Baxçeyê ku Surmiyê çandî bê xwedî ma

Portreler
Tebax 07 / 2016


 

 
Dîlan Babat-Hatîce Kaya/JINHA
 
COLEMÊRG- Surmî Înce (55) ya ku di 18'ê Tîrmehê de li bajaroka Xirvatê ya navçeya Colemêrgê dema taştê ji bo zarokên xwe yên palê dibir ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin. Cîran û malbata Surmî, qala jiyan û evîndariya wê ya xwezayê kirin. 
 
Di 18'ê Tîrmehê de li bajaroka Xirvatê ya navçeya Gevera Colemêrgê jina bi navê Surmî Înce (58) salî dema ku taştê ji bo zarokên xwe yên palê di bir ji aliyê leşkêrên dewleta tirk ve hat qetil kirin. Surmîyê di sala 1958'an de li bajaroka Xirvetê ya Gevera Colemêrgê hatiye dine. Di temenê biçûk de barek giran daye ser milên xwe û di nava xwezayê de jiyana xwe berdewam kiriye. Surmîyê dayika 15 zarokan e. Têkoşîna jiyana xwe ji bo zarokên xwe heya dawiyê dide. Cînar û malbata Surmîyê diyar kirin ku ew jinek kedkar û ji bo cîran û zarokên xwe canê xwe feda dikir."
 
'Dayika Surmî canfeda bû'
 
Bûka Surmiyê Asiya Înce diyar kir ku ew Surmiyê ji roja ku derbasî wê malê bûye wek dayîka xwe dîtiye û wiha got, "Ez 8 sale bûka wê bûm. Dema ku ez hatim malê min got dayê û bû dayika min. Me hemû karê xwe bi hevra derbas dikir û alîkariyê me dikir. Dayika min tu caran dilê kesê nedihişt. Jinek canfeda bû. Ji bo cîran û zarokên xwe canê xwe feda dikir. Bi gel hemû kesan demên xweş derbas dikir. Bi rastî gelek hes jiyanê dikir. Wek mêran karê giran dikir û tu caran jî ne di got ez wastiyame. Ji bo zarokên xwe têkoşîna jiyana xwe da. Surmîyê di nav xweza ajal û zarokên xwe de keyfxweşbû. Ji bo pêşeroja malbata xwe tiştê deste wê de dihat dikir."
 
'Bi guleyên leşkeran jiyana xwe ji dest da'
 
Asiyayê qala roja ku Surmîyê hatî qetilkirin kir û domand, " Ez û dayika Surmîyê 18'ê Tîrmehê de bi hevra serê sibê rabûn û da ku teştê ji bo zarokan biben rê ketin. Me rê de bi kêfxweşî destê neviyên xwe girtibû û em rêve bi rûkeniyek em rêve diçûn. Dema ku em nêzîk rê bûn wê demê maşineyên leşkeran jî nêzîk me bûn. Dayika Surmiyê jî got 'ev çima disekinin' lê me nedizanî. Hemû leşker ji maşineyên xwe peyabûn û bi yek carê gule reşandin ser me. Nêzîk 40 gule li ser me barandin. Dayika Surmî jî destê kurê min ê 4 salî girt û qîr kir û got 'Ahmed' ket erdê. Min nedizanî gule laşê wê ketiye. Gava min hewlda ez rakim min dît gule li aliyê dilê wê ketiye. Tavilê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabû. Wê demê min hawar kir ez nêzîk leşkaran bûm, min ji wan re got dayik birîndare, lê kesê guhdarî nekir. Ez çûn li ser rê û wesayîtek welatiyekê em birin nexweşxanê."
 
'Surmîyê jinek xwezayî bû'
 
Cîrana Surmîyê Halîme Înce jî keyfxweşî û hevparîya jiyana wê wiha parvekir: "Me 32 salên xwe bi hevra parvekir. Hemû karê xwe me bi hevra dikir. Me bi salane ligel hev Bêrîvanî kir. Ligel Surmiyê dem gelek xweş derbas dibû. Surmîyê gelek ji xwezayê hezdikir. Jiyana xwe tev bi kedîkirina ajalan û çandina baxçeyan derbas dikir. Jina xwezayê bû. Mixabin baxçeyê Surmiyê ên ku bi destên xwe yê bi bereket çandî bê xwedî man. Ji bo zarokên xwe hemû tişt dikir. Bi keçên xwe ve jî gelek girêdayî bû. Xwedê xwîna Surmîyê li erdê nehêle. Mirin ne li gorî wê bû." Halîmeyê behsa roja ku Surmî hatî qetilkirin kir û wiha got: "Serê sibê xwe amade kir, ji bo zarokên xwe teştê bibe nava zeviyan. Piştî seatekê hawar ji bo me hat û gotin Surmî qetilkirin. Em gelek xemgînin, ji ber ku Surmî dayika zarokên xwe bû. Eleqeya Surmîyê bi gel sîyasetê tunebû."
 
(kom/rc)