Evîndariya şoreşê ya ji Sêwasê heta Mînbîsê dirêj dibe

Portreler
Tîrmeh 07 / 2016


 

 
 
Medîne Mamedoglu/JINHA
 
AMED – şervana MLKP’ê Sevda Çagdaş  ji bo xeyala xwe ya jiyanek ku mêtîngerî û zayendperestî tê de tine pêk bîne derket rê, ku hevalên wê jê re dibêjin Sêvê, wiha gotibû: “Şoreşa Rojava şoreşeke ku dikarim xwe ji nûve biafirinim. Ez jî wek jinek şoreşger, ji bo dest bidim şoreşa Rojava li virim.”
 
Sevda Çagdaş  (Raperîn Dîcle) jiyana xwe ya têkoşîna şoreşger ku ji Sêwasê da destpêkirin û li Rojava da berdewamkirin û li wir jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên xwe li gelek cihî hat bibîranîn. Hevalên wê têkoşîn û paşeroja wê vegotin. Hevalên wê gotin wê xwedî li têkoşîna Sêvê derketvin.
 
Çîroka Sevdaya ku li Sêwasê dest pê kir û çû rojava li xaka ku şer kir nemir bû.  Sevda Çagdaş (Raperîn Dîcle) ku  di opersyona azadkirina Mînbîcê de ya Şehîd Fermandar Faysal Ebu Leyla de cih digirt  jiyana xwe ji dest da.  Hevalên wê gotin ‘Ew evîndarê  stêrkan û şoreşê bû’.  Sevdayê li Amedê di xebatên ciwanan de cih girt. Sevda bi rûkenî, samimiyet û baweriya xwe dihat nasîn. J i ber vê di vîdeoya ku amade kiribû de digot ‘Ji ber ez hatime Rojava gelek kêfxweşim.’
 
Du caran hat girtin û di êrîşê de bi garanî birîndar bû
 
Sêvê ku li Sêwas, Dîlok, Dêrsîm, Erzîncan û Amedê xebatên ESP û SKM’ê dimeşand di 21’ê îlona 2006’an de tê girtin. Du salan di girtîgeha Tîpa E ya Sêwasê de dimîne.  Dîsa di Adara 2012’an de di pîrozbahiyên Newrozê de tê girtin. Vê carê dişînin girtîgeha Erziromê. Du salan jî li vir girtî dimîne. Sêvê dîwarê girtîgehê ji xwe re sînor nedît û bi nameyan têkiliya xwe ya bi hevalên xwe re berdewam dikir. Piştî ji girtîgehê derdikeve xebatan didomîne û li Amedê di bûyerên 6-8’ê cotmehê de  birîndar dibe.  Hevalên wê diyar kirin ku Sêvê ji aliyê kontrayan ve bi zanebûn hatiye birîndarkirin. Me Sêvê ji hevalên wê guhdarî kir. 
 
'Wek çemekê bû’
 
Munnever Îltemur ku dema li girtîgeha Sîncanê bû û bi nameyan Sêvê nas kir wiha got: “Ew mirov xweşik bû.  Min di 2006’an de li girtîgeha Sîncanê ew bi nameyan nas kir. Destpêkê ji girtîgeha Sêwasê û piştre ji ya Erziromê nivîsî.  Min ji nameyên wê fêm kir ku ew evîndarê hînkirinê bû.  Wek çemekê diherîkî. Min hêvî û coşa wê ji nameyên wê fêm dikir. Têkiliya wê ya girseyî pir xurt bû. Bi cesaet bû.”
 
'Ezê xwe ji nûve biafirînin’
 
Muneverê wiha got: "Xeyalên wê ev bû ku bibe jinek şoreşger ya mezin. Sêvê digot ji bo ez xwe ji nûve ava bikim diçim şoreşa Rojava.  Bi rihê xwe yên ku astengiyan nas nake derket rê.  Di rêya şoreşê de şer kir. Emê jî xwedî li têkoşîna wê derkevin.”
 
'Ji bo têkoşîna jinê xebat dimeşand’
 
Zîndan Dorudemîr diyar kir k udi 2011’an de Sêvê li Amedê di Foruma Civakî ya Mezopotamyayê de nas kiriye û got: “Di pêvajoya kampa MSP de şevekê meşek jinan pêk hat. Hevala Sevda di meşê de dovîzînên dest lê bûn hildabû.  Li vî destî nivîsên li dij şîdeta li ser jinê cih digirtin.  Piştî demekê polîsan mudaxale kir. Berxwedana jinan li dijî vê bi heybet berdewam kir. Ew di dovîz di serê polîsan de şikandibû.”
 
Ketibû gireva birçîbûnê 
 
Zîndanê da zanîn ku Sêvê bandorek mezin li ser wê û hevalên wê kiriye û wiha berdewam kir: “Di 2012’an de bi hincet abeşdarî Newrozê û çalakiya Dayikên Şemiyê bibû hat binçavkirin. Di turnuvayeke futbolê de ciwanên hevala Sêvê nas dikirin unîformayên li ser ‘Sêvê Yaw’ nivîsi li xwe kiribûn. “
 
'Kontrayan xwest qetil bikin’
 
Zindanê da zanîn ku Sêvê di serhildana 6-8’ê cotmehê ya Amedê de ji aliyê kontrayan ve rastî êrîşê hatiye û destnîşan kir bi zanebûn, hevala Sêrê rastî êrîşê hat û kontrayan xwestiye wê qetil bikin. 
 
(gc\hu)