Berxwedanvana dilê Botanê ya mezin: Şîrîn Kartal

Portreler
Hezîran 25 / 2016


 

 
JINHA 
 
ŞIRNEX – Şîrîn Kartal li Şirnexê piştî ku li ber Midûriyeta Daristanan a Bajar 2 cenaze bi rojan li kolanê hate rawestanin gelek bi bandor bû û di nava berxwedanê de cih girt li pey xwe temeneke biçûk berxwedêriyeke mezin hişt. 
 
Li Şirnex a ku 103 roj in di bin dorpêçê de ye ligel daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" jî qedexe berdewam dike. Yên ku di berxwedana Botanê de nemir bûn jî di nava rûpelên dîrokê de cihê xwe digirin. Şîrîn Kartal (16) a di temeneke biçûk de di nava berxwedanê ya YPS-JIN'ê de cih girt bajarê xwe netarikand û li vir jiyana xwe ji dest da. Şîrîn weke gelek zarokên kurd di malbatake gundê wan hatiye şewitandin de ji dayik bû. Piştî ku hêzên dewletê gundê Ramoran a li qontarê çiyayê Herekolê dişewitînin malbat koçî Şirnexê dike û Şîrîn jî li vê derê ji dayin bû, di bin şert û mercên zehmet de mezin dibe. Ji bo piştgiriya debara malbata xwe her sal bi birayê xwe ve weka karkerên demsalî diçûn Manîsayê û hê xwendekara dibistana navîn bû. Piştî ku li Şirnexê dorpêçê dest pê kirin Dibistana Navîn a Mehmetçîk hate xirakirin, wê dev jî dibistanê berda. Bi qedexeyê de malbatê koçî Dêrgulê kir lê we li taxa Dîcleyê ma. 
 
2 ciwanên cenazeyên wan di bin berfê de hatin hiştin bi bandor bû 
 
Şîrîn Kartal di meha çileyê de li ber Midûriyeta Daristanê ya Bajar piştî ku 2 ciwan hatin qetilkirin û cenazeyên wan bi rojan li kolanê di bin berfê de hatin hiştin bi bandor bû û tevlî YPS-JIN'ê bû. Wê jî li taxa xwe ya zaroktiya wê derbas bû bi berxwedanê jiyana xwe ji dest da.  Dayika Şirin, Gevher Kartal ji bo wê bi gotina "Gelek hez ji têkoşîna azadiyê dikir" dest bi axaftina xwe kir wiha axivî: "Şîrînê digot ku min soz daye ew ciwanên ku li ber Midûriyeta Daristanê ya Bajar bi rojan cenazeyên wan di bin berfê de hatin hiştîn. Bila serê hemû gelê kurd û Rêber Apo sax be. Keça min çû cîgera min şewitî bila yên dayikên din neşewite." Gevher li hemberî Serokomar Tayyîp Erdogan jî bi gotina "Ma zarokên te tuneye?Te malên mirovan şewtinad. Tu dê heta kengî vî xwînê birijînî. Tu dê kengî ji xwînê têr bibî?" nerazîbûn nîşan da.
 
'Xeyala wê pêk hat'
 
Birayê wê, Nezîr Kartal jî der barê xwîşka xwe de wiha got: "Li Şirnexê cenazeyê 2 ciwanan bi rojan di bin berfê de man. Şîrînê her tim pirsa ma ez ji wan çêtir im dikir. Ez ê jî biçim tevlî bibim. Me digot tu biçûk î lê em guhdar nekirin û çû. Xwîşka min a dil mezin, piştî ku qedexeyê dest pê kir me got 'em biçin Dêrgulê lê li Şirnexê ma." Nezîr destnîşan kir ku dema ku bi hevre çûne Manîsayê jê re her tim gotiye dê tevlî têkoşînê bibe, piştî ku vegeriya ye jî xeyala xwe bi cih aniye. 
 
(rc)