Jina li dijî tankan bi hêvî ber xwe da: Şehrîban Altunişik

Portreler
Hezîran 16 / 2016


 

 
 
JINHA
 
ŞIRNEX – Endama KJA’yê Şehrîban Altunişik ku li Şirnexê li dijî her cureyê êrîşên çekdarî yên giran berxwe da û bajar terk nekir, nîşan da ku hêvî çekek ji tanqê mezintire.  Şehrîbanê di peyama xwe ya dawî de got bi moralê ku ji hêza xwe ya berxwedanê girtine, tax bi tax, kolan bi kolan bûne parçeyek berxwedanê û bajarê xwe terk nakin. Her wiha di peyama xwe de gotibû wê bibin şopdarê Fatma, Sêvê, Pakîze û gelekên din.
 
Li Şirnexa ku ev 94 rojin êrîşên qirkirinê berdewam dikin, her kesê ku mal, bajar û taxên xwe terk nekirin bûn hedefa êrîşan. Gelek cenazeyên nasnameyên wan nehatine tespîtkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û Saziya tipa Edlî ya Haburê tê sekinandin.  Di nav de sivîl  jî hene nêzî 30 cenazeyî  ji aliyê delwetê ve bi awayekî korsan ve hatin definkirin.Yek ji kesên hatin qetilkirin endama KJA’yê Şehrîban Altunişik bû. Tevî temenê xwe yê ciwan bi baweriya xwe ya bi hêvî hunand, ji bo jinan bû pêşeng û di roportaja xwe ya 8’ê Adarê de gotibû ‘Ji Ekînan heta Sêviyan em rêveberiyên xweser ava dikin, dimeşin azadiyê.”
 
8’ê Adarê bi hêvî hûnandibû
 
Şehrîbanê ku tax bi tax bi berxwedan rêxistin kir, di peyama xwe ya ji bo 8’ê Adarê dabû de gotibû: “Em wek KJA’yê wê hewl bibin jinan daxin qadan.  Em li navenda Şirnexê, bajarok û gundan wê semîner, panel, şano û fîlman organîze bikin.Emê li hemû taxan girîngiya 8’ê Adarê vebêjin.  Emê li ser rêxistibûna hişmendiyê bisekinin.”
 
‘Emê li her qadê bibin pêşeng’
 
Şehrîbanê diyar kiribû ku jinên li her qadê pêşengiyê dikin dibin hedefa dewletê û dewlet dixwaze bi tirsê jinan biçewisîne û wiha gotibû: “Emê li dijî vê bêdeng nemînin. Em natirsin û şûnde namînin. Di berxwedana Botanê de xwestin pêşengiya jinê bişikînin. Jin hedef hatin girtin. 42 sale têkoşîna jinê timeşîne, lê ev pêvajo wê bi pêşengiya jinê bimeşe. Çi dikin bila bikin. Em natirsin.  Yên serkeftinê bînin jinin. Ev pêvajo ji bo me gelek girînge.  Ji ber vê çi ji destê me bê em wek jin wê bi pêşengiya KJA’yê bikin.”
 
Peyama dawî ‘Em terk nakin’
 
Piştî êrîşên qirkirinê destpê kir şûnde Şehrîbanê li qadên berxwedanê yên Şirnexê li ser navê jinan bi hevkariya JINHA’yê bang kiribû. Şehrîbanê di 42’emîn roja berxwedanê de li taxa Yenî bang li jinan kir û got: “Tevî êrîşên sadîst yên çeteyên qesrê em berxwedana xwe bi biryareke mezin berdewam dikin.Bi morelê ku em ji berxwedana xwe digirin, em tax bi tax, kolan bi kolan , wek parçeyek vê berxwedanê bajarê xwe terk nakin.”
 
‘Em ti car teslîmiyetê qebûl nakin’
 
Şehrîbanê di banga xwe de diyar kiri bû ku çi dibe bila bibe dê gel ti car teslîm nebe û wiha berdewam kiribû:"Bila zanibin ku ti caran nikarin jiyana li qadên berxwedanê têk bibin. Dê berxwedana me bi giyan û vîna jinê bi serkeftinê bi encam bibe. Hêvî û baweriya me her ku diçe mezintir dibe. Hêviya me ji wêrekiya me, wêrekiya me ji dilê me mezintir e."
 
'Emê bibin şopdarên Sêvê, Pakîze û Fatmayan' 
 
Şehrîbanê di peyama xwe de bal kişandibû êrîşên li ser bedena jinê jî û bi van gotinan berxwedana jinê anîbû Ziman: "Em jin tu caran dest ji doza xwe bernadin. Emê bibin şopdarên Sêvê, Pakîze, Fatma û bi sedan hevrêyan."
 
'Roj roja berxwedan û têkoşînê ye'
 
Şehrîbanê  di axaftina xwe de herî dawî jî bang li gel kiribû ku li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û wiha dawî li bangawaziya xwe anîbû: "Bila tu kes li hemberî van komkujiyan bêdeng nemîne û xwedî li berxwedanê derkeve. Bêdengî komkujiyê bi xwe re tîne. Eger em dixwazin rê li ber komkujiyan bigirin divê em xwedî li berxwedanê derkevin û her derê veguherînin qadên serhildanê. Roj roja berxwedan û têkoşînê ye.”
 
(hu)