Di xeyalê her kesî de kena Leyla ya efsûnî ma...

Portreler
Tebax 13 / 2016


 

 
Hulya Okalîn /JINHA 
 
ÊLIH - Evîndara jiyana azad jina serbilind Leyla Okalîn. Ji temenê biçûk bi lêgerîna xwe yê azadiyê re hember pergala serdestiyê serî hildide û li çiyayên Kurdistanê wek kûlîlkan dipişkûve. Leyla di 5'ê Tirmeha 2016'an de li herema Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana hêza dewlata tirk de bi 5 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. Cenazeya Leylayê ji aliyê sedan jinên têkoşer ve hate oxirkirin û di xeyalê her kesî de kenê Leylayê efsûnî ma...
 
Ji dîroka serdestiyê heya roja îro hewla pergalê ew e ku jinên serhildêr, bi vîn û têkoşer di nav çar dîwaran de fetisandine. Jinên Kurd ên ku bi tevgera azadiya jinê re xwe ji xelekên pergalê rizgar dikin berê xwe didin çiyayên azad û dikevin nava têkoşînek bê hempa.Yek ji van jinên lêgervana azadiyê ku bi salane ji bo azadiya jinê li bajêr û çiyayên Kurdistanê têdikoşe Leyla Okalîn e. Leyla Okalîn (Hêvî Havîn) di 16'ê Adara 1980'an de li gundê Comaniya navçeya Hewêla Sêrtê çavên xwe li dinê vedike û navê jina şoreşker Leyla Qasîm hildigire. Leylayê ji ber hişmendiya feodal tenê dibistana seretayî dixwîne. Leylayê ku di nav 10 xuşik û birayên xwe de ya herî mezin e û di temenê xwe ya biçûk de berpirsyara jiyanê digire ser milê xwe.
 
Di 10 saliya xwe de dibe evîndara gerîllayên jin
 
Leylayê ku di nav malbatekî welatparêz de mezin dibe hînê rastiyê têkoşîna gelê Kurd jî dibe. Leyla di 10 saliyê de dilê wê ji bo têkoşîna azadiyê lê dide û ji bo bibe gerîlla dikeve nava lêgerînan. Leyla hêj di 10 saliya xwe de bi 4 hevalên xwe re ji bo tevlî nav refên PKK'ê bibin ji malê derdikevin û tenê li pey xwe peyamekî wek "Em bûm bazê azadiyê" hiştin û çûn.  Lê ji ber hêj temenê wan gelek biçûk e cardin tên vegerandin. Leylayê dûvre tevlî xebatên têkoşîna azadiyê dibe û xeyalên xwe di nava xebatan de mezin dike.
 
Di 1992'an de ji gund koç bûn
 
Di salên 90'an de dewleta tirk li gundên Kurdistanê polîtîkayên koçkirinê dabû dest pê kirin û li hember welatiyan îşkence û zilm da meşandin. Leylayê ligel malbata xwe di sala 1992'an de ji ber zextên dewletê ji gundên xwe koç dikin û li bajarê Êlihê bi cih dibin. Leylayê bi zext û zordariya dewletê re carek din fêrî rastiya dewletê dibe. Hemû jiyana Leylayê di nav êş û jana jiyanê de derbas dibe û bi kena li ser ruyê xwe li hemberî hemû êşan radiweste û  li ber xwe dide.  
 
Evîndarê şoreşê bû
 
Her çi qas sal derbas dibe jî Leylayê tu carî dev ji daxwaza têkoşînê bernade û bi xeyala şoreşgeriyê mezin dibe. Leylayê dema bi hevalbendên xwe re kom dibe û bahsa pêşerojên xwe dikin, tenê di hizir û ramanê wê de şoreşgerî heye û her tim ji hevalên xwe re digot "Ez evîndarê şoreşê me û ez ê bi azadiyê re bizewîcim" hewla wê tev bi cih anîna xeyalên xwe bû. 
 
Ji strana "Delo lo hevalo" hes dikir
 
Leylayê ku di nav civakekî feodal û serdest de mezin dibe di sala 2001'an de tevgera têkoşîna azadiya jinê nas dike û tevlî xebatên azadiya jinê dibe. Leylayê bi xebat û dilgermiya xwe bi salane li hemû kolan, tax, navçe û navenda Êlihê xebatên jinê dide meşandin. Leylayê bi taybetmendiiyên xwe ên kedkar, zana, dilgerm û bi rukeniya xwe di dilê hemû  xizm û derdora xwe de textek avadike. Dema ku Leylayê strana ku herî zêde jê hes dikir "Lo lo lo hevalo cano" distîriya her kesî bi dengên xwe ya zîz jî mest dikir.
 
Her dem berê wê li eşqa azadiyê bû
 
Leylayê piştî demek dirêj li bajêr  xebatên jinê dide meşandin, di 5'ê Tirmeha 2005'an de ji bo rawestandina operasyonên leşkerî  bi 500 hevalên xwe re dibe mertalên zindî û berên xwe dide Qada Parastina Medyayê. Piştî ku bi mahan li qadê dimînin û daxwaza wan ya rawestandina operasyonan bi cih nayê, tulbenda serê xwe ku her tim wek 'sembola koletiyê' didît ji serê xwe dike û li pey xeyalên xwe diçe. Leylayê bi  heskirineka mezin û hêviyeke bilind berê xwe da rê ya  azadiyê û demek dirêj bi kedeke giranbuha jiyana xwe bi evîna şoreşê berdewam kir û  her dem berê wê li eşqa azadiyê bû. Leylayê li gelek qad û heremên  Kurdistanê xebatên xwe bi fedakarî  û şanaziyeke mezin da meşandin. 
 
Tenê kena xwe ya şoreşger diyarî hêşt
 
Leylayê di 5'ê Tirmeha 2016'an de Roja Cejna Remezanê li herema Elkê ya Şirnexê di encama bombebarana hêza dewlata tirk de bi 5 rêhevalên xwe re jiyana xwe ji dest dide. Malbata Leyla ku piştî 11 salan şûn de cenazeya keça wan di ser wan de hat, her çi qas xwestin cenaze bibin mala ku lê mezin  bû ye jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat astengkirin. 
 
Cenazeya Leylayê ji aliyê sedan jinên têkoşer ve hate oxirkirin û di xeyalê her kesî de kenê Leylayê efsûnî ma...
 
(rc)