Berxwedana ji Rozerînê heta Jiyanê mezin bûye

Portreler
Tebax 17 / 2016


 

 
Sarya Gozuoglu/JINHA
 
AMED – Jiyan yek ji jinên xurt yên berxwedana rêveberiyên xweser ya Sûrê bû.  Jiyanê, piştî ku xwişka wê Rozerînê jiyana xwe ji dets da got ‘Xwişka min şehîd ket, divê ez tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigirin.  Ji ber vê ez tevlî têkoşîna çekdarî dibim.” Jiyanê bi berxwedana Sûrê têkoşîna xwe tacîdar kir.
 
Endama YPS-JIN’ê Çîgdem Îldan (Jiyan Şer) ku di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da di 1982’an de li Licê hat dinê.  Di temenê biçûk de bi malbata xwe re ji ber valakirina gundan koçî Amedê dikin.  Jiyan dema 12 salîbû, xwişka wê Rozerîn li Licê tevlî PKK’ê dibe.  Xwişka wê 4 sal şûnde li Licê di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dide. Rozgerî bi 20 şervanên jin re jiyana xwe ji dest dide. ev yek bandorek mezin li ser Jiyanê dike.  Piştî xwişka xwe Jiyan jî tevlî PKK’ê dibe. 
 
'Ez ê tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigir im’
 
Dayika Jiyanê, Ferîde Îldanê, yekane wêneyê keça xwe hembêz kir û got: “Jiyan zarokek pir bi tevger û kelecan bû. gelek ji xwişka xwe Rozerînê hez dikir. Ji her kesî hez dikir. Heta lîseyê xwend.  Di pola dawî ya lîseyê de xwişka wê şehîd ket.  Piştî wê ew jî çû.  Piştî çû bi gotinên wekê ‘Xwişka min şehîd ket, divê ez tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigirin.  Ji ber vê tevlî têkoşîna çekdarî dibim.’ agahî da me.” Ferîdeyê da zanîn ku keça wê Rozerînê 19 sal berê li Licê tevlî bûye û 4 sal şûnde bi 20 hevalên xwe re şehîd ketiye û got: “ Agahiya wê hat lê me cenaze nedît.  Me xwîn da, me gelek hewl da lê cenaze nedan me.”
 
'Min dixwest ez Jiyana xwe bi wan cilên gerîla bibînim’
 
Ferîdeyê got YPS’ê piştî daxuyanî daye ku Jiyan di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest daye, çûne Tipa Edlî û mînakên xwînê dane û wiha got: “Em niha cenazeyê Jiyanê nabînin.  Me xwîn da, em ji  teşîskirinê çûn nexweşxaneyê.  Cesed nîşanê me dan. Lê dilê min li berxwe neda.  Kurê min mêze kir lê wî jî nas nekir.  Niha em li bende agahîne ku em cenazeya wê bigirin.  Jiyanê çeka xwişka xwe dewr girt. Dema Jiyan çû gotibû ezê tola xwişka xwe û hemû şehîdan bigirim.  Tişta herî zêde min dixwest ev bû ku ez Jiyana xwe bi çek û cilên gerîla bibînim.  Carekê telefon kir, min got ti çima wêneyê xwe naşînî, min got derkeve tv ez te bibînim. Lê derneket û ji xwe ji kişandina wêneyan jî hez nedikir.”
 
‘Jiyan jinek xurt bû’
 
Ferîdeyê da zanîn ku piştî hîn kiriye ku Jiyan di berxwedana Sûrê de cih digire çend caran çûye Sûrê lê ew nedîtiye û got: “Jiyan li Sûrê bû, Sûr dihat bombebarankirin. Dilê min dişewitî.  Min dizanibû ewlada min gelek xurte.   Ji ber vê ez neditirsiyam. Tenê bêzar bûm. Ez dixwazim demildest cenazeya keça min bê dîtin. Bila cenazeya wê bê dîtin.  Ya Rozerînê winda bû lê ya Jiyanê bila winda nebe.”
 
(hu)