Evin Karaçelik hêza jinê jindar kiriye

Portreler
Tîrmeh 28 / 2016


 

 
Vildan Atmaca-Dilan Babat /JINHA  
 
WAN - Bavê Evin Karaçelik a HPG yî ku li Elkeya Şirnexê di êrîşên hewayî de jiyana xwe jidest dayî gotibû: 'Fizika te ya gerilabunê nîne.' Evînê jî li hemberî sepandinên pergalê got: 'Hunê bibînin' û beşdarî nava refên PKK'ê bu. Dayika Evîn Asya Karaçelik got: "Keça min qet li hemberî mêran serî nedanî." Xwişka wê jî diyar kir ku Evînê hêz û hilberîna jinan di kesayeta xwe de jindar dikir. 
 
Evîn Karaçelik (Gulbahar Demhat) a ku di êrîşên hewayiyên 5'ê tîrmehê li navçeya Elkeya Şirnexê jiyana xwe jidest dayî di sala 1985'an de li gundê Sultan a navçeya Kopa Mûşê hatiye dinê. Evîn a ku bavê wê mamosta û mezina her 6 xwişk û birayên xwe ye dibistana seretayî û navîn li navçeya Kopa Mûşê xwendiye. Evîn di sala 2006'an de li Zanîngeha Marmarayê mamostahiyê qazanc dike, di salên zanîngehê de di nava xebatên jin û ciwanan de cih digire. Evîn di salên nava xebatên ciwanan de têkoşîna gelê kurd nas dike û di sala 2008'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe. Dayika Evîn Asya Karaçelik wiha qala keça xwe dike: "Ji zarokatiyê ve keça min gelek mereqdar û jîrbû." 
 
'Heya serê sibê bernameyên nîqaşan temaşe dikir'
 
Asya da zanîn ku her dem di giyana Evînê de têkoşîna azadiyê hebûye û wiha domand: "Di zarokatiya xwe de dixwest têkeve nava her tiştî. Berê Roj TV hebû, em diçun radiketin, Heval Evîn heya sibê bernameyên nîqaşê temaşe dikir. Ji dibistana seretayî heta niha her dera ku Heval Evîn lêbana xwe dida hiskirin. Li Stenbolê Zanîngeha Marmarayê qazanc kir. Di pola duyemîn de biriyara çunê da."
 
Ji bo jinan digot: 'Xwe ji bo jiyanek azad amade bikin'
 
Asya da zanîn ku yên Evîn nasdikirin bawernedikirin jiyana xwe jidest daye û wiha berdewam kir: "Rojekê Evîn hat mala birayê xwe. Birayê wê xwest ku Evîn xwarinê amade bike. Evîn li hember derket, xwarin ji bo birayê xwe çênekir. Paşê hat ji min re got: 'Jin bune koleyê mêran.' Evînê her dem ji keçên cîranan û xizman re digot: 'Ne zewicin, nebin kolê mêran, ji bo xwe jiyanek azad bifikirin.'" 
 
 'Keça min digot ez dixwazim biçim çiya partiyê nas bikim'
 
Asya destnîşan kir ku keça wê Evîn ji bo bavê xwe got: "Ez dixwazim biçim çiya" û wiha qala çuna keça xwe kir: "Berî biçe digot: 'Ez dixwazim hîn zêdetir partiyê nas bikim. Ev navend êdî ji bo min teng tê. Ez êdî li van deran nikarim bijîm.' Piştî van gotinan bavê wê jî got: 'Ger tu wiha dibêjê wêdemê rêya te vekirîbe.'" 
 
 'Karekterek lêpirsînkar hebû'
 
Xwişka Evînê Seval Karaçelik jî bi awayê "Heval Gulbahar" navê wê tîne û wiha qala rojên zarokatiya xwe û Evînê kir: "Dema ku ez zarokbûm li derdora Heval Gulbahar hem li dibistanê hem li malê hevalên bihêz hebûn. Gulbahar xwediyê kesayetek bê heskirin bu. Di jiyanê de ne xwediyê agahiyên zêdeba jî, ew cudahiya di navbera jin û mêran de ferq dikir. Her tim deshilatiya mêran ser jinan dipirsî. Her dem li hemberî bavê min derdiket dema ku nedihêla dayika min bipeyîve derkeve û xwe tevlî karê wê dikir. Dema ku ji dibistanê diçu gund bi jinan re sohbet dikir. Dema ku Gulbahar ev dipirsî me nedizanî ji wan lêgerînên wê bê hayîdarbûn." 
 
'Rêxistin naskir û agahiyên digirt bi me re jî par dikir'
 
Seval bilêv kir ku Evînê li ser idayên xwe têkoşîndikir û wiha pêde çu: "Rojekê em ji bo tedîlê çun gund, birayê min av xwest, min ji weke berê normal dît û av ji bo birayê xwe anî. Gurbahar mudaxele kir û got: 'Tu ne neçarê avê bînê, bila ew bi xwe avê bîne û xarinê jî ji bo xwe amadebikin.' Bi wî awayî li gel mêrên malbatê ji şer dikir. Ji ber dipirsî, di wê hişmendiyê debû. Lê hîna me ew hişmendî derbasnekiriye." 
 
'Wê hêza jinê ya di demê serweriya dayikê de vedigot'
 
Seval anî ziman ku Evîn xwediyê seknek xwezayîbû û wiha qala wê kir: "Heval Gulbahar gelek sade û xwezayîbu. Di be ku ev mînakek hêsanbe lê Gulbahar di lîsê de jî biriyê xwe çênekir. Bi salan heman rengê porê xebitand. Gulbahar her dem ji bo bav, bira û mamên min digot: 'Ez jî bi qasî we xwedî hêzim.' Her dem dema serweriya dayikê vedigot. Di rastiyê de diyar dikir ku jin bihêze, ji bo wê jî her dem bi mêrên malê re di nava şerekêdebû."
 
'Wê hêz û hilberîna jinê di kesayeta xwe de jîndar dikir'
Birayê wê Mehdi Karaçelik jî diyar kir ku bi despêkirina zanîngehê re aliyê politik ê Evînê pêşket û wiha domand: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan, demokratîkbûna Tirkiyê û bi qasî wan pirsgirêka giran a jinan re mijul dibu. Têkoşîna azadiya jinan dida. Ji ber jinan têkoşîn nedikir ji wan hêrs dibu, her dem ew rewşa jinan rexne dikir. Wê di hindirê xwe de têkoşîna jinan bicîh kiribû." 
 
'Wê lewazî û kêmanî ne dipejirand'
 
Mehdi da zanîn ku di salên zanîngehê de têkoşîna Evînê bandor li hemû hevalên wê kir û wiha dom kir: "Di zarokatî û ciwaniyê de Evîn xwediyê seknek bi bandorbû. Evînê têkiliyên hevaltiyê ser xwişk û biratiyê re digirt. Di be ku min nekarî ji bo Evînê hevaltiyê bikim ji bo wê bû têkiliya wê ya li gel min xwişk û biratiyê derbasnebû. Evîn li peyî ya dizanî duçu. Wê ticarî kêmanî û lewazî ne dipejirand." 
 
(zt)