Xwedavenda rûyê wê wek heyvê: Rojinda Ruken

Portreler
Tîrmeh 22 / 2016


 

 
JINHA
 
AMED -Şervana YJA-Starê Rojînda Ruken (Kader Erenç) li herêma Şemzînanê bi 5 hevalên xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevala wê Jiyan Tekoşînê ve hat vegotin û wiha got: "Ew Xwedavenda rûyê wê wek heyvê bû.  Rojîndayê ev tişt ji me re gotin: Yên xeyalên wan hene qezenc dikin.' Belê yên xeyalên wan hebin dikarin wek Rojîndayê evîndarê van çiya bin.
 
Li herêma Şemzînan a Colemêrgê di 5'ê Hezîrana 2016'an de  şervana YJA-Starê Rojînda Ruken (Kader Erenç) bi 5 hevalê xwe re di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Hevala wê ya têkoşînê Jiyan Tekoşînê ew vegot.  Jiyanê di nivîsa xwe ya ku di kovara Ulus de hatiye weşandin de Rojîndayê vedibêje û  diyar dike ku Rojînda hêviya jinek nûye û wiha got: "Rojînda gerîlayek ciwan ya mizgniya rojeke nû di dilê xwe de vedişêre ye."
 
'Min kenê wê li Xakurkê nas kir'
 
Jiyanê da zanîn ku Rojîndayê li pey xwe şop hiştiye û jinek leheng bûye û wiha berdewam kir: "Hemû germahiya rojê hembêz kiriye, ji nûbûnan re dilê xwe vekiriye û serî daye rêya dirêj.. Dema xwedavend  rihê xwe teslîmê heyvê dikin gelek tiştan jî ji yên pey xwe re dihêlin.  Li gorî min xweşikahiya xwe ji jinan re hiştine.  Hezkirin li dilê xwe çalkirin û wisa çûn.   Hinek jinan tiştên wisa hiştin ku dema ew dikeniyan, li ruyê wan kulîlkan vedikir. Wekê gerîla Rojîndayê.."
 
'Germahiya wê dida ruyê wê'
 
Jiyanê diyar kir ku ew li dijî ken, aktîfbûn, alîkariya wê, heyran bû û wiha got: "Destpêkê ez bûm şahidê kenê wê.  Ez ji rûyê wê yê bi ken heyran mam. Çiqas xweş bû ew rûyê Rojîndayê. Em pir caran li vê qadê bi hev re meşiyan. Ez gerîla Rojîndayê qet jibîr nakim. Zinarên Xakurkê bi kenê wê deng dida. Wekê ku kenê vê gerîlayê ev qas xweş dikir."
 
'Xwedavenda biçûk ya rûyê wê wek heyvê'
 
Jiyanê bi lêv kir ku wÊ gelek ciwan û jinên ciwan nas kiriye lê Rojînda ji her kesî cudatir bû û hezkiriya çiyan bû û got: "Rojînda yek ji wane. Di her meşa me de wê behsa xweşikahiyê, xweşikbûna mirovan dikir. Behsa xeyalên xwe dikir.  Ev ji me re digot; 'yên xeyalên wan hebin qezenc dikin.' belê yên xeyalên wan hebin dikarin wek Rojînê hezkiriyên van çiya bin.  Tevî hemû zor û zehmetiyan xeyalên xwe pêk dianî vê jina ciwan, vê xwedavenda rûyê wê wek heyvê."
 
(ba/hu)