Jînda navê sekna li dijî zîhniyeta serdest ya mêr e..

Portreler
Tebax 18 / 2016


 

 
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
 
STENBOL –Jîndayê li dijî zîhniyeta serdets ya mêr azadiya jinê li çiyan dît û di rêya azadiyê de xwe ji nûve heyî kir.  Jînda di heman demê de navê sekna li dijî zîhniyeta serdest ya mêre.
 
Yek ji jinên ku jiyana xwe da ser têkoşîna azadiyê Fatma Baysal yanî Jîndaye.  Jînda di 1978’an de li Geverê hat dinê û di 1996’an de berê xwe dide çiyayê azad û di vê rêde dimeşe nemiriyê. Jînda  di temenê biçûk de zîhniyeta mêr nas dike. Di 14 saliya wê de bi zorê tê zewicandin. Ev lîstik bû an xewnek bû?  zaroka wê Dilmal tê dinê û ji bo daxwaza xwe ya azadiyê pêk bîne  fikara wê Dilmal bû.  rojekê hevalê wê dibêjin te çima Dilmal nemijandiye ew jî wiha dibêje: “Ez dixwazim fêr bikim.’ Jînda ew jiyana ku xeyal dikir bi hevalên xwe re parve kir û got: “Heval ez her tim li vir namînim. Ez diçim çiyan. Ez bibim gerîlaya çiyan.”Jîndayê ji xebatên partiyê xwe dur nagire û  tevlî civînên taxan dibû.
 
Jîndayê bîhna xwe li çiyan digirt
 
Jîndaya ji hevjînê xwe şîdet dît, daxwaza wê ya azadiyê mezin dibe.  Keça wê ya du sal û nîv Dîlmal ji aliyê hevalên wê yên komîteyê tê xwedîkirin û Jînda tevlî xebatên perwerdê dibe.  Jînda di destpêka rêwitiya xwe de wiha dibêje: “Piştî min tevger û serokatî nas kir, ez nedikarî bisekinim.  Vê jiyanê ez teng dikirim. Dilmal keça we hemûyane.  Ne tenê ez gelek dayik veqetiyan. Belkî rojekê em hev bibînin.”
 
Li dijî zîhniyeta serdest sekn nîşan da
 
Hevjînê wê piştî Jînda diçe, ji PKK’ê re raporê dinivîse û dibêje divê hun qelend bidin min, min ji bo wê qelend dabû.  Jînda li dijî têkoşîna xwe mezintir dike û li Çiyan Gurbetellî Ersoz nas dike. Jînda gelek di bin bandora wê de dimîne û wê mînak digire.  Piştî Gurbetellî jiyana xwe ji dest da çeka wê dewr girt.
 
Şopdarên Jîndayê têkoşînê didomînin
 
Jînda herî dawî tevlî Akademiya jinan a Şehîd Berîtan dibe û perwerda li vir digire tevlî jiyana xwe dike.  Jînda li qada Xakurkê dibe fermandara beşekê.  Jînda di 15’ê Tebaxa 2016’an de li Tendurekê jiyana xwe ji dest dide.
 
(ck/hu)