'Ez ji berxwedanê hez dikim û rêya berxwedanê tercîh dikim’

Portreler
Tîrmeh 11 / 2016


 

 
JINHA
 
MÊRDÎN –Terfa Çoko (Tekoşîn Dersîm) ku got ‘Ez rêya berxwedanê hildibijêrim û ji berxwedanê hez dikim’ û beşdarî şoreşa Rojava bû, salel berê di operasyonên ‘Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo’ ya li dijî DAIŞ’ê hat destpêkirin de, li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da.
 
Terfa Çoko (Tekoşîn Dersîm) ya YPJ’î ku beşdarî operasyonên ‘Pêngava Fermandar Rubar Qamişlo’ bû, di 7’ê Hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest da. Heman rojê  Nurettîn Albayrak (Ozgur Dogan), Sahabaettîn Say (Jiyan Amed), Şahîn Ulubay (Baran Barî), Nesîm Taşkan (Robar Uzîm), Kubra Polat (Zîlan Înan) jî jiyana xwe  ji dest dan. Terfayê demek dirêj rojname belav dikir. Terfa ji Qoserê bû û demeke dirêj rojname belav kir. Terfaya ku yek wêneyekî wê yê zarokatiyê tinebû, roja beşdarî şoreşa Rojava dibe wêneyekî dikişîne û dişîne ji malbata xwe re. Navê wê di nasnameyê de Terfaye û di malbatê jê re digot Hurîke.  Wê jî ji malbatê re digot ‘Ji min re bêjin Berçem’. Sedema ku jê re bêjin Berçem, jî ev bû ku navê hevala wê ya li Kobanê jiyana xwe ji dest da bû. Terfa ku bi navê Berçemê tevlî berxwedana Kobanê bû bi navê Tekoşîn Dersîm têkoşîna xwe berdewam dike. Dayika Terfayê, Şukriye Çoco got: “Keça min her ku têkoşîn meşand zêdetir xweşik bû.”
 
'Ez ji ber jiyana wê serbilindim’
 
Şukriyeyê bi lêv kir ku dema bihistin ku Terfayê jiyana xwe ji dest daye ji bo cenazeyê bigirin ketine rê û got dema cenaze girtin wêneyê wjî hebû û li ser jî Tekoşîn Dersîm nivîsanidbûye.Şukriyeyê  got Terfayê dema têkoşîn meşandiye qat bi qat xweşik bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez ji alî jiyan û têkoşîna wê serbilindim. Wê ji bo gelê ku dihat qetilkirin canê xwe feda kir. Ez ji ber vê xemgîn nabim. Berovajî vê ez serbilindim. Ew ji bo gelê xwe û rumeta xwe bi şeref meşiya.  Qiymet û nirxa wê li gel me zêde ye. Ti kes wek wê ne xweşike.”
 
'Tekoşîna min ji  têkoşînê hez dikir’
 
Şukriyeyê di berdewamiyê de got keça wê pir bi biryar bû û di rêya têkoşînê de nemir bûye. Şukriyeyê wiha berdewam kir: “Em berxwedana wê ya dîrokî ti car ji bîr nakin. Divê hemû jin jî zêdetir berxwe bidin.   Terfayê beriya biçe got ‘Ez rêya berxwedanê hildibijêrim û ji berxwedanê hez dikim.’ Tekoşîna min ji têkoşînê hez dikir. Jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Tekoşîn kesek durust, cidî bû.  Ji têkoşîn û hevalên xwe hez dikir. Em bi wê û hevalên wê serbilindin. Rêya wê rêya me hemûyane.  Mirov ji vê rê hez nekin diçin. Wê jê hez kir û çû.”
 
'Ez bi keça xwe serbilindim’
Şukriyeyê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku wê dixwest ku beriya ku Terfa jiyana xwe ji dest bide carekê dengê wê bibihîze û wiha got: “Salek û nîv bû beşdarî têkoşînê bibû. Em qet neaixivin.  Ne ew li me geriya û ne jî em. Xwezî min carekî dengê wê bibîhîsta û ez bimrama. Ez hesretê dengê wê me.  Min ne dît û ne dengê wê bihîst.  Tenê min bihist ku şehîd ketiye.  Min di televîzyonê de alên YPJ û YPG’ê yên li Serêkaniyê hatibûn çiqandin dîtin. Min azadiya Serêkaniyê dît û ez kêfxweş bûm. Ez li ser navê keça xwe Tekoşînê serbilindim.” 
(ea/hu)