'Dayikê ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet’

Portreler
Tebax 13 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN – Endama YPS-JIN’ê Hazal Aslan (Feraşîn Sîdar) ku li pey xwe nameya ‘Dayê min mereq neke, ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet’ hişt û di berxwedana rêveberiya xweser ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê Hazal wiha vegot: “Ew ji bo malbata me çavkaniya rûmetê bû.”
 
Endama YPS-JIN’ê Hazal Aslan li Cizîrê di berxwedanên rêveberiya xweser ku 79 rojan berdewam kir de jiyana xwe ji dest da, dayika wê Ayşe Aslan û xwişk û birayên wê ew vegotin. Hazal k udi 1992’an de li Elkê hat dinê, bi sekna xwe ya cesaret û rûkeniya xwe dihat nasîn. Dayika wê Ayşe Aslan got: “Ez bi wê re wek heval bûm. Wê li dijî koletiyê serî hilda.  Li gund ji ber eşîran jin zêde bi mêran re nedibûn muxatab. Lê Hazal ne wisa bû. silav dida mezinên eşîrê.  Piştre sohbet pê re dikir.   Keça min ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin.  Ez li dijî biryara wê rêzdarim.  Ew li pey xeyalên xwe çû.  Keça min ji bo gelê xwe berxwe da. Ez bi wê serbilindim.”
 
'Bû mîvanê Pakîze û Mehmet’
 
Birayê Hazalê Baran Aslan, ku bi wê re diçû heman dibistanê jî balkişand ser sekna bi cesaret a Hazalê û got: “Dema li dibistanê pevçûn çêbiba Hazal jî b imin re diketê. Xwe ti car nedida alî. Cesareta wê pir bû. di 2012’an de polîsan bi ser mala me de girt.  Bi pêlavên xwe ketibûn hundir. Hazalê ev qebûl nekir û got derxin. Bê tirs berteka xwe nîşan da. Van zextan bandor li ser Hazalê kir. Hazalê di 8’ê Adara 2013’an de biryara beşdarbûna PKK’ê girt.  Hişmendiya jinê bi xwe re da runiştandin. Di roja jinan de beşdar bû. Sedema vê jî azadiya jinê bû. Em li Cizîra Botan warê Mem û Zînê bû mîvanê Mehmet Tûnç û Pakîzeyê.”
 
Xwişka wê Sîdarê jî wiha got: “Dema xwişka min çû ez 13 salî bûm.  Ez biçûk bûm lê min biryara wê hîs kiribû. ez pir girêdayê wê bûm. Dema çû nedixwest ez xemgîn bim. Ji me re nameyek hiştibû. Digot ‘min mereq neke. Ez diçim çiyan. Xemgîn nebin ez derdikevim rêwitiyek bi rûmet.’ Piştî çûye wir ji ber pir j imin hez dikir navê min girtiye. Ez layîqê sekna wê ya bi rumet bim.”
 
(htk/hu)