Dilê mezin yê xeyala wê ya azadiyê mezin: Arzu Bîlmez

Portreler
Tebax 16 / 2016



Vîldan Atmaca-Hîkmet Tunç/JINHA
 
WAN – Gerîlaya YJA Starê Arzu Bîlmez (Zîlan Cudî) ku li xaka ku hat dinê rastî zext û zilma dewletê hat, li ser vê berê xwe da çiya.  Di 1’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da.  Arzuyê  ji bo jinan wesyet kiribû û gotibû ‘ min bi tilîliyan defin bikin.’
 
Gerîlaya YJA-Starê  Arzu Bîlmez (Zîlan Cudî) li gundê Reşika a Qelqeliya Wanê tê dinê. Di 1’ê Tebaxê de li Şemzînana Colemêrgê di pevçûneke bi hêzên dewletê re jiyana xwe ji dest da.   Arzu dayika xwe di temenê biçûk de winda dike. Xwişka wê Arzuyê mezin dike. Arzu heta pola 5’an a dibistana seretayî dixwîne û rolên klasîk yên li jinê hatiye danîn red dike.  Bi ked û hêza xwe li malê pirtûkên kurdî dixwîne, kurdî dinivîse.  Ji ber zextên dewletê 4 hevalên wê tevlî PKK’ê dibin û ew jî di Tîrmeha 2007’an de berê xwe dide çiyan. Xwişka wê Felek Bîlmezê da zanîn ku Zîlan beriya biçe gotiye ‘ ew ji bo azadiyê diçe’.
 
Azadiya xwe dixwest
 
Felekê da zanîn ku Zîlan jineke ku gelek bi ser azadiya xwe de diçû bû û wiha got: “Wesyeta Zîlana min ev bû; digot bila jin min bişon, bi tilîliyan defin bikin.  Digot bila jin hem mafê xwe û hem jî mafê Kurdan biparêzin.  Zîlan ji temenê biçûk de girêdayê têkoşîna azadiyê bû.  piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê ew gelek bi bandor bû. Herî dawî daxwaza xwe anî cih û tevlî bû.” 
 
Li dijî zilmê çû
 
Birayê wê Îhsan Bîlmez jî got di salên 1980’ê de xalê wan hatiye şewitandin û  got dozger ji wî re gotiye bêje ‘PKK’ê kiriye’. Îhsan got wî ev qebûl nekiriye û bi rojan di bin îşkenceyê de maye. Îhsan wiha berdewam kir: “Leşkeran avêtin ser gundê me.  Welatiyên gund bi zorê li wesayîtan kirin.  Bavê min jî extiyar bû. Ji bavê min re gotin divê ti pez ji me re şerjê bikî. Bavê min jî got ew rizqê zarokên minin.  Li ser vê leşkeran bi rûyê bavê min girtin û kaşkirin.  Zîlanê jî ev dîtibûn.  Wê şevê Zîlan li dijî vê zilmê derket û çû. Nameyek ji me re şandibû. Di nameya xwe de du tişt xwestibû.  Gotibû ew dixwaze beriya bimre Rêber Apo û dayika xwe bibîne.”
 
(hu)