Ji zarokên Botanê yên evîndar Mizgîn

Portreler
Tebax 04 / 2016


 

 
JINHA
 
ŞIRNEX – Yek ji jinên bê tirs û serbilind ya Botanê Mizgîn Tonga.  Ew jî wek her zarokek Botanê  bi evîna ‘kesk,sor  û zerê’ mezin bû.  li Cizîrê 78 rojan berxwe da û di duyemîn bodruma hovîtiyê de hat qetilkirin û parçeyên bedena wê ji aliyê dayika wê hatin definkirin. Dayika wê got: “Ez vê dewletê ti car efû nakim.” 
 
Mizgîn Tonga ya YPS’î (Helbest Goyî) di 4’ê Tebaxa 2015’an de tevlî hêzên parastina cewherî bû û  di bodruma hovîtiyê ya duyemîn de hat qetikirin. 
 
'Bê tirs û serbilind bû’
 
Mizgîn di 1997’an de li Qilabana Şirnexê hat dinê. Dayika wê biçûkatiya wê vegot û got ew bê tirs û serbilind bû. dayika wê Vesîle Tongayê got: “Mizgîn çi kar hebûna dikir. Ji mîvanan gelek hez dikir. Gazî cînaran dikir ku bên mala me.  Ji extiyar û zarokan pir hez dikir.”
 
'Jiyanek ji rêzê kêfxweş nedikir’
 
Vesîleyê got keça wê her ku mezin dibû, ji jiyanê kêf nedigirt û got: “Wek berê nedikeniya.  Min her tim dipirsî; keça min çiyê te heye? Her tim digot; ‘ dayê ez ne kêfxweşim. Xeyala min eve ku ez bibim gerîla.’
 
'Ji 10 saliya wê heta niha evdîna wê ya çiya hebû’
 
Vesîleyê da zanîn ku Mizgîn jî wek her zarokên Botanê bi evîna ‘kesk, sor û zerê’ mezin bûye û rojên xwe yên dawî bi van gotinan anî ziman: “Ji dawet û mîtîngan gelek hez dikir.  Govend li ku ba Mizgin li wir bû.  beyî ‘kesk, sor û zerê’ dernediket. Rojekê hat malê 10 poşî derxist.  Min got keça min çima te evqas kiriye? Got dayê rojekê ez biçim bila hemû li cem min bin.  Piştî wê her tim digot ezê biçim.  Evîna wê ya gerîla ji 10 saliya wê heta niha berdewam kir. Her kes ji çuyîna wê re xemgîn bû.  ez ji biryara keça xwe serbilind bûm. Ez pir kêfxweşim ku keça min heta dawiya dilopa xwîna xwe têkoşiya.”
 
'Min milê wê li nexweşxaneyê dît’
 
Vesîleyê da zanîn ku peyama dawî ya keça wê ‘bi min serbilind bin’ bû.  Vesîleyê bi lêv kir k udi rojên dorpêça  Cizîrê destpê kir de 3 caran bi telefonê axiviye û got di her axaftinê de coş û berxwedan vegotiye.
Vesîleyê îşkenceya li cenazeya Mizgînê hatibû kirin wiha vegot: “Piştî hovîtiya Bodruman çêbû, ez jî çûm ku xwînê bidim.  Piştî tehlîl derketin dewletê got milê keça te li nexweşxaneyê û parçeyên din me defin kirine. Min jî çû milê keça xwe ji nexweşxanê û cenazeya wê jî ji gorê derxist. Min li xaka ku hatibû dinê defin kir. Ez vê dewletê ti car jibîr nakim.” 
 
(aı/fk-hu)