Berîvan Kandemîr a li dijî pergalê koletî red kir

Portreler
Tebax 12 / 2016


 

 
Vildan Atmaca/JINHA
 
BEDLÎS –Dayika Berîvan Kandemîr ya PKK’î k udi encama êrîşa hewayî ya Heftanînê de jiyana xwe ji dest da, Kîşmîş Kandemîrê keça xwe vegot û diyar kir ku ew bi keça xwe serbilinde û wê xwedî li têkoşîna wê derkeve. Kîşmîşê got: “Di temenê biçûk de xistibû serê xwe ku bibe gerîla. Bi dilê xwe yê biçûk girîngiya têkoşîna azadiya jinê vegot.”
 
Şervana PKK’ê Berîvan Kandemîr (Sîpan) Berîvan di 2010’an di encama bombebarana herêma Heftanînê ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da.  Berîvan di 1987’an de li gundê Axçira a Elcewaza Bedlîsê hatiye dinê. Beriya ku Berîvan bê dinê ji gundê wan bi dehan ciwan tevlî têkoşîna Azadiya Kurd dibin. Berîvan dibistana seretayî û navîn li gund dixwine û ji ber lênerîka kal û pîra wê ji dibistanê tê girtin. Berîvan di Tîrmeha 2004’an de beşdarî PKK’ê dibe. Dayika wê Kîşmîş Kandemîrê got: “Ji ber ez dayika şervaneke wek Berîvanê me serbilindim.  Ezê heta mirinê xwedî li têkoşîna Berîvanê derkevim.”
 
'Bû şervana gelê xwe’
 
Kîşmîşê got Berîvan bi fedekariya xwe tê zanîn û wiha berdewam kir: “Barê ku li ser milê wê anî cih. Ji aliyê hevalên xwe ve pir dihat hezkirin.  Heta roja çû dilê ti kesî neşikestibû.  Em heta 20 sala bi tîyê xwe, zarok û hevjînê wî re jiyan. Berîvanê berpiryariya malbatê girt ser xwe. Li kal û pîra xwe mêze kir. Tevî hemû berpirsyariyan ew tevlî bû û ji bo gelê xwe têkoşîn meşand. Li malê hewcedariya me bi wê hebû. Lê ew tevlî têkoşînê bû.”
 
'Di temenê biçûk de xwedî l ime derket’
 
Kîşmîşê got Berîvanê pirtûkên ku têkoşîna jinan vedigot dixwend û ev tişt anîn ziman: “Dema em diçûn zozanan ew jî dihat. Bi bedena xwe ya biçûk û dilê xwe yê zarok xwedî li me derket. Rojekê di ROJ TV de gerîla derketin. Bavê wê jê re got ti dixwazî bibî gerîla? Wê jî got xwezî ez bibûm.  Pirtûkên siyasî yên dihatin gund beriya her kesî wê digirt.”
 
'Kalê wê bi hesreta wê mir’
 
Kîşmîşê wiha berdewam kir: “Piştî berîvan çû kalê wê û cînarên me pir xemgîn bûn.  Kalê wê her roj digiriya.  Heta ji girî çavê wî kor bû. hesreta xwe bi girî rawestand. Ne tenê kalê wê her kesî jê hez dikir.  Berîvanê li malê her tim li ser azadiya jinê nîqaş dimeşand. Her tim digot mêr jinê dike bindest. Pirtûkên siyasî yên diwent ji me re vedigot. Di 10-11 saliya xwe de ev tişt ji me re digotin. Kîjan jin bihata mala me ji wan re azadiya jinê vedigot.”
 
Li dijî koletiyê tevlî PKK’ê bû
 
Xwişka wê Sîdar Kandemîr jî  axivî û got Berîvanê rolên ku mêran li jinan danîbûn red kir û got: “Vegotina şehîdekê bi rastî zehmete. Kesek ji dil, fedekar, bi biryar bû.  Sîpan Berîvan li dijî pergalê û koletiyê tevlî PKK’ê bû.”
 
Sîdarê got piştî Berîvan beşdarî tevgerê dibe nameyekê ji wan re dişîne û wiha berdewam kir: “Di 2006’an de ji me re name û wêne şandibû. Di nameyê de digot ew çûye cihê ku dixwaze û gotibû wê cudahiya rihê jinê li vir dîtiye. Tiştên di nameyê gotibû em serbilindkirin. Her wiha  serokatî, hevalî û jin vegotibû. Berîvanê di nameyê de gotibû li ‘Kurdistanê  jintî gelek zehmete. Vê bandorek meizn li ser min.”
 
‘Her kurd bi îradeya xwe beşdar bû’
 
Bavê wê Nîzamettîn Kandemîr jî diyar kir ku piştî Berîvan çûye agahî jê negirtine û carekê nameyek ji wan re şandiye û di nameyê de gotibû divê ev name ji kal û pîra wê re bê xwendin. Nîzamettîn wiha got: “Hezkirin û bawerî vegotibû.  Gotibû ti kesî ew bi zorê nebiriye.  Bêguman dema keça me çû em jî wek her kesî xemgîn bûn.  Serî da rêya ku jê hez dike. Berîvan Sîpan di 2010’an de bi 8 hevalên xwe re li Heftanînê şehîd ket. Me agahiya wê di cotmeha 2015’an de girt.”
 
(hu)