Îtîraza Ayşeyê li dijî zext û zilmê hebû

Portreler
Tebax 14 / 2016


 
 

 
JINHA
 
ŞIRNEX- Ayşe Îşçî (Havîn Feraşîn) ya di salên 90’î de li Botanê hat dinê zext û zilmê re rû bir û hat. Dayika Ayşeyê Halîmeyê got: “Ayşe şehîd ket lê keçek min ya din çêbû. Hemû gerîla zarokin minin.”
 
Ayşe Îşçîn (Havîn Feraşîn) li Gundikê Melê di 1993’an de hat dinê. Zaroka çaremîn ya malbatê bû. 10 xwişk û bira bûn.  Ayşeyê li gundê xwe her cureyê zext û zordariyên dewletê dît û di 20’ê Cotmeha 2010’an de tevlî YJA Starê bû.  ayşeyê di demek kurt de têkoşînek mezin meşand û di 13’ê Sibata 2011’an de li Çiyayê Bestayê jiyana xwe ji dest da.
 
'Yek ne wek wê bû’
 
Dayika wê Halîme Îşçînê got 10 zarokên wê hene lê yek ne wek wê bûye û balkişand ser aliyê wê yê jîr û welatparêz. Halîmeyê got: “Hemû gund ji wê hez dikir. Rojekê em her du runiştibûn.  Keça xaltîka wê çibû. Got dayê hat rabe biçe cem xaltîka min ger ez sibe biçim bila ew jî bê cem te.  Piştî wê gotinê tevlî bû.”
 
Halîmeyê da zanîn ku keça xwe herî dawî li Çiyayê Bestayê dîtiye û got: “Gelek kêfxweş bû. ez giriyam.  Got; dayê ti çima digirî, ez li vir ne tenê me, min gelek ji vir hez kiriye.  Em bi saetan axivîn. Dema ez hatim min ew hembêz kir.  Got; dayikê heqê xwe helal bike, ger min ti şikestibî.” 
 
'Hemû zarokên minin’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku yên çiya hemû zarokên wê ne û ev tişt anîn ziman: “Dema ez çûm cem Ayşeyê, hevalek hat got; ‘Dayê ez li şûna Havînê hatime, ti min qebûl dikî’. Min ew hembêz kir. Min got hun hemû zarokin minin. Kurekî min ji xwe şehîd ketibû. Piştre 2 neviyên min û keça min çû.  Dema Ayşe şehîd ket, kurê min yê biçûk jî çû. Dema ez gerîlayan dibînim ez pir kêfxweş dibim.”
 
'Ez çûm şîna keça xwe’
 
Halîmeyê got bi tesadufî çiye şînekê û li wir hîn kiriye ku şîna keça wê ye û wiha berdewam kir: “Gerîlayeke jin ya Şirnexê şehîd ketibû. Ez çûm şîna wê. Ez û dayika wê giriyan. Lê dema ez ketim hundir sankî di dilê min de tiştek qetya. Çend roj derbas bû agahî hat ku Ayşe şehîd ketiye.  Şîna ku ez çibûmê ya keça min bû. ew heval bi keça min re tevlî hev bibû.  Keça min anîbûn defin kiribûn. Ez jî beyî agahî çibûm şîna keça xwe. Ew heval jî hevala herî nêz a keça min bû.piştî wê koda  Ayşeyê girt. Ayşe şehîd ket lê keçek min ya din çêbû. 
 
(aı-sg/hu)