaderê jî digot: ‘Ez soz didim ez ê rojekê wê srtanê hemûyê bêjim.’ Bi şehadeta xwe strana xwe jî dawi kir.
 
Em bi şehîda wê serbilindin. Şehîdên me rumeta me ne. Bila hemû kes çavê xwe veke û van rastiyên me bibine. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li pey vê dozê û rêya şehîdên xwe biçin. Çeka şehîdên me li erdê namîne. Çek û doza Kaderê jî dê bê rakirin.”
 
(htk/zt)