Ji berdewama navekê ber bi tilîliyên berxwedanê ve ne Zîlan Kurt

Portreler
Tîrmeh 15 / 2016


 

 
JINHA
 
WAN - Li Wanê di serdegirtina malan de dema ku hêzên dewletê derdora malê girt û banga "teslîmbibe" kirin. Endama YPS’ê Zîlan Kurt berxwedanek mezin nîşan da û got: “Navê min Zîlan e. Ez rêhevala Arîn Mîrkan û Zîlam im. Ez teslîmî we nabim.” Dayika Zîlan ê diyar kir ku ku keça wê bi tilîliyan dawî li jiyana xwe anî û wiha got: "Ya herî hêzê dide min, ewe ku keça min teslîm nebû, heya nefesa xwe ya dawî li ber xwe da."
 
Ew jinên li hember îxanet, mêtîngerî û teslîmiyetê xeta berxwedanê berdewam dikin. Bêrîtan, Zîlan, Sema Arîn û hemu jinên di xeta berxwedanê de cîh girtî ji bo yên piştî xwe meşaleya ronahiyê girtine. Ji jinên nav û berxwedan ji jinên pêşiya xwe girtî Zîlan Kurt a ku di 10'ê tîrmehê de li Wanê hemberî îxanet û teslîmyetê bi tilîliyan bi guleya xwe ya dawiyê dawî li jiyana xwe aniyiye.
 
Li kolana Surmelî ya Xaçorta Wanê di 10’ê Tîrmehê de polîsên tîmên taybet bi maşîneyên zirxî xaniyek dorpêç kirin û avahî gule barankirin. Ji seat 12.00’an heya 17.00’an şer berdewam kir. Polîsan xwastin Zîlan Kurt teslîm bigirin. Lê Endama YPS Zîlan Kurt (Sarîna Ronahî Rohat) heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê berxwedan berdewam kir û teslîm nebû. Zîlan di cama avahiyê de ban kir û got: “ Navê min Zîlan Kurt. Ez rêhevala Arîn Mîrkan û Zîlan im. Ez teslîm we nabim." Piştî lîlandinê jî ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî. Zîlan heya dawiya jiyana xwe bi hêz û bawerî têkoşîna rêhevalên xwe xwedî derket û wek wan navê xwe di rupelê dîrokê da nivîsî. 
 
'Ezê rêya te berdewam bikim'
 
Hêzên dewletê di sala 1983’an de bi ser malbata Zîlan a li gundê Marînusê ya Colemêrgê de girt û bapîrê wê qetil kirin. Di sala 2000’an de jî li heman gundî dîsa tîmên taybet ser mala wan de digre û bavê wê qetil dike. Birayê Zîlan Mehtî Kurt ê HPG yî ( Rohat Garîsa) jî tevlî refên gerila dibe û di sala 2013’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dide.
 
Zîlan di 1987’an de li gundê Marînûsa Colemêrgê hatiye dinê. Zîlan bi wan rastiyan re mazin buye û li gel malbata xwe hemû zor û zehmetî derbas kiriye. Piştî birayê wê Mehtî Kurt ( Rohat Garîsa) di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dide Zîlan diçe ser gora wî û soz dide birayê xwe û dibêje, "Ez ê çeka te bigrim û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê rêya te berdewam bikim." 
 
‘Em bi şehadeta Zîlan ê serbilindin’
 
Dayika Zîlan Delîla Kurt wiha qala cesaret û jîrbuna keça xwe Zîlanê dike: “Zîlan pir bi hêz û bawerî bû. Di zarokbûna xwe de heya mazin bûyî di nava civakê de pir di hat hes kirin. Em bi şehadeta Zîlanê serbilind in. Wê ji bo şeref û rûmeta gel ê kurd şer kir. Keça min di rêya şerefê de şehitbû. Dema ku Birayê wê şehîd bû wê demê Zîlan ji bo berdewam kirina rêya birayê xwe têkoşîn kir. Pêşiya hemû tiştan ew biryar girtibû û digot: 'Ez ê biçim û vê dozê berdewam bikim.' Keça min soza xwe girt û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li ber xwe da.”
 
‘Keça min wek bav û birayê xwe teslîmiyet ne pejirand’
 
Delîla destnîşan kir ku Zîlan piştî rastiyên Kurd û Kurdistanê bi hêz nêzîk dozê bûye û bi baweriyek mazin heya dawiyê tenê berxwedaye û wiha berdewam kir: “Em hemû dê bimirin lê mirina wek Zîlan ê serfirazî xweştire. Serê Kurd û serok Apo saxbe. Zarokên min ji bo ax û Serokê xwe bi bawerî pey vê doza bi şeref de şehîd bûn.Ez Keyfxweşim keça min xwe nexist destê dijmin de. Ew jî wek bav û birayê xwe ne ket dest dijmini. Ji bo Kurdistanê canê xwe feda kir. Dayika Delîla dawiya axaftina xwe de jî anî ziman ku  em tu caran rêya xwe winda nakin. Me jî bo Kurdistanê gelek can feda kir û em ê pey  doza xwe biçin.”
 
‘Zîlan ê gule ya dawî jî bo xwe bijartibû’
 
Xwişka Zîlan ê ya ku li gel Zîlanê hem heval û hem xwişkbû Felek Kurt jî wiha axivî: “Ez û Zîlan bi hevre mazinbûn. Em zarokbû lê dilê wê de jinek bi hêz hêbû me dizanî dê di şoreşê de cih bigre. Zîlanê hertim di got: ‘Ez ê tevlî şoreşê bibim û pey dozê biçim.’ Gotina xwe  kir heya dawiyê pey dozê çû." Felekê ji bo roja Zîlanê jiyana xwe ji dest dayî jî wiha got: “Zîlan hatibû Wanê lê haya me jê tunebû. Şer seat 12.00’an de dest pê kiribû. Zîlan tenê 5 seatan bi hêz û bawerî li hemberî teslîmiyetê şer kir. Heya dawiya jiyana xwe berxwedanek bêhempa pêş xist. Zîlanê gule ya dawiyê jî ji bo xwe bijartibû û dawî li jiyana xwe anî.”
 
‘Di dilê Zîlan ê de tirsa mirinê tune bû’
 
Felekê gotina 'Teslîmiyet dibe xiyanetê, berxwedan jî dibe serkeftinê' bibîrxist û da zanîn ku  Zîlan jî wisa kir û teslîm nebû. Felekê di dirêjiya axaftina xwe de li ser cisareta Zîlan ê jî wiha dom kir: “Jinek kelecan, cesaret û bi hêz bû. Ez bi Cesareta wê bandor dibûm. Di mejiyê Zîlanê de tenê PKK hebû. Zîlan poşman nebû. Wê soz da û soza xwe cih anî. Dema ku çuyî ji gustila xwe ya bi navê Zîlan ji bo min diyarî hişt û got ku tu caran ji tiliya xwe neke. Bila hemû kes bizane Zîlanê çima canê xwe feda kir û ji mirinê neditirsiya.”
 
(hk-htk/zt)