Pervîna li Cizîrê nemir bû, emanetê Amedê ye

Portreler
Tebax 05 / 2016


 
 

 
Bêrîtan Canozer - Medîne Mamedoglu / JINHA
 
AMED -  Endama YPS-JIN’ê Pervîn Taşçi  ku gotibû ‘Yek têlik porê min biminîne  jî divê hun min bi coş li Amedê defin bikin’, wesyeta wê hat cih.  Pervînê di nav nemirên berxwedana rêveberiyên xweser ya Cizîrê de cihê xwe girt. Malbata wê ew li xaka Amedê ku pir jê hez dikir, defin kir.
 
Di 23 saliya xwe de wesyeta ‘yek têlek porê min bimîne jî min li Amedê defin bikin’ hişt.  Di 23 saliya xwe de neçar ma wesyeta xwe bihêle.  Li dijî hovîtiya Cizîrê bêdeng nema û biryar da ku wek endama YPS-JIN’ê têkoşîna xwe berdewam bike.  Pervînê li vir navê Berjîn Amargî girt û wekê ku mirina xwe hîs bike li malbatê geriya û got ‘Min li Amedê defin bikin.’
 
Pervîn di 1993’an de li navçeya Qereyazi ya Erziromê hat dinê. Di malbatek welatparêz de mezin bû.  Her tim ji dayika xwe re dibêje ‘ezê bibim gerîla’.  Pervînê piştî lîse qedand ji bo xwendina zanîngehê diçe Afyonê. Pervînê jiyana li vir dixwest nedît, hat Amedê û xebatên ciwanan meşand. Pervîn xwedî hişmendiyek polîtîk bû û têkoşîna jinê  di jiyana xwe de bi cih kiribû. Pervîn di Meclîsên Jinan yên Ciwan ya Arîn Mîrxan û Kader Ortakaya de cih digire. Demekê xebatên DEM-GENÇ’ê dimeşîne.  Li Cizîrê beşdarî berxwedana rêveberiyên xweser dibe. Di berxwedana Cizîrê ya 79 rojan de jiyana xwe ji det da û tevî ku malbatê mînaka xwînê da jî hêzên dewletê ew goristana bêkesan defin kir. Malbata Pervînê têkoşîna xwe qezenc kirin û 3 meh şûnde cenaze girtin û birin Amedê.  Rojek berê li Goristana Yenîkoyê hat defin kirin.
 
Bi dirûşmeyan hat definkirin
 
Hêzên dewletê yên li dora goristanê civiyan gotin ancax bêyî wêne, bêyî çepik û dirûşmeyan dikarin cenazê defin bikin.  Malbata Pervînê nexwest wisa defin bikin û berxwedan û gotin ew vê qebûl nakin û bang li gelê Amedê kirin.  Gel roja din çûn ser goristanê û Pervîn bi dirûşmeyan oxir kirin. Malbata wê gotin ‘Em niha fêm dikin ku çima Pervînê gotiye min li Amedê defin bike. Gelê Amedê xwedî li Pervînê derket.” 
 
'Ezê wê rûken û bi kelecan bibîr bînim’
 
Dayika Pervînê,  Hanim Taşçi diyar kir ku keça wê rûken, bi kêf û kelecan bû û got wê her tim keça xwe wiha bibîr bîne. Hanimê da zanîn ku keça wê ji zarokatiya xwe de neheqî qebûl nedikir û her tim berteka xwe nîşan dida  û wiha got: “Kesekî li kesek din heqeret bikira, keda kesekî bihata desteserkirin ev qebûl nedikir. Têdikoşiya.  Bêdeng nedima.  Min digot keça min bise, ti çima tevlî dibî.  Wê jî digot ez çawa deng nekim, îla divê neheqî li min be. Navbera me pir baş bû. Rûken bû, kesek bi kêf bû. sedsalî li cem runiştama teng nedibûm.  Her tim hesretê xaka xwe bû.  Evîndarê têkoşîna xwe bû. Ger nexweş biketama, biwestiyama, pir xemgîn dibû.  4 zarokên min hene. Me ti car daxwazên zarokên xwe red nekirin.  Em wek hev nêzî wan dibûn.  Zarokên min hemû wek hev bûn. Lê Pervîn hinek cuda bû.  Wê rêya xwe tercîh kir. Girêdayê tevger û gerîla bû.”
 
'Ew ne tenê ye, bi dehezaran kes li pişt wê ye’
 
Hanimê sohbeteke xwe ya bi Pervînê re wiha vegot: “Rojekê Pervînê got ‘4 zarokên te hene yekê bide PKK’ê ma wê çi bibe? Pervînê 4 salan xebatên siyasî meşand.  Pervîn li Cizîrê li min geriya. Piştî îlankirina rêveberiyên xweser çûye Cizîrê. Li me geriya û got ez li Cizîrê me.  Me zêde nekarî biaxivin. Min zêde tişt nepirsî. Piştre qet negeriya.  Heta şehadeta wê me ti agahî negirt. Ji ber me dizanibû li Cizîrê ye piştî bodruma hovîtiyê meç û DNA da.  Tevî ku me DNA da wan birin Mêrdînê li goristana bêkesan defin kirin. Lê keça min ne tenê ye. bi dehezaran kes li pişt wê ne. Ew keça Kurdistanê ye.”
Hanimê bi lêv kir ku keça wê jib o gelê Cizîrê şer kiriye û got keça wê gotibû wê li Amedê defin bikin û me emanetê Amedê kir. Hanimê destnîşan kir ku ew jî wek malbat wê xwedî li têkoşîna Pervînê derkevin.
 
(hu)