'Ez evîndarê welat û çiyayê xwe me’

Portreler
Tebax 16 / 2016


 

 
Zeynep Akin/JINHA
 
ÊLIH – Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) li dijî rol ali jinê hatiye danîn û zilma dewletê bi gotinên ‘Êdî jinên Kurdistanê bi zorê nekare bê zewicandin û wê rastî newekheviyê neyên’ berê xwe da qadê gerîla. Dayika Mizgînê, Saniye Aratemurê keça xwe vegot.
 
Hêvî Roj li dijî saziya zewacê ya di nava civakê de seknek bi wate nîşan da û serî rakir. Hêvî Roj bi peyama xwe ya ‘Êdî jinên Kurdistanê bi zorê nekare bê zewicandin û wê rastî newekheviyê neyên. Ger lê bê ferzkirin wê red bike û biçe jiyana azad’ çû çiyan.  Hêvî Roj ya serî netewand û li dijî zilmê derket, ji aliyê dayika wê ve hat vegotin. Mizgîn Aratemur (Hêvî Roj) di 24’ê Adara 2014’an de li qada Şeyh Cuma ya girêdayê Xîzana Bedlîsê yek ji 15 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest da bû. Mizgîn di 1988’an de li gundê Aynhîsane ya Kozlukê hat dinê.  Zaroka herî mezin a malbatê bû. 
 
'Ji wê rojê me fêm kiribû’
 
Saniyeyê da zanîn ku navê keça wê di nasnameyê de Nazli bûye lê jê re digotin Mizgîn û got Mizgîn zarokeke ku ti car neheqî qebûl nedikir bû. Dayika wê wiha vegot: “Dema biçûk bû me, tutun hişk dikir. Mizgînê jî tutun leqandibû û hemû şikandibû. Kalê wê sîleyek lêda bû. roja din kalê wê ew kiribû hembêza xwe û wê jî sîleyek li kalê xwe dabû.  Wê rojê me fêm kir ku Mizgîn neheqiyê qebûl nake.”
 
‘Ne zilm kir ne qebûl kir’
 
Saniyeyê diyar kir ku Mizgînê ji biçûkatiya xwe heta mezinbûna xwe ne zilm li kesî kiriye û ne jî zilm qebûl kiriye û got gelek ji mirovan hez dkir. Saniyeyê bi lêv kir ku Mizgin beriya tevlî gerîla bibe nameyek hiştiye û gotiye gotiye ez derdikevim li min negerin.  Saniyeyê got Mizgînê di nameya xwe de gotiye ez vê zilmê qebûl nakim, diçim berxwedanê û ez diçim cihekî wisa ku hunê bi min serbilind bin. 
 
‘Ezê vê zincîrê bikişînim’
 
Saniyeyê wiha got: “Mizgîn li dijî zewacê bû. xizmekî me xwest pê re bizewice. Mizgînê ev nexwest. Rojekê hemû gundî girtin û hatin mala me. Mizgînê li hemberî wan hemûyan got ew naxwaze. Mizgînê di nameya xwe de jî gotibû, ez rastî zilmek wisa nehatime, ji bo ti keçên Kurd rastî vê neyên ez derdikevim, ezê vê zincîrê bikişînim.”
 
‘Ezê xwedî li doza zarokên xwe derkevim’
 
Saniyeyê di berdewamiyê de wiha got: “Mizgîn ji bo jinên Kurd derket, ji bo jinên Kurdistanê şehîd bû. bi 14 hevalên xwe yên jin re şehîd ket.Em bi Mizgînê serbilindin. Wê serî netewand. Li dijî zilmê berxwe da. Li pey Mizgînê keça min ya biçûk me navê wê kir Mizgîn. Piştî keça min Hogir jî tevlî bû. ezê xwedî li doza zarokên xwe derkevim.”
 
‘Ez ti car serî natewînim’
 
Mizgînê di nameya xwe ya beriya tevlî gerîla bibe de wiha gotibû: “Ev ne biryara min ya nûye. Ji zarokatiya min de di dilê min de hebû.  Evîna gerîla: evînda welat û rêbertiyê ye.  min ti carî zewac û zayenda  hember tiştek hîs nekir. Ji ber ez evîndarê welatê xwe bûm.  Ez ji bo welatê xwe, kurdan û Kurdistanê wê her tim serî hildim.”
 
‘Ger em serkeftinekê bikin emê li Amedê pîroz bikin’
 
Mizgînê di bernameyeke tv de  sedema tevlîbûna xwe ya gerîla wiha vedigot: “Ez di 2005’an de beşdar bûm. Taybetiya herî mezin ay derdora min welatparêzî û feodalîzm bû.  xeyala min ya herî mezin tevlîbûna PKK’ê bû.  li cihê ku ez mezin bûm her tim zextên dijmin hebûn. Ji ber vê ez her tim bi bertek bûm. Ji bo welatekî azad hesreta min hebû. Piştî pêngava yekê Hezîranê şer dijwartir bû.  bi pêngavê re dijmin zêdetir berê xwe dame.  Şehadeta hevalan zêde bû. li ser vê min nekarî bisekinim. Ez tevlî bû. Ger em serkeftinekê pêk bînin emê li Amedê pîroz bikin.”
 
(hu)