Nurellaya li dijî şîdeta mêr ya sîstematîk serî hilda

Portreler
Tîrmeh 08 / 2016


 

 
JINHA
 
ÎZMÎR- Nurellaya li Alsancakê bi şewqeyê xwe yê bi kulîlk û porê xwe yê hunandin dimeşe, bi salane li cadeyê fala tarotê dinêre.  Çîroka esas ya Nurellayê jî ji serhildana li dijî şîdeta sîstematîk ya bi mêrê ku bi zorê pê re zewicî, avakirina jiyana xwe ya nû destpê dike.
 
Yên çibûn Alsanca Îzmîrê teqez ev jin dîtine.  Ji bo navê xwe dibêje Nurella. Nurella bi salane li Cadeya Kibris Şehîtlerî  li fala tarotê dinêre.  Dema bi Nurellayê re sohbet hat kirin, derdikeve holê ku Nurellayê li dijî şîdeta mêr berxwe daye.
 
Nurellah çîroka hatina xwe ya Îzmîrê wiha vedibêje: “Ez li cîhanê geriyam, evîndarê Îzmîrê mam. Nêzî 40 saliye li virim.  Di 1976’an de hatim vir. Li fala tarotê dinêrim.  Bi kesên ku tên cem min re derdên xwe parve dikin.  Ez ji Enqereyê hatim vir. Min dest ji hevserê xwe berda.  Kurekî min hebû, ew jî gihişt rehmetê.  Berê min xişir çêdikir.  Min nexş û dirûn dikir.  Ez ji dibistan hunerê ya Enqreyê mezunim. Ez niha xwe wek 18 salî dibînim.  Jiyana min ya li vir baş derbas dibe. Ev 20 sale ez li virim. Li vê cadeyê me.”
 
Zewaca bi zorê, şîdet û îşkenceya sîstematîk
 
Nurella bi zorê hatiye zewicandin. Ji ber şîdeta mêr hatiye Îzmîrê.  Çîroka xwe ya li dijî şîdetê wiha vedibêje: “Min ji hevjînê xwe pir şîdet û îşkence dît.  Hevjîn pir xerabe. Min xwest ez şopa xwe winda bikikm. Ew jî mir ji xwe. Xal û apê min ji bo zewaca me bibûn navbeykar.  Min ji kesekî din hez dikir. Ez bi zorê zewicandim.”
 
'Ma her tim ezê lêdanê bixwim, bila hinek ez lê bidim’
 
Nurellayê bi lêv kir ku berê xişirên bi destê xwe çêkidir, debara xwe dikir û li vir jî rastî êrîşa zayendî hatiye û parastina xwe ya cewherî kiriye. Nurellayê wiha berdewam kir: “Berê min çente, şebqe çêdikir û difrot. Lê niha nahêlin. Dewletê qedexe kir. Carna serxoş tên tacîz dikin. Ez bi çoy xwe li wan dixim. Ma her tim ezê lêdanê bixwim bila hinek jî ew bixwîn.”
 
 
Nurellayê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku bila xurt bin û  got:“Bila jin bêdeng nemînin. Dest û lingê wan hene. Bila li hêza xwe binêrin. Hevjîn çiye? Yên ku jiyana me ji destê me digirene.”
 
(mb-oo/hu)