'Jiyanek di lêgerîna azadî û heqîqetê de …'

Portreler
Hezîran 15 / 2016


 

 
Aysel Işik/JINHA
 
AMED – Jiyan Yilmaz ya di berxwedana Sûrê de jiyana xwe ji dest da, wek navê xwe bibû navê jiyanê li kolanên teng yên Sûrê. Cenazeyê Jiyanê  3 meh şûnde ji goristana bê kesanhat girtin û ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin. Xwişka Jiyanê got: “lêgerînerên heqîqet û azaiyê ne bêkesin.”
 
Endama YPS JIN’ê Jiyan Yilmaz di berxwedana Sûrê de ya ev 6 mehe berdewam dike de  diroja 103’emîn de jiyana xwe ji dest da û ji bo jiyanê watedartir bike, bigihêje heqîqetê bibû parçeyeke berxwedana Sûrê. Jiyana di navbera Sûrên Amedê de li her kolanê bîranîna xwe hişt, dixwest wek navê xwe jiyanek xweş bihêle.  Ji bo zarokên Sûrê xweşikahiyên ku xeyal dikir, hişt û çavê xwe ji bêdawîbûnê re girt. Jiyanê di 10’ê Adarê de di êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest da û hîna 23 salî bû. Cenazeyê wê 3 meh şûnde di 6 hezîranê de di encama DNA’yê de hat destpêkirin. Bi endamên YPS JIN Şukran Alpata û Mahsum Polatê YPS’ê re ji goristana bêkesan hat derxistin û li goristana Yenîkoyê bi dirûşmeyan hat oxirkirin.
 
Jiyan di cotmeha 1993’an de li Amedê hatibû dinê.  Lê di temenê biçûk de ji ber zextên dewletê malbata wê koçî Stenbolê dikir.  Tevî ku Jiyan biçûk bû hînê jiyana metropolan nabe.  Di serdema dibistana navîn de dikeve nava lêgerînan û di sala destpêkê ya zanîngehê de beşdarî xebatên ciwanan dibin.  Di 2’ê Kanûna 2015’an de beşdarî berxwedan Sûrê dibe û di 10’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Jiyan bi salane li pey heqîqetê çû. Dayika wê Jiyan vegot: “ Bi saya keça min serê min bilinde. Di rêya bi rûmet de şehîd ket.” Dayika Jiyanê, Kezban Yilmaz tevî ku keça xwe winda kiriye jî bi awayekî xurt li ser piyan disekine.
 
‘Divê ti bi min serbilind bî’
 
Kezbanê diyar kir ku ji ber perwerdehî ne bi zimanê wê bûye û pergaleke li ser tirkbûnê hebûye Jiyanê çûyîna dibistanê qebûl nekiriye û got: “Keça min li dibistanê gelek jîr bû. lê ji ber ji pergalê hez nedikir, nedixwest biçe dibistanê. Di lîseyê de mamosteyekê wê yê faşîst hebû. Her tim pê re nîqaş dikir. Ji ber vê digot ez naxwazim biçim dibistanê û digot ji ber kurd tê pelçiqandin. Jiyanê her tim ji hevalên xwe re gotiye ezê beşdar bibim. Piştî çû zanîngehê ji min re jî got lê min ew da sekinandin. Rojekê hat mal giriya. Ez çûm cem wê min got çima digirî. J imin re got dayê ez dixwazim biçim. Min got ti biçî ez nekarim bijîm.  Got; dayê ger ez cil û bergên gerîla lixwe bikim divê ti b imin serbilind bî.  Piştî wê jî çû. Piştî serhildana Sûrê derbasî wir bûye û li wir şehîd bûye. Ez hemû gerîlayan bi rêzdarî bibîr tînim.”
 
‘Ez naxwazim zimanê kesekî din baxivim’
 
Xwişka wê Zeynep Yilmaz jî got wê gelek ji navê Jiyanê hez dikir û wiha berdewam kir: “Jiyan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi bertek bû.  Di jiyana xwe ya dibistana navîn de li pey lêgerîna xwe bû. digot çima em zimanê xwe naxivin, çima em zimanê kesên din diaxivin. Merhemeta wê pir bû. Gotin têrî vegotina wê nakin.”
 
‘Şervanên azadiyê ne bêkesin’
 
Zeynebê têkildarî definkirina Jiyanê ya li goristana bêkesan jî wiha got: “ Yên di rêya azadî û heqîqetê de jiyana xwe ji dest dane ti car ne bêkesin. Bila dewlet bê bibîne ku Jiyana min ne bêkes e.”
 
(hu)