Zeryan Amed ya bi porê xwe stêr belav kir

Portreler
Tîrmeh 02 / 2016


 

 
JINHA
 
AMED – Şervana xwedavend ya tevgera azadiyê ku bi şev kolanên berxwedanê ronî kir Zeryan Amed (Ayşe Kaçar) niha 29 saliye û tevlî karwanên nemiran bûye. Bi şev bû star û ji Amedê Botanê temaşe dike.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotina ‘Jin bi şervaniyê azad dibin, ger azad bin xweşik dibin, xweşikbin tên hezkirin’  têkoşîna azadiya jinê vedibêje. Ji van hezaran jinan yek niha li kelehên berxwedanê ya Botanê, Şirnexê ye.  Zeryan Amed, Ayşe Kaçara malbata xwe û Yildiz Cudî ya Şirnexê bû.  Xwendevanda jinan bû. 11 salên wê yên azadiyê ya di guliyên xwe de bi cih kiriye.
 
Zeryan Amed di 1987’an de taxa Mewlana Halît a Baglara Amedê hat dinê.  9 xwişk û birabûn. Zarokan 5’emîn a malbatê bû.  3  keç ji wê mezintirin, du keç û du kur jî ji wê biçûktirin.  Dayik û xwişkên wê dema behsa Zeryanê dikin dibêjin ew ji temenê biçûk de her tim li eniya pêş bû.
 
Zeryan 10 mehî dimeşe. Di zarokatiya xwe de nexweş dikeve û wê demê li dijî jiyanê berxwe dide. Zeryan di biçûkatiya xwe de pêngavekê pêş de dest bi jiyanê dike.  xwişka wê Mehtap Alinak dema behsa xwişka xwe dike diyar dike Zeryan keçek jîr, bi cesaret  û bê tirs bûye.
 
Van taybetiyên wê ew beşdarî Tevgera Azadiya Kurd kir. Malbatê behsa beşdarbûna Zeryanê ya tevgera azadiyê kir û got Zeryan di 14-15 saliya xwe de xwestiye beşdarî hilbijartinên 3’ê mijdarê bibe û got sînorê temen bi biryarek mezin derbas dike. Zeryan xwe 17 salî dide nasîn û beşdarî xebatan dibe.
 
Xwişka wê Mehtap diyar dike ku dema Zeryan dereng dihat malê, bavê wê gelek dixeyidî û dema Zeryan didît jî jê re tiştek nedigot. Zeryan ji bo bavê xwe gelek bi nirx bû û bavê gelek ji Zeryanê hez dikir.
Zeryan di temenê biçûk de dixwest li gel bavê xwe be û ligel wî radiza.  Di 2005’an de çalakiyên mertalên zindî destpê dike û Zeryan û hevala xwe Derya (Deryaya di bodruma hovîtiya Cizîrê de hat qetilkirin Derya Karahan) di vê pêvajoyê de biryar didin ku beşdarî tevgera azadiyê bibin.
 
Zeryan ji ber beşdarî çalakiyên 1’ê Gulanê bû di 15’ê Gulana 2005’an de hat girtin û mehek di girtîgehê de ma.
 
Xwişka wê Elîf Kaçar Zeryanê vedibêje. Li gorî Elîf û malbatê Zeryan herî zêde ji Elîfê hez dikir.  Temenê Elîfê nêzî wê bû. Ji ber wê girêdayê hev bûn.  Elîf dibêje: “Piştî ji girtîgehê derket parvekirinên me kêm bû. Wek berê nediaxivî. Pir cidî bû.”
 
Sibeha 7’ê Tîrmehê dayika wê vedibêje:  “Zeryan sibehê rabû. Hat odeya min û derket. Cara dawî li min mêze kir. Piştre ji malê derket.”
 
Elîfê got Zeryanê di saetên êvarê de ji wê re peyam şandiye û gotiye li binê lihîfa xwe binêre. Zeryan çibû û nîşeyek hiştibû.  Gotibû ‘Ez diçim dibin mertala zindî. Ji kesî re tiştekî nebêjin belkî ez bêm.”
 
Zeryan bû stêrk
 
Di navberê de 11 sal derbas bû. Zeryanê serhildêrbûna Amedê girtibû û hatibû Botanê û bibû stêrk.
 
Fermandara jin ya Botanê Zeryan Amed-Yildiz Cudî. Bi sekna xwe ya mutevazî bandor li ser Şirnexê kir.
 
(hu)