'Dayê ger mirim li ser gora min tilîlî bikişîne’

Portreler
Hezîran 23 / 2016


 

 
Ozgu Ozutok/JINHA
 
ÎZMÎR- Melek Erkek ya YPJ’ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê bavê wê Recep Erkek ve hat vegotin. Recep got Melekê ji dayika xwe re gotiye ; “Ez dizanim wê şehîd bikim.  Ger ez şehîd bikevim li ser gora min tilîlî bikişîne.” Di cenazeya Melekê de dayika wê wesyeta keça xwe anî cih û bi rumet, hesretek mezin bi zimanên xwe tilîlî kişand.
 
Di 26’ê Hezîrana 2015’an de li gundê Sexler a Kobanê  Melek Erkek (Hîvda Avareş) ya YPJ’ê di şerê li dijî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da.  Melek yek ji 9 zarokên malbateke Bisimilê bû û li Mersînê hat dinê. Zaroka duyem bû.  Melek adi 1987’na de hat dinê, di temenê biçûk de malbata wê koçî Îzmîrê dike.  Xwişk û birayên wê yên din diçin dibistanê lê Melek xwaze biçe dibistanê û xwendin û nivîsandinê bixwe hîn dike. Tevî li bajarên Tirk mezin dibe, Kurdî baş dizane.  Apê wê Mîgdat Erkek li gerîla jiyana xwe ji dest dide û ev bandorek mezin li wê dike. Melek navê kod yê apêş xwe Avreş digire.
Bavê wê Recep Erkek got ew ji bo Melekê ku du sal berê jiyana xwe ji dest daye, li Sergevran-Bismilê di 1’ê Tîrmehê de mewludê didin û ji me re melek vegot.
 
Recep keça xwe Melekê wiha vedibêje: “Melekê her tiştê xwe parve dikir. Girêdayê gelê xwe bû. gelek hestiyar bû. Pir jîr bû.  Tevî ku dibistan nexwend jî, xwendin û nivîsandina wê hebû.  Fikrê û ramanên wê gelek cuda bûn.”
 
Tehemulê hovîtiya Rojava nekir
 
Recep got wan qet nedipayî ku Melek başdar bibe û got: “Rojekê hat got ez diçim.  Min xwest ez tam hîn bibim. Lê biryara wê tam bû. Min jî tiştek negot.  Bi zanebûn û hezkirin çû. 8 salan li gerîla ma û piştre tehemulê hovîtiya Rojava nekir û derbasî Rojava dibe.”
 
‘Ger ez şehîd bibim li ser gora min tilîlî bikişîne’
 
Recep hevdîtineke telefonê ya bi Melekê re wiha vegot: “Melekê ji me re got heval wê naşînin lê ew dixwaze biçe. Beriya şehîd bike ji min re wisa got; ‘Ez bawer dikim ku hun wê bi awayekî xurt li ser piyan bisekinin. Ez dizanim ezê şehîd bikim.’ Wekê ku sînyala wê şehîd bikeve da me. Min got şer e li xwe baldar be. Min got bi hişmend tevbigerin. Me dua kir. Tişta ji destê me bê dua bû. Wijdana wê ew zilm ranekir. Gelo kesê bi xweda bawer bikin çawa dikarin vê zilmê bikin. Yên bi xweda bawer bin nekarin vê zilmê bikin. Ji dayika xwe re gotibû; ger ez şehîd bikevim li ser gora min tilîlî bikişîne. Dayika wê jî wesyeta wê anî cih.”
 
‘Ji dayika xwe re rozetek, ji min re tizbiyek şand’
 
Recep bi lêv kir ku çend caran Melek ji televîzyonê ditine û wiha got: “Me bi tesadufî roportaja wê di televîzyonê de dît. Dayika wê jê re got ti zeyif bûye. Wê jî got dema muhabîr b imin re diaxivî ew gelek westiyay bû.  Dema ew roportaj kiriye,6 roj bûye tiştek nexwariye. Lê ji ber hevalên xwe neşkîne ew roportaj kiriye.  Xwarîn nedîtine. Bê av û nan mabûn.  Di 8 salan de tenê me çend caran pê re axivî. Ji dayika xwe re rozetek j imin re jî tizbiyek şandibû.” 
 
‘Ew di nav şer de ne, wek me ne rehetin’
 
Recep name û axaftinên telefonê yên Melekê vegotin û wiha pê de çû: “Hevalên wê gotine, telefona te heye, derfetê te heye, ti çima li dê û bavê xwe nagerî. Rojekê telefonek hat. Min dengê wê hema nas kir.  Got; we ez jibîr kirime.  Me matmayî man. Me ew pîroz kirin. Me got we ew herêm rizgar kiriye.  Me jî xebatên xwe yên li vir jêre vegot. Min got min û dayika te mal bi mal geriyane deng berhev kirine. Min ji dayika wê re got dema wan zêde tine bi telefonê biaxivin, ew din av şer de ne em di rehetiyê de ne.”
 
Recep got sala borî li cihê roportaj dikirin tirsek ketiye dilê wî û got: “Melek kesek hestiyar bû.  tiştek ket dilê min. Qisemetê wê evqas bû. êşa ewlad wisa ne hêsane. Bila kes nekişîne.  Dayika me em çima anîn dinê.  Em beriya bên dinê celat xwe amade kiriye ku serê me jêke. Lê mirovên tên dinê bê gunehin. Ti mirovek nasnameya xwe hilnabijêre û nayê dinê.”
 
Recep bi lêv kir ku dayikek Kurd  di canezeyek din de dikare xwe li tabutê bigerîne û bêje bila zarokên din nemire. Recep da zanîn ku vê yekê Kurd dikin, aştiyê dixwazin.
 
Recep di dawiyê de wiha got: “Ya ku Melek kir Melek, hezkirin, girêdayîn û hişmendiya wê bû.  yên ji gelê xwe hez nekin nekarin têkoşîna wê bidin. Êşa ewlad mezine.  Parçeyek ji kezeba mirovan diçe. Ya êşa me sivik dike ev e ku li dijî çeteyan berxwe da û şehîd ket.”
 
(hu)