Ciwanên Madîmaqê yên ‘sor bûn’ qet mezin nebûn

Portreler
Hezîran 30 / 2016


 
 
 
Habibe Eren/JINHA
 
ENQERE-Serkan Dogan yek ji kesên li Otela Madimaqê hat qetilkirinê bû.  Dayika Serkan, Pakîze Dogan êşa 23 salan vegot û wiha got: “Serkan her tim wek 19 salî ma. Mezin nebû.  Nehiştin ew mezin bibin. Miradê wan di çavên wan de ma. Sûcê me çi bû, semah bû gelo? Roj bi roj em ji ber komkujiyê heman êşê dikişînin.
 
Di 2’ê Tîrmeha 1993’jan de li Sêwasê ji aliyê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal ve şahiyên Pîr Sultan Abdal hatin organîzekirin û di dema bernameyê de Otela Madimaqê hat şewitandin û 33 nivîskar, hunermend  û du xebatkarên otelê hatin qetilkirin. Yên wê rojê çibûn wir ji bo Pîr Sultan bibîr bînin cil û bergên xwe yên herî xweş li xwe kirin. Yê herî biçûk Koray Kaya yê 12 salî û yê herî mezin Asim Bezîrcî yê 66 salî bû.  33 can,33 dil di nava dumanê de fetisîn.
 
Belavoka du roj beriya komkujiyê hat belavkirin, agahî dida ku wê di 2’ê Tîrmehê de çi bê jiyîn.  Koma paşverû ya ji hezaran kesî pêk dihat destpêkê Konaxa Hikûmetê hedef girt. Komê Konaxa Hikûmetê kevir kir û berbi Otela Madimaqê ketin rê.  Destpêkê wesayîtên ber otelê dan ber agir û piştre perdeyên otelê dan ber agir.  Agir hêdî hêdî mezin bû.
 
‘Ez dişewitim, li pey min negirî dayika min’
 
Wê rojê ji kesên hatin qetilkirin yek Serkan Dogan bû. Serkanê 19 salî piştî lîseyê diqedîne ji Zanîngeha Gazî mamostetiya polê qezenc dike. Serkan jî wek birayê xwe Serdar di Komeleya Pîr Sultanê de di civaka semahê de peywirdar bû. Serkan di lîstika Pîr Sultan Abdal de jî karekterê Alî Baba dilîsit.  Wê rojê ji paşveruyên ji nimêja înê derketibûn reviya bû Otela Madimaqê. Dema agir derketibû Serkan çend hevok nivîsî û xist bêrîka xwe.
 
Ew hevok wiha bûn:
 
“Ez dişewitim bila dayika min li pey min negirî. 
Ez Alî me,
Ez di rêya Pîr Sultan de dimirim.
Sor li serê min girêde, li pey min negirî.”
 
Serkan dibû ‘Alî’ û sor dibû. Pakîze Dogan ku êşa kurê xwe vegot diyar kir ku Serkan kesekî pir aktîf bûye û got semah digerand, şano û futbol dilîst.  
 
‘Serkan her tim 19 salî ma’
 
Pakîzeyê di berdewamiyê de got akvaryuma wî hîna li malê li heman cihê ye û got: “Wê rojê ji bo bernameyê çibû Sêwasê. Gelek kêfxweş bû. Xwe amade kir. Roja înê saet nêzî 1’ê li min geriya. Got dayê gelek xweş derbas dibe min mereq neke. Bi birayê xwe re çibû. Birayê wî jî bi birîndarî xilas bû. avêtibûn morgê lê ji ber fişa morgê ne pêve bû bi birîndarî xilas bû. Lê Serkan venegeriya. Serdar di rêya birayê xwe de çû. Şano xend.  Me piştî Serkan êşên mezin kişand.  Lê komkujî neqedyan. Em di rojbûna wî de heman êşê dikişînin. Serkan 19 salî ma. Mezin nebû. Miradê wan di çavên wan de man. Destur nedan mezin bibin.”
 
‘Sûcê me gerandina semahê bû?’
 
Pakîzeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me zarokên xwe bi kêfxweşî şand. Ji bo bîranîna Pîr Sultan çûn. Gelo sûcê me gerandina semahê bû.Dema Pîr Sultan sax bû sebra wan tinebû. Ew birin sêdarê. Ev zîhniyet wisa kujere. Heta ev dewlet li ser me be ev komkujî naqedin.  Berkîn Elvan dema diçû nan digirt hat qetilkirin. Ji zarokekî 14 salî tirsiyan. Li Sûre, Enqereyê, Kizilayê li pey hev komkujiyan dike.”
 
(hu)