Denîz Firat rojnameger, şervan û jinek şopdarê heqîqetê bû

Portreler
Tebax 06 / 2016



Evîn Nejdat/JINHA
 
QAMIŞLO - Şopdarê heqîqetê, gerîla û rojnamevan Denîz Firat. Denîz li qontarên çiya û şivanrêkan ji bo rastî ji gel re raghîne di nava şer de cih digre û wiha dibêje, " Li van kendavan li dengê Bêrîtanê digerim, jinên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku wê ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan nepejirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de."
 
Denîz Firat gerîlla, rojnamevan û şervanek ya heqîqetê bû. Di sedan çalakiyan de li eniyên pêş, gule li dijminê neyar yê ku welatê bihuşt kiriye dojeh reşand. Denîzê li kêleka çeka xwe, pênûs, rûpel û objektif jî di çeperên şerê zanîn û ragihandina rastiyê de serkeftî bû. Denîz Firat, (Leyla Yildiztan) rojnameger û şoreşgera heqîqetê. Di sala 1984'an li gundê Xecê Xatûn a navçeya Çaldiranê ya Wanê di malbateke welatparêz û xwedî çanda Kurdîniyê çavên xwe li cîhanê vedike. Malbata wê ji ber zordestiya rejîmê koçberê Başûrê Kurdistanê dibin. Destpêkê xwîşka mezin Binefş Reşîd berê xwe dide lûtkeyên çiya. Paşê Denîz û xwîşka wê ya piçûk Sarya Reşo di sala 1992'an 15'ê Tebaxê beşdarî nava refên gerîla dibin. Di sala 1999'an de jî Binefş Sarya li pey her sê xwîşkên xwe, rêya evîna azadiyê dişopîne. Ji ber Denîz hovîtiya zîhniyeta serdest ya ku di DAIŞ'ê de xwe daye der, bê tirs radighand ji aliyê hezaran ve bi kûlîlkan hat oxir kirin. DAIŞ di 3'ê Tebaxa 2014'an de gava êrîşê Şengalê kir komkujiya li hember jinan pêk anî. Çeteyan bê navber êrîş pêk anîn û dûvre berê xwe dan Wergeha Maxmûrê. Li wir bi seya 3-4 rojnamevan tevahî cîhan ji bûyerên ku diqewimîn agahdar dibûn. Denîz di 8'ê Tebaxê de, di salvegera roja ku xwîşka wê Sarya Reşo jiyana xwe ji dest dabû, sala 2014'an dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşê kampa Mexmûr kirin, birîndar bû û dûvre jiyana xwe ji dest da. Wek ku meha Tebaxê bi germahiya xwe ya herî dijwar her du xwîşk ber bi çiya ve şandibû û bi heman germahiyê ew oxirê bêdawîtiyê kir. 
 
Ligel xwişkên xwe têkoşîna xwe domand
 
Sarya û Denîz salên dirêj bi hev re li çiyayên azad têkoşiyan. Bûn şopdarê heman rêyê. Tucar her çar xwîşk careke din negihîştin hev, lê ew di yek rêyê de hilkişiyan. Binevş Reşîd beriya hemûyan berê xwe dabû çiyayên azadiyê û zûtir jî ber bi karwanê nemiran ve firiya. Li pey wê Sarya di 8'ê Tebaxa sala 1999'an li Metîna jiyana xwe ji dest da. Ev yek ji Denîz re pir giran hatibû, ji ber ew bi hev re tevlîbibûn, xeyalên xwe bi hev re honabûn. Denîz bi dilekî tejî hesret û bêrîkirin, rêya her du xwîşkên xwe bi têkoşînek mezin domand. Bi salan di qada çamepemeniya azad de bêrawest û bê westan xebat meşand. 
 
Denîz bû vebêja dengê dîrokê
 
Tiliyên wê yên narîn wek hespeke boz ji bo vegotina hest, daxwaz, rastî û hêviyên vî gelî li ser rûpelê baz dida û dineqişand xeyalên deryayekê ku tê de peyv û hevok ji hev re rêhevaltiya rastiyê dikin. Lewre navê xwe danîbû Denîz ango Derya. Deryayeke pak, zelal û dagirtî bi rengên cuda. Di nivîseke xwe de van hevokên giranbuha dihone, "Dema ez pênûsê digrim destê xwe, mîna sûlavekê bênavber ez dibêjim qey ez ê rûpela spî fetih bikim. Lê tiştê di hizrê min de, pênûsa xayîn bilêv nake. Carna ji bo nivîsandina hin tiştan, mîna wênesazekî hizrandin pêwîst e. Ji ber her firçe ku tu lê didî, nepeniyeke bîranînan derdixe holê. Ji bo vê her rêzika ku dirêjî rastiya bibe derdixe holê...'Bû vebêja dengê dîrokê, bû vegotina xeyalên nîvcomayî ya rêhevalên xwe. Di destên wê de kamera û foto her kêliya jiyana gerîlla nemir kir. 
 
Pirtikên wateyê li ser gerdûnê daweşand
 
Denîz, ew rêwiya li pey bêmiriniyê digerî, bêmiriniya ku pirtikên wateyê li ser gerdûnê daweşîne. Ji bo Denîz şîverêyên çiyayên Xakurê, Zelê, Zap, Botan, Faraşîn, Metîna, Xinêre, Qendîl û Dola Eyşê bûn rêyên ku bêhenase bimeşe ji bo dîtin û bihîstina ronahiyê. Denîz dibêje, "Îro ez li ser rêyek din bi dilê xwe hêdî hêdî dimeşim. Rêyeke gelek zehmet di kendavê ava Lolanê, di qontarê çiyayê Şekîf de. Masiyên Lolanê bi rêwîtiya min re rêwîtiye dikin. Bi dengê dengbêjê me yên ku bi dengê xwe ye zelal û bedew serpêhatiyên jinan ji bo me dibêjin. Dema ez van stranê kurdî yê kevin guhdardikim di nava xem û xeyalan de diçim. Gelo li van waran çiqas tişt hatine jiyîn, çiqas serpêhatî li van gelî û newalan de verşartî ne. Di hemû kendavan de deng dikarin werin guhdarkirin. We qet li dengê kendav guhdarkiriye? Dengên kur ku nayên pesinadin tê.'
 
'Li van kendavan dengê Bêrîtanê jî digerim'
 
Denîz Firat jina ku bedewbûna jinbûnê di her kêliya xwe de wesif kir, di her liv û tevgera wê de şoreşgeriya jinê ya li çiyayên azad hate ziman. Denîzê hevokên xwe wiha sazdike, "Îro weke gerîllayeke tevgera azadiya jinê li ser van çiya li kenê rûyê wan jinan digerim. Di bedwbûna van çiyan de niha jî bedwbûna jinên gerîla tê çandin. Bi serpêhatiyên cûda û çarenûsek cûda dîrokek tê nivîsandin…di asoya evînek nû gerîlayên jin dest bi temeneke nû dikin. Ew temenê ku wan ji bo rêya xwe veşartibûn. Weke şopandina temenê Bêrîtanê. Li van kendavan dengê wê jî digerim, jinên ku dane ser şopa wê. Ji ber ku Bêrîtan ev çarenûs ji bo xwe û hemû jinan nepejirand. Ew bû evînek cûda di van kendavan de."
 
(rc)