Ji serhildana li dijî axatiyê heta şahidiya berxwedana dîrokî...

Portreler
Hezîran 10 / 2016


 

 
JINHA 
 
ŞIRNEX - Dayika Kumru Îlhem a 95 salî ya li Cizîrê gelek tişt jiyaye. Dayika Kumru ewil li hemberî sîstema axatiyê serî rakiriye û bûye ji şahidên dîroka berxwedanê ya Kurdistanê, ji salên 90 heta niha di dezgehên îşkencexaneyan de gelek pêkanînên nemirovî dîtiye. Dayika Kumru li hemberî qatlîamên Hêzên dewletê yên niha jî bi gotina "Ji bo 4 xendekan bigirin hatin lê evqas mirov kuştin" berteka xwe anî ziman. 
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi êrîşên qirkirinê ya 79 rojan de bi sedan kes ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hatin qetilkirin û bi hezaran mirov bê cih û war man. Lê ligel êrîşên hêzên dewletê yên bi tank û topan ve jinên Cizîrê bi çîrokên xwe yên di turikên xwe de hewl didin birînên xwe bipêçin. Yek ji van jî dayika Kumru Îldem a 95 salî ye. Emrê xwe yê 95 salan bi berxwedana Kurdistanê dagirtiye û yeke serhildana wê jî li dijî sîstema axatiyê bûye.
 
Serhildana yekem li dijî axatiyê...
 
Dayika Kumru dibêje ku beriya 40 salan ji gundê Mehmedî koçî Cizîrê kirine û çîroko xwe wiha vedibêje: "Gundê me gundê axayan bû. Ax nedidan me. Me nedikarî debara xwe bikin. Wê demê traktor jî derketibûn. Bi traktorê zevî diajot, hilberîna baş ji xwe re digirt ya din jî dida feqîran, yanî dida me. Ji ber vê yekê jî me biryar da ku bên Cizîrê. Dema ku em hatin feqîr bûn. Zarokên me mezin bûn, em xebitîn. Bi pereyên ku kom kir vê cihê mala xwe kirî. Heta ku me mala xwe çêkirin 3 salan em mala 2 çavî ya xirabûyê man. Êdî rewşa me hêdî hêdî baş bû, em jî bûn xwedî mal."
 
'Niha jî neviyên min rehet nahêlin'
 
Dayika Kumru der barê şehidiya xwe ya salên 90'an jî wiha got: "6 kurên min hebûn. Ji ber sedemên siyasî hikûmetê 6 kurên min jî girt. Bir rêveberiya awarte. Jiyan ji wan nehişt. Ji bo bandekî, stranekî kurdî mirov dibirin û dikuştin. Niha jî jiyanê ji bo neviyên min nahêlin, wan rahet nahêlin."
 
Dayika Kumru qala deme qedexeya derketina derve jî kur û wiha berdewam kir: "Em li mala xwe rûniştîbûn. Bi çekan gulebaran kirin. 15 rojan ji malê derneketin, Me pencereya xwe qul kir û reviyan mala kurê xwe. Heman tişt li mala kurê min jî kirin. Em dîsa vegeriyan mala xwe. Kurê min ê din jî cîranê me ye. Ji ber dengên tank û topan nedikarin razên, hatin mala me. Topek danîbûn ber mala wan, lê newarîn li mala xwe bimîn in. Hevjîna wî gote biçin mala xwîşka wê li jêrzemîna wan bimîn in. Lê kurê min gote bila mala me bibe gora me. Ji wî malê derbasî ya din dibûn. Malên ku em diçûn dihatin bomkirini. Herî dawî kurê min gote em derkevin. Lê ji ber ku pîr im nikarim birevim cihekê. Min gote min bihêlin û biçin lê nehiştin em bi hevre reviyan. Ketin kolanê. Bombebaran hebû. Em ji malan derbasî malên din dibûn û bi vî rengî reviyan. Heta ku derbasî mala birayê bûka min bûn."
 
'Heke biketana jêrzemînê em ê jî bimirana'
 
Dayika Kumru axaftina xwe wiha didomîne: "2-3 şevan em li wir man. Dîsa qiyamet rabû. Me gote biçin jêrzemînan, heke top bavêjin em ê di bin malê de bimînin. Heke biçûyana jêrzemînan niha em jî miribûn. Dema ku mirov didîtin ew der gulebaran dikirin. Em dîsa derketin ji taxan, li ber diwaran derbas bûn. Di nava toz û teqînan de derbas bûn. Piştî ku 2-3 mal derbas bûn bombebaranê dest pê kir. Malekî gazî me kir. Hinekî li wir man dîsa derketin. Dîsa bombebaranê dest pê kir. Ciwanek di rê de bû, xwest min bigire pişta xwe, ji ber ku pîr bûm li pey wan dimam. Min gote wî tu ciwanî biçe, ez pîr im. Lê gelek israr kir xwest destê min bigire. Ji destê min girt û em gihiştin mala xizmê me. Dema em gihîştin êdî ez li erdê mam. Tirsiyabûn, giriyabûn."
 
'An em ê bimirin an jî xilas bibin'
 
Dayika Kumru got ku dema lez û bezê de birîndar bûye û wiha got: "Hewa sar bû. Mala ku em man ya tiyê kurê min bû. Ji bo me mala xwe qul kir û sobe pêxist. Li wir 15 rojan man û wekî ku di girtîgehê de bûn. Birayê min nexweşê şekir eb Çend caran li ambulansê geriyan. Bi mere malbateke din jî hebû. Em ji wir jî derketin. Me gote yan em ê bimirin an jî xilas bibin. Lêgerîn, kontrola nasnameyan hebû. 3 saetan em dan rawestandin. Piştre xizmekî me hat, em bigirin."
 
 
Qûşxaneya bipîpik li ser ban kirine hedef
 
Dayika Kumru anî ziman ku piştî qedexe rabûye vegeriyane mala xwe û wiha axivî: "Ne derî mane ne jî pencere. Li her derê malê şopên guleyan hene. Cih û nivînên me qul qulî bûne. Gelek tiştên ku şikandibûn. Malên cîranên me piranî şewitandibûn lê mala me neşewitandibûn, xira kiribûn. Tiştên me yên metbaxê şikandibûn, qûşxaneya bipîpik jî biribûn ser ban û kirine hedef, nîşan girtine. Dema ku em vegeriyan malê, demeke dirêje bê av û bêceryan man."
 
'Ji bo 4 xendekan gelek mirov kuştin'
 
Dayika Kumru ji wan rojan gotina "Em di îşkinceyê de bûn" bi kar tîne gotina xwe wiha bi dawî kir: "Mala kurê min ê li qiraxa mala me xira kiribûn. Bi guleyên topê zirar dabûn. Malên li hundirê hewşê jî wisa. Mala me baştir e. Malên din anîne rewşa ku êdî nikare bê bikaranîn. Cîranên me yên ku malên wan êdî nikare bê bikaranîn her yek ji wan çûne derekî. Ji bo 4 xendekan hatin, evqas mirov kuştin, ma mirovan çi kiribûn mal^ne wan xira kirin. Jin, zarok, zilam hemû kuştin. Ketin kolanan şewitandin û xira kirin."
 
(kom/rc)